DEWLETA LEŞKERÎ

Lokman Polat

Stockholm, 3/4 2005-  Tirkiye dewleteke leşkerîye. Ji alî leşkeran ve hatiye damezrandin û herdem yê ku îktîdar bûye leşker bûne. M. Kemal, Îsmet Înunî, Fevzî Çakmak û yd, di ordîya Împaratoriya Osmanî de general bû û vana komara Tirkiyê damezrandin.

Ji damezrandina komarê heta sala 1950-yî dîktatorîya Mustafa Kemal (heta 1938) û ya Îsmet Înunu domîya. Ev dem dema dîktatoriyê û yek partîtiyê bû. Piştî kul i Tirkiyê pirpartîtî çêbû û partiya demokrat (DP) li hemberê partiya kemalîst CHPê bi serket jî, generalan tehemûl nekirin û li dijê DPê înqilaba askerî pêk anîn û serokê DPê Adnan Menderes îdam kirin.

 Li Tirkiyê herçiqas partiyên curbecur bûne hukumet jî, lêbelê ew nebûne îktîdar. Herdem îktîdar di destê generalan de bûye û wan wek xwe kirine. Millî Guvenlîk Konseyî ya komara Tirkiyê herdem desthilatdar e û lewre jî li Tirkiyê tu demeke demokrasîyeke birêkûpêk nehatiye damezrandin. Îdeolojiya kemalîzmê û desthilatdariya generalan li pêşberê demokrasîyê astenga herî mezin e. Dijminê doza netewa kurd jî yê herî xedar jî generalên kemalîst yên faşîst in.

 Pîrozkirina cejna Newrozê ya îsalîn ji salên berê geştir û xurtir bû. Kurdan xwe nîşan dan ku l i ser lingan in. Dewleta dagirker ji zîndîbûna rewşa kurdan tirsiya. Dewletê dît ku çi bike jî nikare kemalîzmê bi kurdan bide hezkirin û nikare pêşî li têkoşîna gelê kurd bigre. Loma jî dest bi provakasyonê kir ku kurdan bi tehdîdan bide tirsandin. Ev kampanya ku ji bo ala xwînî bi destê dewletê hate amadekirin, ji bo çavtirsandina kurdan û geşbûna şovenî û nîjadperestîya tirkîtiyê ye.

 Tirkîtiya ku kemalîzmê afirandiye bêeslûfesl, bêkultur û xwedî dîroka direwîn e. Nirxeke wan yê hêja tune kul ê xwedî derbikevin. Di destê wan de tenê al maye, ala wan jî xwînî ye. Ji xwe ew bi xwe dibêjin ev al ji xwînê çêbûye. Ordiya wan ya hov bi barbarî gelan, neteweyan qetil kirine, ji ber qetlîama wan gula xwînê çêbûye û li ezman hîv û stêrê siya xwe daye ser gola xwînê û wan jî ji vê gula xwînê al çêkirine.

 Ev ala xwînî tenê layiqê barbaran e. Ev al ji bo kurdan xwîn û qetlîam îfade dike. Kurd bi tu hawakî nikarin liv ê ala xwînî xwedî derkevin. Yê ku dibêjin ev ala kurdan û tirkan e direw dikin, li kurdan neheqî û heqaret dikin. Ala tirkan nabe ala kurdan. Heger kurd xwe tirk qebûl bikin dibe ala wan, lê heger kurd xwe tirk qebûl nekin, nabe ala wan û ji xwe tirk jî tişteke weha qebûl nakin. Lewre jî beyanên Hadepîyan, gotinên Bakirhan û Leyla Zana bêbingehin, gotinên tewşomewşo ne. Divê kongra gel û hadep vê tiştî baş bizanibin; ew çi bikin jî ala bi xwînî û kemalîzmê bi kurdan nikarin bidin hezkirin.

  lokmanpolat@hotmail.com

 

 



 

 

Niviskar