|
Dr. Mehmûd Osman; "PDK Û YNK di
tefsîlatan de li hevdû nakin"
HEWLÊR,
4/5 2005- Sîyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman dibêje; nakokîyên di navbera PDK û
YNK ne di pirsên bingehî da ne, belkî di kitkitan (tefasil) da ne. Osman, herdû
partîyan berî 5 Mehan li ser pirsên bingehî li hevdû kiribûn, lê dema ket
kitkitan hin nokokî li ser qanûnên serokatîya Kurdistanê derketin pêş.
- Nakokîyên navbera herdû Partîyan de, li ser midê
serokatîyê û çewabûna fermandarîya Pêşmergên Kurdistanê ne. Mesûd Berzanî
na xwaze ku serokatîya Kurdistanê sembolîk be û naxwaze desthiladarîyek mutleq
be jî. Lê divê desthiladarîya serokatîya Kurdistanê, li gor hin qanûnan were
destnîşan kirinê ku di hin waran de karibe hin êrkên xwe bi cî bîne.
- Partîya Demokirat ya Kurdistanê di xwaze midê
serokatîya Kurdistanê 4 sal be, lê Yekîtîya Nîştimanîya Kurdistanê jî di xwaze
ku hatanî hilbijartinên Îraqê yê ku piştî çend mehên din wê were kirin be.
- YNK, dixwazin bila qanûna serokatîya Kurdistanê
wekî ya merkezî were amadekirin û divê di dema hilbijartina Îraqê dê piştî çend
mehên din were kirin, bila serokê herema Kurdiostanê jî were hilbijartin.
- Berpirsên rêxistinên ku girêdayê YNK dibêjin;
divê dan û sitendinên li gel PDK berdewambe ku xwe bigîhînin netîceyekî.
Herdû partîyên Kurd, divê kêlekên xwe bidin hev û perpirsyarîya miletê
kurd ra bigirin û divê zûtirîn wext nakokîyên navbera xwe çareser bikin.
- Rayedarên YNK milet ji vê helwesta hana
nerazîne, ku cara yekemîn Parlamentoya Kurdistanê ne civîya û ev yek jî ne
di xizmeta miletê Kurda ye. Divê qanûna serokatîya Kurdistan hebe û Mesûd
Berzanî bibe serokê herema Kurdistanê, lê hin nakokî henin û em dixwazin van
nakokîyan çarerser bikin.
Çevkanî:Kurdistan Regional Government (KRG).
Amedekar
Şerefdîn
|