------------------------------------------------------------------

Ên bi Îslamê bigirin tim serfiraz û bextîyar in, ên êrişê Îslamê bikin tim rezîl û perîşan in

Dilbirîn

Swêd, 19/11 2004- Ez dixwazim bersîva hin kesên ku kar û emelên wan êriş û dujminîya dînê Îslamê ye, bi du Ayetên pîroz test pê bikim ( -Û dema ji wan( muşrikan) re tê gotin li pey wê tişta ku Xweda daxistîye biçin, ew dibêjin " na" em li pey wê tişta ku bavê me li ser bûn e diçin. Ma bapîrên wan tiştek fêm nekiribin û li ser rêya rast nebinj?. -Û rewşa wan kafirên ku ( guh nadin banga hîdayetê ) wek rewşa wan heywanên ku bi tenê qêrin û hewara şivan dibihîzin. Ji ber ku ew ker in, lal in û kor in. ji ber vê yekê ew nafikirin. Beqere, 2/170-171 ) Her kesekî di hilbijartina bîr û bawerîyên xwe de azadin, ji ber ku Xweda di Qurana pîrozde dibêje; ( Kî dixwaze bila îman bine bibe mumin û kî jî dixwaze bila bibe kafir) Kehf, ayet 69.

Gelekî kesên sosyalîst yên camar û xwedî karekterên mirovî dost û hevalîn min hene û ez wan kesana ji vê nivîsa xwe durdixînim û rêz hurmeta min ji wan re heye. Gotina min ji wan kesên ku ne nesîbê xwe ji sosyalîzmê û ne jî ji tu bawerîyên din girtine re ye.

Meselekî me Kurdan heye dibêjin; " xwe nagîhîne merivan vêca kevir devêjin sîya merivan" Divê hirç çuye binê darê u devê wê negîhîştîye sêvan û li binê darê tundaye û waha jêlîde zilut maye û li sivan mêzekirîye û gotîye waaa!!! çiqas tehl e"

Ew kesên di malpera Nasnamê de li ser navê Kurdan dujminîya dînê Îslam û êrişê ser muqedesatên Îslamê dikin, "Gelo hun xizmetakarên kêne? divê hun bersîva vê pirsê bidin gelê Kurd...!!! bi dujminatîkirina dîn, muqedesat, çand, edet û tebîetên miletek mirov nikare rêberîya wî miletî bike.! Hun bi vî ruyê xweyê reş, bi tenî dara bin lingê xwe dibirin û hun çala xwe dikolin. Bi van êrişên bêheya û edeb, hun didn dîyarkirinê ku tu tiştek we tuneye ku hun bidin vî miletî.

Dara we ya jîyanê li Kurdistanê hişk buye û koka wê hetîye birin kesekî we nas jî naka û tu tiştek di barê we de tuneye ku hun pêşkêşê vî mileti bikin, vêca hun dixwazin diranên xwe nîşanê xelkê bidin, lê ji ber ku hun bêhavil û bê huner in, dixwazin kerba xwe di serê Musliman û Îslamê de derînin û hun êrişê Îslam û miqedestên Îslamê dikin.

Qet mereqa nekin ava deryakî hêşîn û zelal bi dilopek du dilop necasetê gemar nabe, ne hun bitenê, bi sedan yên berê we, ji dîktator, bêdîn û zaliman êrişê Îslamê kirin, lê bi qasî kermêşek zerarek negîhandin dînê Îslama pîroz.

Divê hun bizane miletê Kurd ji %99 Musilman in, bi êrişkirina bîr, bawerî, urf û edetên vî miletî hun xwe nagîhînin tu derekî. Mirov bi êrişkirina ser dînê Îslamê ezîz nabe, belkî rezîl û riswa dibe. Hetanî 1960an Şêx û Melan rêberîya Kurdan kirîye Şêx û Melan kultur, huner û zimanê vî miletî parastîye û hetanî vê demê anîye.

Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrê, Feqîyê Teyran, Melayî Batê, Şêx Mehmut Berzancî, Qazî Muhemed, Şêx Seîdê Pîran, Seîdê Kurdî ( Nursî) Mele Mistefa Berzanî ûhw... Evana rêberîya kurdan kirîye, yan hun ji wekî serokê xwe yê berê Evdilah Ocalan ji dîroka kal û bavê xwe şermdikin..?

Van kesên me navê wan li jor nivîsî, ji zanîngeka Quranê derketibun, perwerde û terbîya dînê Îsalme girti bun û ji ber vê yekê jî serbilind bun ji dîn û çanda miletê xwe re xizmet dikirin. Wek we êrişê muqedesatê miltê xwe nedikir. Hun ji vana ji qet şerm nakin..?

Eger hun cesareta we heye û xwedî gurçikin fermo ( hodrî meydan ) em li ser paltakê odek vekin li ser kultur û zimanê vi miletî xiberdin bila milet ji bizanin hun kîne û ruyê weyê reş nasbikin. Fermo..!!!

 

Niviskar