-----------------------------------------------------------------

Divê ku Kurd zimanê Dîplomasiyê Qenc Bikar bînin!

Swêd, 29/1 2005- Bêgûman divê ku Kurd di mijara Kerkûkê û mafên Kurdan yên wekî dinê de bi biryar bin û ji ser ya xwe danekevin, da ku bikaribin gav bi gav ber bi armanca xwe de biçin; an jî bizanibin ku li ku dera armanca xwe ne. Car heye ku mirov piştî du gavan pêş de davîne mecbûr dimîne ku Çar gavan paş de biçe.

Piştî ku mirov Çar gavan bi şûnde çû divê ku mirov bizane bi pêşdeçûyîna du gavan hêj mirov vegeriya ciyê xwe yê destpêkê û tu destketiyek tune ye.

Mijara Kurdistanê, federaliya tê hêvîkirin û Kerkûka ku em xwe li ber xweş dikin, sifreyek ku birçî û belengaz xwe li ber xwarina wê xweş dikin e. Sifreyek wisa ku şortikê ji devê dewlemendan jî diherikîne...

Lê bi ya min divê ku dîsa jî berpirsiyarên gelê kurd dema ku daxuyaniyek dan çapemeniyê û an nerazîbûna xwe li hember cîranên çavnebar nîşan dan, zimanê dîplomasiyê qenc bikar bînin û bizanibin ku kîjan gotina wan çiqasî kêfa kê tîne an jî bi çi rewşê bête şîrovekirin.

Wek min di serî de jî got di bernameya ku dane ber xwe de nabe ku paş de gav bavêjin û divê ku her li pêş xwe binihêrin. Lê li gor dem û kesan divê ku ew tiştên ku dikin bi gotinên sihêrbaz yên dîplomasî bibêjin. Wê gavê dê qulpên ku dijminên wan  karibin xwe pê bigrin kêmtir bin.

Bi taybetî di mijara Kerkûkê de, gaveke an jî gotineke hinekî germ dikare her tiştî serobino bike û destketiyên heyî jî têxîne xeterê. Heke Xwedê neke -mîna ku êdî gelek kes û der û dor li ser mijara bihevketina ya gela a di Kerkûkê de disekinin- tiştek biqewime, bi ya min dê siberoja Kurdistanê bi xetereke mezin rû bi rû bimîne û ji xwe dewletên weke Tirkiye , Îran û Sûriyê jî xwe dane bendî derfetên weha kirêt û şevên wisa tarî ku bikaribin bi dilê xwe pelûlê tev bidin.

Ji bo mînak di heman xeberdana ku birêz Nêçîrvan Berzanî rexneyê li hukumeta Iraqê digre û ji hêlekê de bersîva serokwezîrê Komara Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan dide, berê xwe dide YD. Emerîka û wan jî dixe heman rêzê ku tu bihistiyariya Kurda ya derbarê Kerkûkê de fam nekirine.. Ev yeka hanê xeletiyek e, ji ber ku dema dewleta tirka û rayedarên wan şîroveyeke weha dibihîzin hinekî kêfa wan tê û di nav xwe de dibêjin ''me jî digot qey soz û peymanîn kûr û veşartîtir di navbera Kurda û Emerîkaniyan de hene ku van kirinên dikin hemû li ser devê wan dikin, na xwe em xapiyane, heke Emerîka hêj bêbiryar bin û ji wan bêtir nêzîkî me bin divê em bêtir bixebitin ku hîle û dafên heta niha me vedane birêkûpêktir bikin da ku bikaribin wan ji nêzîkbûyîn, piştgirî û hogiriya kurdan dûr bixin'' bi van gotinan nebe jî bi van hêviyan tev digerin.

Lê çawa ku dema reaksiyon li hember dewleta Îsraîl zêde dibin, lobiyên wan yên li nav dezge û rêxistinên cîhanê belavbûyî û cîhgirtî di binî re rê li ber polîtîkayên Îsraîl vedikin, dîplomasiya kurda jî bi vî rengî tev bigere û kesên mîna birêz Nêçîrvanî berpirsiyarên payebilind  jî bêtir li xeberdanên xwe miqate bibin, dê rêka -ku di taliya wê de- gulîstanên bê hemta- hene, ku bi hezaran kesan xwîna xwe bexşandine bo ku şênahiya wê bê nedaw nemîne- nêzîktir bibe...

MUCTEBA BARAVÎ

 

 

Niviskar