**Menûya Kurdî**
 

 

 

Divê em nekevin xetayê dewleta Tirk

KSN/ 18/5 2005- Sîyaseta dewleta Tirk li ser hîmê dujminatîyê hatîye avakirin. Ev dujminatî li gora dem û zemîn tê guhertin, carna dujminatîya dewletên cîran derdikeve pêş û carna jî dewlet ji xwe re dujminê navxweyî peydadike û li ser neyartîya der û hundur sîyaseta xwe dimeşîne û bi pêjn û hisîyatên miltê Tirk dilîze.

Dewleta Tirk her dem li dijî miletê xwe bû ye û milet û dewletê tim bi çavê dujminatîyê li hevdû mêzekirine. Dujminê dewleta Tirk ê yekm Kurd û yê duemîn jî Musliman e. Ji van herdû gurûbana kijan li dijî rejama Kemaklîst bûne xeter, dewletê çevê xwe ji gurûba din re girtîye û ev yek di dema şerê PKKê de qenc derket holê û dwletê şerê PKKê dikir û çevê xwe ji Muslumana re girt. Û hatanî Hîzbullah li dijî PKKê bikar anî.

Dewleta Tirk neyartîya hemî dewletên cîranên xwe dike, û serê wî bi tu cîranek wî re xweş nine. Ji ber ku dewleta Tirk li ser esasê neyartîyê hatîye avakirin, her tim xetayê xwe davêje sutûyê xelkê û hinekên din ji kiryarên xwe yê nemiorvî birpirs dibîne.

Rejma Kemalîst ji bilî malwêranîyê tiştek din nedaye xelkê li tirkîyê û bi tayîbet miletê Kurd, vêca wextî milet nerazîbûna xwe nîşandide û li dijî kiryarên nemirovî serî hildide, dewleta Tirk dibêje; ev tilîya Emperyalîsta, yan a Ermenîyan û yan jî a Sihyonîan tê da ye. Dewleta Tirk bê ku li zulma xwe mukur were, ji xwe re çend tilîyên neyar  dîtîye û tim suçê xwe dike stuyê wan her sî tilîyan.

****

Divê em ji van kiryarên Tirk, Ereb û Farisan îbret bigirin û nekevin xetayê wan. Hîmê li ser zulm û neyartîya miletan were avêtin ji tunebûnê re mehkûme û wê pir zû hilweşe. Miletê Kurd yek ji miletê Rojhilayta Navîn e û wê li ser axa xwe û bi cîranên xwe re bijî.

Mirov nikare hertim bi tirsa neyarê xwe bijî, île dibê rojek aştî çêbe. Di cîyê aştî hebe ma neyartî bi kêrê çi tê? Kurdistanek azad bi aştîyê û firehîyê  xweş e û divê ji naha ve em vê mesajê bidin miletê Kurd û Kurdistan li ser hîmê aştîyê were avakirin.

Ez wekî Apocîyan nabêjim   em bêyê ku doza tiştek bikin û dev ji hemî daxwazên xwe berdin û biratîya tirkan an jî  biratîya gelan bixwazin. Na! ez wusan nabêjim

Di Kêmkirina pirsgirêkên miletê Kurd bi  cîranên wan re, barekî giran dikeve ser milê Rewşenbîr, Nivîskar, Rojnamevan û van malperên elektornîk. Ji her tiştî girîgtir aştîya nav xweyî ye, ew desthiladarên ku nikaribin bi miletê xwe re bi awaki adîl bijîn, peydakirina emn û îstiqrara welatê xwe jî nikerin bi cî bînin.

Dewleta Tirk mînakek vekirîye û divê em wek miletek ku hatîye pilçiqandin, nekevin rewşa dewleta Tirk û dijatîya hevdû nikin. Eger em Kurdên Musliman an jî ew kesên wek me nafikirin û  endamên partî û hêzeka dine,  wek gurubek xeter bîbînin  û ji bona wendakirina wan  hemi dek û dolban li serê wan bihunîn û wana ji hola rakin, wê demê xizmetê ji dakirkerê Kurdistan re dikin.

Ev kara bi tenê bi kêrê dujmin tê û miletê kurd nikare vî barî ragire, ji ber ku tu miletî ev barê giran ranegirti ku Kurd jî karibe ragire.

Şerefdîn: E-Mail

 

 
Dem:18/5 2005  Seet:001   şandine: Serhed.Net        Vegere