|
-----------------------------------------------------------------
Edelman: Em bi Tirkiyê
re hemfikr in.
ENQERE,9/1 2005- Balyozê YDE yê Enqerê Erîc Edelman da diyarkirin ku
derbarê yekparetiya Iraq û Kerkûkê de bi Enqerê re hemfikr in.
Rojnameya Zeman jê pirsî:
Rojeveke veşartî ya Emerîka ya derbarê Kurdên Iraqê de heye?
Rewşa bakurê Iraqê encama şerê Kendavê ye. Tirkiye, Emerîka û Îngiltere
ji bo ku Saddam Huseyîn dorpêç kirinê polîtîkayeke hevbeş meşandin.
Li vê derê ji kurtepiştan bêtir divê ku mirov li rastiyê binihêre.
Emerîka û Tirkiye yekîtiya Îraqê ya siyasî û erdnîgarî diparêzin. Ji ber
ku haya me ji bihîştiyariya Tirkiyê ya di derbarê Kerkûkê de heye me di
yasaya bingehîn ya Iraqê de Rewşa Kerkûkê bi taybetî da diyarkirin û li
derveyê herêma Kurda ya Otonom hişt.
Di encama bi zor erebkirinê de pirsgirêkên mal û milkan, bêyî ku em li
neteweya wan biniihêrin mekanîzmayên çareserkirinê hatin çêkirin.
Mekanîzma giran kar dike, lê belê li gor baweriya me rêya ku divê ku bê
şopandin ev e. Çawa ku dê li her devera Iraqê hilbijartin di dema xwe de
çêbibin, li Kerkûkê jî dê di dema xwe de pêk were. Derbarê vê yekê de
helwesta Tirkiyê û YDE yek e. Karbidestên bi Berzanî û Telebanî re
hevdîtinan pêk tînin heman tiştan dibêjin. Ji ber ku me operasyon li
hember PKK lidarnexistin hinek dibêjin polîtîkayeke YDE ya veşartî heye.
Civîna bilinda hefta pêşîya me ya ku
dê di navbera Tirkiye, Iraq û Tirkiye de çêbibe dê fersendeke xweş ji bo
vê yekê jî bide. Dê General Abizaid jî di ziyareta xwe ya li Enqerê
fersenda liserhûrbûna vê mijarê bibîne. Ez bawer dikim armanc û
berjewendiyên Tirkiye û YDE yek in, lê belê carcaran awayê ku jibo
bidestxistina van armancan bi kar tînin dibe ku ne yek be.
08.01.2005
ji rojnama Zaman.
|