|
ECÊBEK
JI ECÊBAN:
POLÎSEK SWÊDÎ BANKEYA
BAJARÊ XWE
ŞELAND…
Dr.Cuwan Batû, Swêd
(19.04.2005)
Li Swêd, bajarekî
biçûk Söderhamn, taliya sala 2004an polîsekî bi navê Jean Norrby-wêne- ku wî li
wî bajarî kar dikir bankeyek şeland. Wî ji bankeyê 700 hezar kronên swêdî (nêzîkî
80 hezar dolar) bi xwe re bir û şopa xwe bo çaxekê winda kir.
Dixweye ku polîs
Jean ji xwe re fikirîbû ”gelo çira pereyên wî têra wi nakin! Û ya herî qenc ew
bû ku ew bi rêya rêkurtkê re dewlemend bibûya!”. Rêya ”herî baş” jî ew bû ku ew
bankeyekê bişelîne- ji ber ku li bankeyan bi ”çuwalan” pere hene… Wî jî
”nemerdî” nekir û bankeya bajarê ku ew lê kar dike, nîvê rojê, di nava sûka
bajarê biçûk Söderhamn de şeland.
Û ji xwe kesekî
fikra mirina xwe dikir lê ya şupheya şelandina vî polîsî nekir.
Bêgoman polîsek ku
bankeyekê bişelînê ecêbeke. Lê ya herî ecêbtir ew e ku ew polîs bi polîsên
hevalên xwe yên kar re pey kesê ”şelanker”, ango pey xwe bixwe, ketibû! Û dinya
jî xerab bibûya tu kesî wê nikariya wî ”şelankerî” bigire ger Jean xeletiyek
nekiribûya. Xeletiya Jean jî ew bû ku wî piştî şelandina bankê, di cih de
erebeyek bi 600 hezar kronên swêdî (nêzîkî 70 hezar dolar) kirîbû û wî di nava
sûka bajarê Söderhamn de forsa xwe tavêt.
Vê yekê di cih de
bala hevalên wî yên kar kişand:
Ew polîsê ku bi
kotekî îdareya xwe ya aborî ya rojane dikir, çawa di cih de bibe xwediyê
erebeyek modela herî dawiyê û gelek biha… Wan êdî şuphe ji hevalê xwe Jean
dikirin.
Hevalên wî jî
takîba Jean kirin û ew êxistin bin çavan. Û herçî diçû gelek îsbatên teknîkî û
yên dî jî li ba hevalên wî ser Jean û şelandina wî kom û qelew dibûn.
Li gor hevalên wî,
wan li ser kar, di çaxê taştê de, ser vê şelandinê, henek-menek li hevalê xwe
Jean dikirin da ku ew vê yekê ” ji bin wî derêxin”. Û di dawiyê de ew şelandin
ser polîs Jean Norrby bi hemû îsbatên xwe ve cemidî.
Jean di dadgehê de
weha got:
- Hemû aqil û
têgihiştinî winda bûbû. Min karekî li gor fikrek aqilane (rasyonel) nekir. (rojnameya
Expressen, 18/4-05)
Duh (18/4-05)
daweya Jean di dadgehê de hate tewakirin û wî polîsî 5 sal ceza girt.
Dixweye ku
xwedîkirina pereyên ku polisê swêdî Jean Norrby bi rêya ”rêkurtkê” re bi
destxistî ji şelandina bankê zehmettir hat.
Gotinek ya pêşiyên
me kurdan heye:
”Malê bi tirrê tê
bi fissê jî diçe!”. Veca mesela Jean jî welê çêbû.
ECÊBEK JI
NORWECÊ:
POLÎSÊ
NORWECÎ ŞIKAYETA QANÛNA CEZAKIRINA TRAFÎKÊ DIKIN…
Polîsên trafîkê
yên Norwecê şikayeta giranbûna cezayên trafîkê dikin. Li gor polîsan, pereyên
cezakirina trafîkê gelek giran û zêdene.
Mesele, ger kesek
di lampeya sor de bi erebeyê bajo, wê 5200 kronên norwecî (kn) (nêzîkî 800 dolar)
ceza bide. Herweha, ger kesek bi bîsikleta xwe ya ku bê lampe pêketî be bajo wê
3200 kn bide.
Li gor polîsê
Norwecî, ji ber giranbûna pereyên trafîkê, ew mecbûr dimînin ku gelek caran
guftugoyên (munaqeşeyên) dûv û dirêj li ser cezayê pereyan bi kesên ku
xeletiyan di trafîkê de dikin re bikin. Ev yeke gelek wextê polîsan digire.
Li aliyê dî jî,
polîs dibêjin ku cezakirina narkotîkê (titina spî) ji yê trafîkê gelek kêmtire.
Mesele kesek ku narkotîka bi wî re were dîtin ew dikare xwe bi 3000 kn ji cezayê
polîsan xilas bike. Li gor polîsan, ev yeke newekheviyeke di qanûna Norwecê de
tîne holê.
Berpirsiyarên
sazkirina qanûnên dewletê di cih de bersiva polîsan dan û gotin:
-Polîs divê
pêkanîna qanûnan ve mijûl bibin. Çênabê ku ew protestoya qanûnên ku ji aliyê
rêvebirina dewletê ve hatina danîn munaqeşe bikin. Ev yeke ne karê wan e. Karên
wan ew e ku ew bes qanûnan pêkbînin û hew!
Vêca kî heq û kî
ne heq e, Xwedê zane!
KDN: kurdistandailynews.com
|