Dîrok
Dîrok, Em
Bi
roj û şevên xwe,
Bi
ronahî û tarîtîyên xwe,
Di çînên te de cîh digirin.
Yên ku rengên xwe didin te;
Xem û xeyalên me ne,
Nêrîn û rexneyên me ne,
Xwestin û hêvîyên me ne,
Lê herî pêştir
Kirin û nekirinên me ne.
Lê dîsa jî em ar nakin,
Bi serrastkirina xwe dest pê nakin.
Bi pozbilindî û mexrûrîya xwe
Rexneyan kesên din dikin.
Nêrîn û kirinên xwe hevûdin dûr digrin
Û
dûra jî ra dibin
Ji
te re pevçûnê dikin.
Na Dîrok,
Va ha nabe!
Bi nakokîyên me
Rengên te yên paqîj zêde nabe !
Ger em bizanin ku
PaqiJtîya te
Di ya me de derbaz dibe!
Hesen Polat
31ê Adar ê 2005
Stuttgart