|
Serokwezîrê Tirk; "Nîjatperestîye xwe wek
xalên sor binav dike"
ENQERE,
16/4 2005- Serokwezîrê Tirk Receb Tayib Erdogan dibêje; " hin kes dixwazin me
perçe bikin" û gelekî caran Yekîtîya Ewrûpayê bi me re li ser hin pêşnîyaran
sekinîne. Erdogan bê ku navê Kurdan bîne ser zimanê xwe, qebûl dike ku YE li ser
pirsa Kurd sekinîye û doza li wan kirîye ku rêyek ji pirsa kurd re bibîne.
Erdogan, wekî eskerîya Tirk li ser inkarkirina Kurdan berdewame.
Erdogan, di civîna (MUSIYATê)
de axifî û sîyaseta dewleta Tirk ya li ser talan û wêrankirana kurd û Kurdistanê
hatîye avakirin parazt û behsa hin xetên xwe yên sor dike. Erdogan dibêje; "ew
rênade ku neteweperestîya etniki, neteweperstîya dînî û neteweperstîya heremî
were kirin".
Hefta derbasbûyê dema çeteyê
dewletê li Trabzonê êrişkir wan kesên ku xwestin belavok belakin,
Erdogan, ew kesana pîroz kir û xwest ku bila kesek
bi hesasyetên miletê Tirk nelîzin.
Erdogan di bin qilifê Îslamê
de, nijatperstî û di bin baskê çeteyên deletê de jî faşîzmê ji miletê Tirk re
rewa dibîne, lê qebûl nake ku miletê kurd xwe îfadebike ku bêje li vî
welatî Kurd jî dijîn û divê ew jî wek Tirkan xwedîyê hemî mafê xwe yên mirovî
bin. Erdogan balê dikişîne ser Kurdên welatperwer û dibêje; hin kes bi navê
rewşenbîrîyê di televîzyonan de neteweperestî dikin.
Erdogan, talankirin, qirkirin,
koçberkirin û înkarkirna Kurd û kurdistanê ji miletê Tirk re tişteka xwezayî
dibîne, lê dema Kurd vê zulma Tirkan bine ziman tişteka pir bedîe dibîne. Ev
helawesta Tirkan li tu deverek dunê de nayê diîtin û hovîtîye dewleta Tirk
pir zelal dide xwîyakirin.
Ez her dem di nivîs û axiftinên
xwe de dibêjim; " Kemalist û nîjatperestên Tirk ji Muslimanên Tirk pir
pêşverûtir e. Ji ber ku kemalîst û nijatperest vekirî dibêjin; "ku ji bilî
tirkan netewên din li Tirkîyê tune", lê kesên binavê Îslamê tevdigerin bi
genefisî xwe dibin rengê Îslama pîroz de vedişêrin û înkar û dujminatîya miletê
Kurd dikin û ev yek ya herî xeter e.
|