-----------------------------------------------------------------


 

Emerîka; " Ji Sûryê re, eger hûn şertên me bicî neynin wê destêwerdane eskerî çêbibe.

Sûrye, 121 2005- Li gor malpera debka-Net-Weekly ya nûçeyî hate ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê DYE Richard Armitage di vê çûyîna xwe ya 2 çileyê paşî ya Sûriyê de ji wan re neh bend pêşkêş kirine û heke ku van neh bendana bi cîh neynin dê destêwerdane eskerî çêbibe.


Ew neh bendana ev in:
1. Rewşa derasayi/ olaganustu- ku çil Sal e berdewam e, bête bidawîkirin.
2. Hemû girtiyên siyasî yên di zindanan de bêne berdan.
3. Sansor ji ser çapeminiyê bête hilanîn.
4. Dest bi reformên demokratîk bête kirin.
5. Pêşveçûyînên aborî bêne lezkirin.
6. Qutkirina têkliyan bi Îranê re.
7. ji bo Shebaa ku li başûrê Lubnanê dikeve - û Hizbullaha Lubnanê ji bo wê gotibû ku axa Lubnanê ye.- bête gotin ew axa Sûrî ye. (heke vê yekê bibêjin dê gotina Hizbullahê Lubnanê bi vî awayî li valahiyê bimîne.)
8. 55 berpirsiyarên paye bilind ji serleşker û berpirsiyarên ji rejîma Saddam Huseyîn ya kevin ku ji hêla îstixbaratê ve hatiye îspatkirin ku di Sûrî de bicîh bûne û berxwedana li Iraqê birêve dibin ji bo DYE bêne spartin
Hate ragihandin ku li hember navên wan kesan, navnîşanên wan û telefonên wan ên destan jî hebûn.
9. Divê ku Sûriye soz bide ku ew fuzeyên tanqa AT-14 ku ji Erûpa rojhilat hatibûn sitendin bi tu awayî derbasî Iraqê nebin.
Istixbarata Emerîkanî sernumreyên wan bidestxistine
Li gor malperê ji hêla Qesra Spî de destûra destêwerdana eskerî ji bo serokê hêzên Emerîkanî yê Iraqê General Casey hate dayîn ku, heke hebûna fuzeyekê ji wana li Iraqê bibîne.


Emerîkanî difikirin ku pêşiyê bi êrişên kurt dest pê bikin. Dê hêzinî Emerîkanî û Iraqî car caran derbasî dervê sînorê Sûriye bin û êrişî otobus û otomobîlên ku şerkeran hildigirin bikin. Û hin deran bumbebaran bikin. Heke vê yekê jî encam neda tê ji her hêlê de êrişên giran bibin ser dewleta Sûrî, bê ku biryareke dinê ya navnetewî werbigirin.

 

 

 

Niviskar