|
Du
Zarokên Kurd, Dinya bi nuqteya Tirka ya herî qels hesandin!
UPPSALA,
18/4 2005- Tirka bi xwe xwestin ku kurda, bi bûyera alê ya li Mêrsînê provake
bikin û bikin sedemek berdewamkirina kevneşopiyên xwe yên kirêt yên sedsale…Lê
wan tiştekî dinê jî bi yekê kir, dema ku dinya alemê dît ku bûyera ji destê du
zarokan xuya dikir hemû tirk rakirin ser piya û li her derê mîna ku dijmin
ketibe welatê wan û dagir kiribe alên xwe daliqandin,
dinya pê
hesiya ku bê ka milletê tirk çiqasa ji xwe bi tirs e, baweriya wan bi wan tineye
û çiqasa zûka dikarin bêne provakekirin.
Hêj mehek di ser
bûyerê re derbas nebû, Tirka ji bo ku dostaniya xwe bi Yûnana re xweş bikin
hinek xwendekarên xwe yên leşker û du sûbay ji bo mêvandariyê şandina hinda
leşkerên Yûnanî.
Ji vê derê û
wade ez ji bo şîrovekerê me yê bi nav û deng bihêlim binêrin bi ka çi zanîn û
dîtinên wî derbarê mijarê de hene:
Ez serê we
neêşînin Tirkên min û we rojekê dinihêrin ku hineka aleke ku hinekî hatiye
şewitandin û li ser ji Tirkan re çêr kirine, danîne ciyê wan yê mayînê.
De îcar were dîn
nebe, ez serê we neêşînin hema di cîhde radibin telefona xwe didin ber guhê xwe
û li Qurmê xwe digerin.
Qurm dibêje:
-Ha çiye xêr e?
Kat dibêje:
-Wele efendim
vana neheqîke pir mezin li me kirin. Qurm dibêje:
-Ma
çi bi serê we de hat xêr e, qey qedrê we negirtin çiye? Kat dibêje:
-Qurmê min, xwezî xatirê me negirtana, lê na tiştekî gelek mezin çêbûye. Qurm
dibêje:
-De
ka bêje heyra te ez teqandim, ma qey ji bobelata Mersînê ne mezintir e! Kat
dibêje:
-Wele ku ez bêjim cawê sor û sipî di fabrîqeyande namîne, dê Fîtendaşên me hemû
bikirin, bikin al û bi her derê, heta bi histuyê guran û darên serê çiyê jî
vekin. Kutkuta dilê Qurm bêtir bû û got:
-Ma
qey -dur ji van dera- dîsa hinek xayîn û bêmirêzan qesta ew alaya me ya bi heyv
û xwîna şehîdan mina kulîlkekê hatiye xemilandin kirine? Kela girî ket qirika
Kat û got:
-Wele Qurmê min ne bela me bû.. me çiqasa xwe bi wan da şêrînkirin jî belaseve
çû, rabûn alaya me şewitandin û li ser jî çêrên negotî ji me tirkên xwînpak re
nivîsandine. De îcarê em li bendî fermana qurmê xwe ne, gelo em niha dest bi şer
bikin û xwe di ber alaya xwe de bidin kuştinê yan bimînin heta ku artêşa me ji
bo ku wan di deryayê werke tê û gelê me jî her yek alayek rengîn di destê wan de
li dû artêşê tên?
……….
em
nizanin bê ka Kat û Qurm çiqasî li ser telephonê şêwirîn, ray dan û sitendin lê
em dizanin ku hema di nik de vegeriyan. Çawa ku gihaştin axa Tirkiye hemûya bi
hevre gotin ‘’Ne mutlu Turkum diyene, Yûnan bayrak yakmişsa bîze ne?’’ Ma hun
zanin jibo çi wan wisa got? Mêrika rast dibêjin, piştî wê karesata mezin, ku di
dinyê de bobelateke weke wê tu carî çênebûbû, ne artêşê êriş kir, ne Tirka
rahiştin alayên neheqî li wan hatibûn kirin, ma hun jî bûna weyê wisa negotana?
Ez
şîroveyên wekî dinê jî ji we re bihêlim, lê niha hun dibêjin gelo kê alaya tirka
li Yûnanistan şewitandiye?
Wele min nedît lê ez wisa bawer dikim ku ev bûyer ne jibo dijminantiya Tirka û
kira dilê wan e; lê ez dibêjim ev dîsa karê ciwanekî hêj temenê wî negihaştiye
bîstî ye.
Wî
gotiye hela bise bê bi sedem vê kirina min dîsa Tirk, meş û mitingan li dar
dixin û li her der û deveran alayên xwe dadiliqînin yan na?
Mucteba Baravî
|