---------------------------------------------------------------

HEKE NE EMRÎKA BÛNA ME NIKARÎBÛ OCALALAN BIANIYA.

Hurriyet 15/2 2005- Serokwezîrê Kevin Bulent Ecevît, 'Heke ne YDE bûna me nikarîbû, Ocalan bianiya. Di navbera CIA û MÎT de têkiliyên xweş tunebûna me nikarîbû Apo bianiya Turkiyê.  Min ev yeka wê gavê negot.

Îsmet Sezgîn jî diyar kir ku çawa derbasî pêşiya bi bertîlî dayîna 10 milyon dolarê ku PKK dixwst bide Belarus.

Ecevit û wezîrê karê parastinê yê kevin Ismet Sezgin, derbarê girtina Ebdullah Ocalan ya di 16 sibata 1999 an de bi çi rengî hatiye girtin ji kovara Nokta re gotin.

Ne di pêşiya operasyonê de ne jî di dumahîka Operasyonê de YDE tu têkilî bi me re çênekirin. Bûyer ji hêla MÎTê û CIA ve dihat meşandin. Rêvebirina YDE timî xwe di paş perdê de dihişt. Heke ne YDE bûna me nikarîbû Ebdullah Ocalan bigirtana.

Li ser pirseke ku çima bi firokeya Cavit Çaglar ew anîne? Got:

Wê gavê kesekî ji wê çêtir biha neda.

Tabîî, pêşiyê MÎT hat hinda min û mijar ji min re got. Musteşarê MÎTê, diyar kir ku ji îstixbarata Emerîkan teklîfeke weha hatiye. Min wê gavê ew eşkere nekir. Me bi awayekî gelekî dizî destûra wê yekê da.

MÎT firokeyek taybet kirê kir. Firokeya Cavît Çaglar. Li Efrîka û gelek welatan geriya. Lewra hema ji nifşkade nedibû. Li Kenyayê taliya vê yekê hat.

Ji vê yekê tenê hayê Serokkomarê wê gavê Suleyman Demîrel, Serokê Genel Qurmayê Huseyin Kivrikoglu û Musteşarê MÎTê Şenkal Atasagun jê hebû.

Em di mijara ku divê ev yek bi awayekî gelekî veşartî bimeşe de hemfikir bûn. Bereksê vê yekê, hem Emerîka dikete rewşeke nexuşik û hem jî dê bûyer neçûya serî.

Jitirkî: Mucteba

 

 



 

 

Niviskar