EQÎDEYA ÎMANÊ            

BÎSMÎLLAHÎRREHMANÎRREHÎM

 

 TU BIZAN! Ruknê îslamê pênc in:

 

1. Ruknê ewwel: Kelîma şehadetê ye ku eşhedu: ez şehde didim bi devê xwo yeqîn dikim bi qelbê xwo; en la îlahe: nînîn tu me‘bûdê bi ’l-’heq, îllellah: ji xeyrî zatê pakê bê misl, ezelî ye, ebedî ye, heyyirîne di tefekkura wî da hemî mexlûq.

Navê wî Ellah e, me‘bûdê bî ’l-heq her ew e, heyîna wî bi wî ye, heyîna hemî mexlûqan bi wî ye; Xaliq û ’Hakimê hemî mexlûqa ye, hemî ‘alem muhtacê wî ne ew muhtacê kesî nîne. Fa‘ilekî muxtar e, bêcih û bêmekan e, li herderî hazir e, ji rû’h nêzîktirê mirovî ye, tê da hene hindî sîfatê kemalê.

Ji sîfatê di wî heft sîfat jê qedîm in:

‘Heyat e, ‘ilm e, îrade ye, qudret e, bihîstin e, dîtin e, tekellum e; ev sîfat ezelî ne, ebedî ne ji zatê Xwedê cuda nabin, pak e ji hemî eyb û kêmasiyan.

We eşhedu: Û ez şehde didim

enne Muhemmeden: Heçîke Muhemmed ‘Erebî ye Qureyşî ye Haşimî ye, çavreş e, birûkêşa ye, enîkej e, şeklê wî sor û spî ye, nûranî ye, şeffaf e wek eyne ye, di riyê wî da der û dunya xuya dikin, me’hbûbtir e ji hemî ewladê Adem Peyxember ‘eleyhî ’s-selat û we ’s-selam, bejna wî temam li ber tavê disekine siha wê nade erdê. Di Mekkeyê welidî ye li wê bûye peyxember, li Medînê wefat bûye li wir jî veşartî ye.

Navê babê wî ‘Ebdullah e, ‘Ebdullah kurê ‘Ebdulmutellib e, ‘Ebdulmutellib kurê Haşim e, Haşim kurê ‘Ebdulmenaf e, ‘Ebdulmenaf kurê Qussey e, Qussey kurê Gulab e, Gulab kurê Murre ye, Murre kurê Ke‘b e, Ke‘b kurê Luey e, Luey kurê Xalib e, Xalib kurê Fehr e, Fehr kurê Malik e,  Malik kurê Nedr e, Nedr kurê Kenan e, Kenan kurê Xuzeyme ye, Xuzeyme kurê Mudrîke ye, Mudrîke kurê Îlyas e, Îlyas kurê Mudirr e Mudirr kurê Nezar e, Nezar kurê Me‘d e, Me‘d kurê ‘Ednan e, îla axirîhî (heya dawiyê).

Navê diya wî Amîne ye keça Wehebê Zuhriye ye; navê dadiya wî Helîme ye ji qebîla Benî Se‘diye ye. 

Resulullah ‘eleyhî ’s-slat û we ’s-selam: Qasidê Xwedê ye li ser hemî cinn û însana ku riya ’heq nîşanî wan bide ku ’hukmê Xwedê bi cih bînin.

2. Ruknê diduyan: Kirina nimêja ferz e. 

3. Ruknê sisiyan: Girtina rojiya remezanê ye.

4. Ruknê çaran: Dana zekatê ye.

5. Ruknê pêncan: ’Hec e, eger mal hebe mani‘ tunebe.

TU BIZAN! Ruknê îmanê şeş in:

 

1. Ruknê ewwel: Baweriya bi Xwedayê te‘ala ye ku zatekî pak e, bê misl e herwekî me gotî.

2. Ruknê diduyan: Baweriya bi melaîketê Xwedê ne ku cewher in nûranî ne, cismê letîf in, ew jî mexlûqê Xwedê ne, pak in [parastî ne] bi fermana Xwedê ji xewê, ji xwarinê. Ji hindî mexlûqa pêkve pur zêdetir in. Ji hindî mexlûqa heta [bigihîje] qitrê baranê û belgê dara û tayê giyayê heryek melaîketek li ser musellet kiriye, bi emrê Xwedê teserufatê tê da dikin kespa wan daîm ta‘et e. Ji herheft tebeqatê asîmanan cihê piyekî nîn in ku melekek tê da tunebe. Hinek daîm di rukû‘ê da ne hinek daîm di sucûdê da ne, hinek xerq bûne di şuhûd û cemala Xwedê da, agah ne ji alem ne ji adem nînin. Yek li ser milê rastê xeyra dinivîse, navê wî Reqîb e, yek li ser milê çepê şeran dinivîse navê wî ‘Etîd e. Cebraîl ‘eleyhî ’s-selam we’hî aniye ji bo hemî peyxemberan ‘eleyhîmu ’s-selam, Îsrafîl nefxa sûrê hemî di desta da ye, Mikaîl ’hukmê dexl û danê di desta da ye, ‘Ezraîl qebda rû’han di desta daye. ’Hemeletu ’l-‘Erş niha çar in di qiyametê da wê bibin heşt. Muqerrebîn nêzîkî dergahê Xwedê ne, kerrûbîn melekê ‘ezabê ne, rûhaniyan melekê rehmetê ne.

 3. Ruknê sisiyan: Baweriya bi kîtabê[n] Xwedê ne, sed suhûf in çar kîtab in. Ji sedan deh nazil bûne ji bo Adem ‘eleyhî ’s-selam, deh ji bo Îbrahîm, sîh ji bo Îdrîs, pêncî ji bo Şîs, Tewrat ji bo Mûsa, Zebûr ji bo Dawud, Încîl ji bo ‘Îsa, Quran ji bo Muhemmed ‘eleyhî ’s-selat we ’s-selam. Bê Quranê hukmê yê mayin betal bûne; hukmê Quranê û xwendina Quranê baqî ye heta axirê zeman.

 4. Ruknê çaran: Baweriya bi peyxemberan e, her zemanekî Xweda insanekî pak kiriye ji gunahan, ji xelkê wî zemanî re ji bo xwo kiriye peyxember; mu‘cîzat daye wan, kes bera beriya wan bi mu‘cîzat nînin.

Sed û bist û çar hezar peyxember rabûne; ûlu ’l-‘ezm yanî mezintirê wan pênc in: Muhemmed selle-Ellahu te‘ala ‘eleyhî we sellem, Îbrahîm, Mûsa, ‘Îsa, Nû’h peyxember in. Yên xwedan ûmmet jî sêsed û sêzdeh in, meşhûr sih in: Adem, Şîs, Îdrîs, Nû’h, Sali’h, Hûd, Îbrahîm, Lût, Îsma‘îl, Ye‘qûb, Yûsuf, Eyyûb, Şu‘eyb, Mûsa, Harûn, Xidir, Yûşe‘, Îlyas, Elyese‘, Zû ’l-Kîfil, Şem‘ûn, Eşmewîl (Îs’haq), Yûnus, Dawud, Suleyman, Zekeriyya, Ye’hya, ‘Uzeyr, ‘Îsa, Muhemmed selle-Ellahu te‘ala ‘eleyhî we sellem.

 5. Ruknê pêncan: Baweriya bi qiyametê ye û herçi peyxemberê me gotî ji nîşanê: her wekî zahirbûna Mehdî û rabûna Deccal û nazilbûna ‘Îsa û dabbetu ’l-Erd û Ye’cûc û Me’cûc û zêdebûna fisq û fucûr û xiyanetiyê. Hem herçî waqi‘ bibit ji weq‘etê ’heşrê: her wekî hûrbûna çiya û kerkerbûna asîmana û rijhabûna hêstira [xuricîna stêran] û bênûrbûna roj û hîvê û xeyrê wan, hemî ’heq in bêşek dê biqewimin. Mexlûq dê rabin bi hev bikevin dê biçin erdê Şamê, kaxedê xeyra û şeran dê bidin destê wan, tu ‘emel bê hîsab nabin. Suala ‘emel ji wan dê bête kirin, bi şehînê (mêzînê) dê bête kişandin, Tu ‘emel bê ceza nabin, bi fermana Xwedê pira sîratê dê deynin li ser Cehennemê, kesên cehennemî bin dê bikevin agirê; dê cennetî jî lê bibûrin biçin ser ’hewzê Kewserê. şefa‘eta muslîmana wê bikin peyxember û meşayix û sule’ha; Musliman namînin ebed di Cehennemê da, Cehennem heft tebeq in, li bin erdê ye, Cennet heşt tebeq in li ser asîmana ye.

 6. Ruknê şeşan: Baweriya bi Xwedê ku xeyr û şer bi teqdîra Xwedê ne, hemî ’hereke û ‘emelê mexlûqan (di) ezel de nivîsîne. Ji ewwel heta axir heçî waqi‘ bibit dê muwafiqê wê nivîsê bit. Mexlûq sebebê ‘emelê îxtiyarî ye, herwekî agir sebeb e ji bo şewitandinê.

 

 Guhirandina ji herfên Erebî: Emîn Narozî

 

 


 

 

 



 

 

Niviskar