Di Zargotina Kurdî de Rola Dengbêjan

Salihê KEVIRBIRÎ:


Dema mirov bixwaze li ser dîroka gelekî lêkolînekê çêbike beriya her tiştî serî li berhem û çavkaniyên nivîskî û bidevkî dide. Gava ew gel, ji aliyê berhemên nivîskî ve qels û lawaz be, wê çaxê rola berhemên çîrokî, zargotinî û hunerî zêde dibe. Tiştê balkêş ew e ku gel û welatên di bin esareta dagirkeran de ne, par û nesîbê xwe ji vê yekê gelek giran û xedar distînin! Her tim rastiya wan tê berevajîkirin, çanda wan tê ‘tune’kirin ew dibin xwedî çand, huner û dîrokeke biyan û nerast.

Gelê kurd jî, ji ber ku bi sedan sal e hatiye dagirkirin û tarûmarkirin, zimanê wê hatiye qedexekirin, terş û talanên wê hatiye talankirin û ji ber gelek sedemên bi vî rengî, heta îro jî ji aliyê çavkanî û berhemên xwe yên ‘nivîskî’ an bêpar in; an ku hebe jî, mixabin wekî tiliyên destan kêm in.

Lê siûda gelê kurd ji aliyê çand, huner û zargotina bidevkî ve vekiriye û di vî warî de rewşa wê zor çak û dewlemendiyeke bêhempa di nava xwe de dinimîne (dihewîne). Bi rastî jî zargotin ango folklora kurdî; bi gotineke din ‘Edebiyata Kurdî ya Bidevkî’ sayanî pesindanê ye.

Helbet, ‘bingeh’ û ‘ferş’en sereke yên ‘Edebiyata Kurdî ya Bidevkî’ Dengbêj in. Dengbêj, bêyî mubalaxa ‘Pirtûkên Zindî’ ne. Heger em navekî ‘teknolojîk’ û serdema îro li van ‘camêr û canik’an bikin, li gorî bilêvkirina Nivîskarê Kurd Muhsîn Kizilkaya emê ji wan de bibêjin ‘Hard Dîsk’ên kurdan!

Bi sedan, bi hezaran qewmîn û serpêhatinên karesatî, mêrxasî, evînî, civakî û tarîxî ku ji sedî yekê wê bixwe jî heta niha nehatiye nivîsîn, bi saya serê van dengbêj, goranîbêj, çîrokbêj û derwêşan bi riya ‘zargotin’ ango vegotinê hatiye parastin û heta îro hatiye.

Pirsek heye: Heger ne ji dengbêjiyê bûya, gelo wê şer û aştiya bab û bapîran, kiryarên beg, axe û şexan û ji mêrkujiyên eşîran emê bi çi rengî agahdar bibûna? Ango ne ji çîrok û loriyên dapîrên me bûna, gelo wê me şexsiyetên mîna ‘Mîrze Mihemed’, ‘Keçelo’, ‘Kûmreş’, ‘Derwêşe Evdî’, ‘Gênc Xelîl’, ‘Emê Gozê’, ‘Bişarê Çeto’ û Koçero’ nas bikira an na? Îro jî dema kesek bixwaze ‘singûyên bixwîn’ û ‘sikeftên tarî’ hîn bibe, guhên xwe dide lorikên dayîkan û awazên ‘Kawîs Axa’, ‘Karapetê Xaço’, ‘Sakiro’, ‘Reso’, Hiseyno’, ‘Zahiro’, ‘Salihê Qubînê’ û gelek dengbêjên ‘xweşawaz’ ên wekî wan.

Dengbêjî li çar aliyên welatê me; li herêmên bi navê Serhed, Xerzan, Botan, Soran, Behdînan, Mêrdîn û Diyarbekirê, di warê kemilandin û xemilandina çand, ziman, wêje û hunera kurdî de tesîreke ‘baleberz’ û xurt kiriye. Bo nimûne ji ber ku ez ji Herêma Xerzan im dixwazim bi çend vegotin û mînakan behsa tesîra dengbêjan li vê herêmê bikim.

‘Deşta Xerzan’, ‘Qubîna Şewitî’, ‘Hezoya Kevin’, ‘Filehên Koxan’, ‘Êzîdiyên Hemdûna’, ‘Xetmeya Xopan’, ‘Çiyayê Zenga’, ‘Bîra Kurêdiya’, ‘Çemên Başur û Xerzan’, ‘Germavên Xêsta û Bilorîs’ di kilam û lawjeyên dengbêjan de rûh dibîne. Di ‘lê lê’ û ‘lo lo’yên van ‘qiraseyên kilaman’ de ev cih û dever ji nû ve zindî dibin! Helbet ev cih û dever, di devên van ‘qiraseyên mêran’ de carinan bi şermî, carinan jî bi serbilindî têne bilêvkirin.

‘Sêxên Zoqeydê’, ‘Seyîdên Badayê’, ‘Begên Eyndarê û Zoqê’, ‘Çiyayiyên Motka’, û ‘Koçerên Miradî û Kanîgewrkî’ di devê dengbêjan de bûne ‘benîşt’ û heta îro hatine. Bi saya ‘kilam’ û gotinên van dengbêjan em dizanin ku 70 sal berê ‘qereqol’ û ‘nehiye midûrtî’ li kîjan gund û navçeyên li Xerzan heye. Her wiha dîsa em bi xêra wan dizanin li mintiqeya ‘Bişerî’ û Reşkotan’ çend malbatên êzîdiyan hene. Li aliyê din ‘Şerê Mîrzikê Zaza û Derwêş Nebî’ ku di dîrokê de wekî ‘Şerê Qewalê Êzîdiyan û Sofiyê Misilmanan’ jî tê naskirin û di wê pevçûna ‘brakujî’ de ‘xwina bira’ wekî ‘gola xwînê’ diherike ango ‘xwîn laşan bi xwe re dibe!’ jî ji dengbêjan bo me wekî ‘mîrateya wêjeyê’ maye.

Li hêla din şexsiyet û malbatên bi nav û deng mîna; ‘Hacî Zorav’, ‘Filîtê Quto’, ‘Eliyê Ûnis’, ‘Silêmanê Mistê’, ‘Brahîmê Mehmûd’, ‘Reîsê Derwêş’, ‘Emînê Perîxanê’, ‘Evdilê Brahîm’, ‘Zibeyrê Ehmê’, ‘Cemîlê Çeto’; ‘Bişarê Çeto’, ‘Derwêşe Sado’, ‘Silhedînê Hacî Reşîd’, ‘Seyîdê Mamo’, ‘Mala Dîbo’, ‘Mala Faro’, ‘Mala Şemdîn’, ‘Mala Reman’ û serên eşîrên ‘Mala Faro û Seyîdên Badayê’, ‘Serê Hethetkê’, ‘Serê Eynqesrê’ di nav berhem û gotinên dengbêj û dengbêjiyê de ciheke girîng digirin.

Dengbêj, goranîbêj, stranbêj, çîrokbêj, heyranokbêj! Sewtên ‘fêlbaz’, gotinbêj û xweşawazên ‘qulingî’. Her dem bi ‘sê dengan’ gotin. ‘Tewînî’ ya wan geh kezeb şewitandin, geh ‘dil û evîn’ an geşkirin! An li ‘dîwanxane’ û ‘seydvaniyê’ de bûn mêvanên me an jî bi awazên ‘Keremê Seyad’, ‘Aznîva Reşîd’, ‘Kubara Xido’, ‘Lûsîka Hiseyn’ û ‘Leyla û Tîtalê Kerem’ yên bi rengê ‘Guhdarên Ezîz Vira Dengê Erîvanê ye!’ ketin mal û ‘dil’ên me! Carinan jî, ji ‘pişkovên’ Radyoya Urmiyê û Bexdayê pêl bi pêl li nav ‘cerg û hinav’ên me geriyan!

Ya Star! Ew çi deng û sewtên dilşewat û diljen bûn? Kê bûn ew? Ew ên ku ‘Filîtê Quto’ bi ‘Mamê Emê Etmankî’ re didan şerkirin? Kê bûn ew ên ku berê ‘Edûlê’ didan ‘Xeta Sûrî’ ku li şopa kurmamê xwe ‘Gênc Xelîl’ digeriya? Kê bûn goyendeyên ‘Lawikê Metînî’, ‘Bişarê Çeto’, ‘Mîrzikê Zaza’, ‘Emê Gozê’, ‘Rizgan û Nûrê’, ‘Siyabend û Xecê’, ‘Meyrema Fileh û Eliyê Qolaxasî’, ‘Mem û Zîn’, ‘Xozan Daxê’, ‘Derwêşe Evdî’, ‘Salih û Nûrê’, ‘Heso û Nazê’, ‘Bavê Fexriya’ û bi hezaran stran û kilamên din?

Ew ‘Şeroyê Biro’ bûn, ‘Efoyê Esed’ bûn, ‘Karapetê Xaço’ bûn, ‘Aramê Dîkran’ bûn, ‘Xana Zazê’ bûn, ‘Aslika Qadir’ bûn, ‘Egîdê Cimo’ bûn, ‘Asa Evdile’ bûn. Piştre ‘Eyşe Şan’, ‘Meyremxan’, ‘Sakiro’, ‘Xalê Birê’, ‘Mihemed Arifê Cizrawî’, ‘Hesen Cizrawî’ û ‘Îsa Berwarî’ gihîştin hewara wan.

Di rastiya xwe de ew ‘delalên ber dilên me’ bûn!

Ji yên heyî re, saxî û silametî,

Ji yên mirî re ‘Rehma Xwedê’ dixwazim...

Dengê we her li dinê be DENGBÊJNO..!

 

 

 



 

 

Niviskar