|
Şêx Elî Bapîr; " Ji alîyê Emerîkîyan ve bi
miamilên xirab re rû bi rû mam"
HEWLÊR,
2/4 2005- Şêx Elî Bapîr di sala 2002an de li başûrê
Kurdistanê ji alîyê eskerên Emerîka ve hatibû girtin û berî
çend rojan bi navberîyê Mesud Berzanî û
serokê Îraqê Celala Telebanî hat berdan. Elî Bapîr radigîhne ku di girtîgehê de,
Emerkîyan gelek miamilên xirab anîne serê wî û tiştên
bê binge xwestin biki sitûyê wî, lê wî ew tewanan qebûl nekir.
Şêx Elî Bapîr li ser kampanya îmza û meşên
ku bona berdana wî hatibûn li darxistan waha dibêje; li darxistana meş û
komkirina îmza li ba Emerîkîyan bi qasi zilkî qîmeta wî tune.
Bi sê tiştan ez tewanbardikir im: " Girêdana min bi Cund-ul Îslam ve, li hemberî
Emerîka amadekairana şer û peywendîyên min bi Beesîyan re. Lê tu tiştek li ser
min nedan îsbatkirin. Di hat îdeakirin ku pêywendîyên min bi Bessîyan re hene,
ji boyi birayê min Beesî bû, min ew da kuştin, ez ê çewa besîb îm.
Şêx Elî Bapîr, serokê Cemaeta Îslamî ya Kurdistanê
ye û Birayê Şêx Usman Bapîr e. Birîya Şêx Usman wefat bike Hereka Îslamî-
Bizutneweyê Îslamî hebû, lê piştî mirina
Şêx Usman hereka Îslamî ji hevdaket û bû sê perce.
Jêder: Peymnêr
|