|
|
|
--------------------------------------------------------------
Demek bi Seydayê Şehid Izzedin Yildirim reReftar
û hizr û nerînên wî
Ibrahim
Melazade
Malazada86@hotmail.com
Holanda,
21/2 2005- Cara yekem bû min ew dît. Ew dîtin ne dîtinek normal bu. Ew yek jî
wan dîtinan bû ku havbendiyek dirust kir di navbera du parçeyên dabeşkirî yên
Kurdistanê, ew hevdîtin dibite binaxeke mezin bo peywendiyeke ebedî.
Ew ne mirovekî
asayî mîna hemû mrovan bû, hêminî û ronahiya nav dilê wî zêdetir li pirsekê,
zêdetir li peyamek jî hilgirtibû. Ruhê wî, ronahiya nav dilê wî jî digot
çarenûsa me di yekbûna me de ye, yekbûna me jî di rîsala nûr de ye, risala nûr
ji peyameka ebedî ya herdû berdên kurdistanê ye bo hemû mirovên devera me,
mirovên wê deverê jî bi azadiyêre ne.
Hizra wî ew bû
ku azadî dawiya mebesta Kurdistaniya ye. Azadî hem mebest e û hem jî amraz, em
bi azadiyê re ne, ta azadî mîna baranekê li serê çiyayê Cûdî sinahiyê digehînîte
hemû dest û pêdestên welatê rojê, heke azadî barî wî wextî, tenê wî wextî em
dizanin û dikarín bêjin Rîsala Nûr karên xwe bi cîh anî.
Wextê wî ji min
pirsî tu xelkê kîj bajarê Kurdistanê yî, min we dizanî ew pirsiyara mirovekî ye
ku tiştekî li ser bajarê min nizane, lê derkevt ev yek ji wan aşiqên axê, dar û
berdên welatekî ye; bêna wî bê dîtina wê axê çi cara nehatiye û eşqa wî ew
hilgirtiye bo hemû parçe, dever, gund û şarên Kurdistanê, eşqa wî bo milletê
xwe handerek bûye bo nasîna hemû çîn û tiwêjên kurdistané. Wî pir xelk nas
dikir, navê geleka bo min rêz dikir, ew xelkén hevsaliyên min, lê min digot bo
li sarê min mirovên wisa jî hene.
Ji dimahiyê de
derket ku ew, zédetir ji min şarezayê bajarê min e, zêdetir ji min xelkê wî
bajarî nas dike.
Lê mixabin herzû
neumêdiyek li hizrên wî derket le hember ew mirovên wî nas dikirin, ew dûv
bizava íslamî de ketibû deverên başûrê welatî, guhdar bûbû ku li wir zanayên
mezin hene, lê dibêjin dengê daholê ji dûr ve xweş e, ev jî wisa bû, digot
mixabin ev zana ne mîna zanayên kurdan bûn, ev zana ne ew in ku Rísala Nûrsî
behis dikat, perwerdeya wan zanaya li Kurdistané çênebûbû, ev mirov namo bûn bi
komelgeya Kurda, firçika wan bi kultura ereban, bi ax û nefesên ereban, bi
tefsîr û ravekirdina hindek zanayên ereb ewên ku di bin nefesa rehperestiya
erebî de hatine gorepana çewasekariyan, ew zanaya tenê bi Kurdí axaftin dikirin,
lê ruhê wan, evîna wan, zanista wan jî ne li Kurdistanê hatibû pejirandin.
Ek terazû cem
seydayî giring û bi qedir û pir buha bû, ew jî kî xizmeta milletê xwe dike, kî
bi milletê xwe re ye, kî bo azadiya milletê xwe dixebite, ew xebitîn jî bi çi
awayekí be ne giring e, giring encamên wê xebitînê ne, girîng millet bigehe
armanca xwe, wê gavê, belê wê gavê em ê bên ba hev, û li ser acindeyên pêdivî
yên berjewendiya berzên gelê me dikarin bi destê hevûdû bigirin, kar bikeyin bo
jiyaneke pir li serwerî, jiyanek ku hemu gelên dunyayê bo xwe dixwazin.
Heke min navê
hinek hevalên xwe got derkeft ew hevalên wî ne jî, derket ku girêdana wî ya bi
wan hevalan ji girêdaniya min xurtir e jî.
Dem bi dem, saet
bi saet ew mirov li ber çavén min mina ustoreyekî mezintir dibû.
Derket ku ew
mirovekî herêmî niye, derket li hemû parçeyên dabirî yên welatê rojê serbazekî
veşartî ye. Veşarîbûna wî mîna stêrkên asimana neveşarî bû.
Ronahiya hizr û
dîtinên wî mîna agirê newrozê xwe di qutaye hemû kun û keleberên şax û zevî û
balaxaneyên kurdistanê. Ev serbazekî veşartî bû, lê siwênewarên kar u kirdewên
wî li hemû erda diyar bûn.
Ek ji sîmayên
nasîna min bi wî re pir rewneq dar bû, cara êkê min ew dî ew di niwêjê de bû, ez
sekiním ta niwêja xwe tewaw kir. Cara duwê jî hee min ew dî ew di niwejê de bû,
herdû carên malavayîkirdinî jî, ew di nimêjê de bû, lê berî du’a kirdinê bi
xêranîna min kir, berí du’a kirdinê jî rabû min berê kir, pistî pirsîna min bo
birîna du’a kirdinê got, ev du’ayeka mezintir e, tu hatí bi xêr û xoshî, tu here
bi xêr û xohsî, herduk du’ayên xêr in, û bihayên mezin di wê werîn û herînê de
ne. Hatin û çûn ji danistin û hizr û du’akirdiné pir buhatir in.
Evîn û işq û
xosewistiya wî bo seydayê (Seîdê) Kurdî çi sinûr nebûn, lê
Digot; kul û
birînên dilê min bo hejarî û nedarî û jêrdestî û nexoşiyên gelê me her gav min
disewitîne. Çirîkew nalîna min di nav dilê min de ne, li nivêjan de li herîn û
nerînan de, li xwarin û razanê de, li ders û ramanê de, li hemû sat û katan de
ez hejar û mezlûmên gelê xwe dibînim. Ez ew zalima dibînim ku ciwan û xortên
Kurda dişewitînin, pîr û pîrekên kurda dixene ser erdî, kerameta wan dişikînin,
ew her ro, her dem, her saet namûsa Kurda bi naheq dirijînin.
Tu bêje min ta
kengí dunya wisa bê dadwer dimîne? Ta kengê Selahedîn ji qebra xwe ranabe? Ta
kengê Rîsala Nûr bo me Kurdan bû nûr dimîne ?
Digot; kekê min
bêhêvî nebe, ez wan peyva dibêjim ta tu têbigehî, ruhê Selahedinî, û meşxela
Rîsala Nûr jî li dilé kurda hêlîn bo xwe kiriye, ew mîna ereb dibêjin rojek bo
te ye, rojek jî bo me ye.
Berdeka avê teje
bûye, sebra me hind pir e, hind dirêj e, lê hêza me jî bê dimahî ye, hêza me ji
çiyayê Cûdî ve hatiye, ji gemiya hezretê Nûhî ve hatiye, ji sualên Nûrsî hatine,
rik û kira dujmin û naheza çende mezin be, çendî qirêj be, nikare dawiyê li
mílleté me bîne.
Em gelek in;
ruhê me, dîndariya me, xebitîna me, pîroziya me, dîroka me, xewn û soz û,
helwest û umêdên me ji kûrahiya dirokê de, ji kurahiya çiyayan de, ji ruhaniyeta
zerdeşt û Îbrahim û Musa û Îsa û Muhemed û Newresî ye.
Em Mezin in bi
ruhê xwe, bi welaté xwe, bi hişyariya xwe, bi dînê xwe, bi xebitîn û xebata xwe,
bi xwîna ew xortên ku bo azadiyê sêngên xwe dane ber gulle û qelxanên dujmina.
Bawer be xwebûna
Seyda bê sinor bû. Çi sînor nebûn. Aramî û sekinîn û hêminya wî cihe sersurmanê
bû, min dixwast êk ji sedê ji hêminîw arambûna wî min hebaye, min ew axaftin
digot, her car min sohbeta wî dikir.
Wî digot kekê
min sênahiye, ew ronahiya Rîsala Nûr e, ew fêrbûn e, çend te bí çiyayan ra bi
jor ve biçî aramiya te zêdetir dibe.
Çiya mirovî fêrî
meziniyê dikin, fêrî aramgirtinê dikin, fêrî berxwedanê dikin.
Hindî min pirsiyar dikirin
persivên wî amadebûn. Lê wî jî digot; heval pirsiyarên te bi dimahî nahên.
Lê
pirsiyarên te pir tirs in, tu çima natirsî ? Min jî digot :
Seyda ez tenê
dipirsim, û tenê ji te jî dipirsim, digot êh belkî rojekê pirsiyarên te bi
dimahî bên. Min jî got; ma bi dimahîhatina pirsiyara jî ne sekinîna hizr û bîrên
mirova ye? Heke av li kortekê de sekinin ma ne xeter e? Digot; berê xwe bidê ew
jî her pirsiyar in, lê rastî ez jî ji pirsiyara têr nabim, ewê ku pirsiyara neka
fer nabe jî.
Gelek su’alên
seydayê Kurdî jî bi pirsiyarên mezin despêkirine, û bi welamên mezin jî bi
dimahî hatine.
Ek ji karén
mezin yê seydayî xwedanî kirina xortên Kurd bû, ewên ku asiqê xwendin û zanistê
ne. Çi bajarên Turka nebûn xortên kurda tê de nebin. Digot heke ez bizanim
xortek ji ber birçîbûnê ya her hoyek din hebe nekare bixwîne dê agir cergê min
disewitîne.Hawar dikir gelo bixwînin, ta niha jî em koreyin.
Ez mezlumiyetiya
xwe bi çawên xwe nabînin, mezlumiyeta me çiyaya dihejîne, lê em ji ber nezanînê
nizanin.
Herwisa hizra
diçû dihat û digot, tu berê xwe bide, turka ên Osmanlî merce’yetek bo xwe çêkir,
û desthilatdarî ji destê ereban derxist. Farisa bo xwe teşeyu’ína kirine mezheb
û xwe ji ereba vekir. Ya ereba jî diyar e, tenê Kurd nezan bûn, nekarîbûn bo xwe
merce’yetekê bo xwe çêbikin. Seydayé Kurdî ew daxuyanî dan, lê mexabin kesekî ji
wî fahm nekir, daxuyaniya wî ne bi axaftin bû, lê bi karkirin bû, wî su’a’
nivisin, runahiye wan su’a’an têra hemî çiyaye Kurdistané dikir, lê xelkê
nexwendewar ji runahiyê ditirse, xwe cuda nekirin ta em bûn bende, ebdê xelkê,
xizmetkarê xizmetkara.
Wextê zerdest
hat Kurda bawerî pê neanî, ta çû nav farisada, pistî zivirî bi hêz Kurd hetin
ser dínê wî.
Wexté Seîdê
Kurdî jî hat reçeta xwe nûsîn, kesekî guhdariya wî nekir, lê turka guhdariya wî
kir, ta ew bi hêz hatin Kurdistané su’aên wî jî ji rexekî dî de zivirîn, ji
girtuxaneyên tirka hatin, berbest bo nebûn, çi perdek nebûn, nehêle tîşkên rişlê
bigire, ew tişik mezin û, diyar û , pir ronahî bûn, lê Kurda nedidîtin, sed
muxabin di wexté xwe de Kurd nekaribûn ji Seîdé Kurdi îstifade bikin.
Car caran digot;
evro min gelek got, devê min westiya ma tu têr nabî, û pirsyarên te jî bi dimahî
nayên, bila em razên pirsiyarên xwe bo sibehê veşêre.
Her êk ji me li
cihê xwe diçûn bin lihêfa xwe de, lê bêna min hin kurt bû min digut seyda
pirsiyaré min hêsta ze’fin, digot tu çima naçí cem hevalên Nûbiharê, cem hevalên
din, ew jî pir dizanin li ser dîroka me, li ser Seîdê Kurdî, li ser barudoxên
vêderê.
Lê min bersiva
wí nedida, dilê min bi axaftina wí neba têr nedibû, herbixwe digot, ez dizanim
tu aciz bûyî, te navê vê suhbetkirinê digel kesekí din bikî.
Bi wexteki kim
seburiya dilê min tenê bi wî dihat, lê ew ji pir kar û pir perpirî bû, nekar bû
hemû wexta xwe bo min terxan bike.
Wexta ez
gihaştim ewrûpa û min dimokrasiyeta ewrûpiya dît, gelek hizrên wî hatin bîra
min.
Wî digot mixabin
gelê me axaftinê nizane, zimanê axaftina Kurda tenê bi çek diaxive. Ma çi dibî
heke em harikar bin bo armanceka netewî ya mezin, ez çima berî şoreş û berxudanê
xelkê din bigirim, ev dixebitin em jî dixebitin, dujminê Kurda yek e, armanca me
jí yek e, wextê ku me azadî berhem îna wî wextî em vedigerin bo hizr û rayedên
milletê xwe, em ji milletê xwe dipirsin, her milletek bikaribe azadiya xwe
bistîne dikare nunerên xiwe jî helbjêre.
Ew axaftin pir
pêşve çûyî bûn. Piraniya xelkên Rojhelata navîn wisa nafikirin.
Hindek jî nuke
ew qena’et bo çêdibin.
Wexta ez ketime
rêka pir xetera yonanistanê gute min: Xwe ji bîr nekî, hege tu xwe ji bîr bikî
milletê xwe jî ji bîr dikî. Herwiha digot; tu diçî bajarên xerîbiyê lê mixabin
tu sefaretên Kurda nabînî, tu alayeka Kurda jî nabînî, kesek nabe liser te û ji
bo te bersiva bide, ew rewş bo hemû Kurda wihaye, ji bo wê çendê dilê te pir
dişewite, ez yeqînim firmêsik çavên te bernaden, ev pirs ya hemî mirovên hişyar
û bi qedr û qîmet e. Hindek kes wan hizran nakin.
Ew axaftin cem
min piçek xeyal bûn, min di dilê xwe de digot ew çi dibêje? Ez penaber im, min
hizir nedikir ku ew roj dihên ku rastiya axaftin ên wî mina stêrkan li asmanê xo
dixemlînin.
Ez ketim
ewrupayê, min gelek xelk dîtin û gelek Kurd jî dîtin, axaftina Ereba, yên Tirka
yên Ermeniya hemî hevdû bûn lê yên Kurda ne wisa bûn, yekî digot ez Îran im, ewê
din jî digot ez xelkê Turkiyê me, yekî dî digot Îraq yan Surye.
Ew cudayi li
cem min gelek ecêb bû, min herdem digut çima? Ta axaftina seydayê Îzzedîn hatin
bîra min, min zaní ku ew pirs tirsinake, pir mezin e.
Ez ketim rêka
derbederiyê, bi avê û bi hishkatiyê ra min serê xwe hilgirt, û çûm, lê bi tenê
nebûm, seyda bi suhbeta min dilé min geşbîn dikir û qet ji bîr nedikir ku bêjite
min ''keko milletê me emanetî me ye, xwe ji bîr nekî, ewê xwe ji bîr bike
milletê xwe jî ji bîr dike, ewê milletê xwe jî ji bîr bike ne mirov e, heke
bêjnê jî mirov, ew mirovekî sivik e, li çi ciha oqire nagre, xudanê wî, kesek,
wilatek jî tune. Mirov bi wilatê xwe bi warê xwe, bi hişyariya xwe rindin, ewên
wisa nebin ew kirêt in û kes jî qazancê ji wan kesa nake, ewê bi milletê xwe jî
bi xêr û pírozî nebe bo milletên din jî tiştek nabe, ew kesekî qirêj dibe.
Ewên ku xwîna wî
helal kir ew kesên qirêj bûn, dardestên dagirkera bûn, ew dindar bin an jî
bêdîn, kurd bin an jî ne kurd, ew tiştekî ji mirovatiyé fehim naken, buna
mirovêm mîna Îzzedin Yildirim hertim dirkeke bo pêyên ev nahez û qirêjan, ew
biçûk man, Îzzedîn Yildirim jî mezin, ew bûn bikuj, Îzzedin Yildirim jî bû
şehîd, ew ketin ber ne’letên xelkê Kurd û xebatkarên wan, seyda jî di dilê me
hemuya de ye, em hemû Ízzedîn Yildirim in.
Silav ji te re
li roja li dayikbûne û li rojên jiyana pir li xêr û pîroziyên te re û li roja
şehidbûna te jî re, û li roja rabûna te jî.
Tu nemird î, tu
wijdana hemû ew mirovên ku te nas dikin.
|
|
|