|
Partîya DEHAPê, li
dijî kê, ji bona çi tev li xwepêşandanên li Tirkîyê bû?
Enqere, 20/3 2005- Li Tirkîyê
roja 19ê Adarê di bin navê li dijî dagirkerîya Emerîka ya Îraqê de, bi
destê dewleta Tirk xwepêşandan li Stenbol, Edene, Îzmîr û Enqerê pêkhet. Armanca vê
xwepêşandanê, bi tenê li dijî destketîyên miletê Kurd li başûrê Kurdistanê
bû. Ji ber vê yekêbû ku hemî partî, sendîqa, rêxistin, dîndar,
bêdîn û dem û
dezgên dewleta Tirk beşdarê vê meşê bûn, lê partîya DEHAPÊê ji bona çi..
û li dijî kê.. û bi çi mabestî tev li vê xwepîşandanê bû??
Dewleta Tirk di
destpêka operasyona li dijî rejma Sedam Huseyîn de, hemî hebûna xwe
seferberkir ku bibe havkarê Emerîka û şerê Îraqê bike, lê dewleta Tirk
di vê helwesta xwe de qelptî dikir ji ber ku mabesta dewleta Tirk tenê
dijatîya miletê Kurd bû û ji bona pêşî li destketîyên miletê kurd bigere
û ji bona vê helwesta xwe ya xirab di xwest bibe hevkarê Emerîka, lê Xwedê dilreşya wan di ser wande anî û
bi ser neketin.
Ji wê rojê û pêve,
dewleta û bi tevê dem û dezgehên xwe ve di bin navê dijatîya dagirkerîya
Îraqê de dujminîya miletê Kurd dike û bi vî awayî piropaxanda dike. Ev
sîyaseta ku roja Îro dem û dezgên sivîl û demokiratîl li Tirkîyê di
meşînin, sîyaseta dewleta Tirk e û bi destê dewlta tarî û mîta tirkîyê
dertê.
Mixabin ew kesên bi
navê dînê Îslama pîroz û ew kesên bi navê demokirsî û mafê mirovan
li Tirkîyê radibin, di bin bandora
sîyaseta dewleta Tirk de dimînin û xizmetê ji vê helwesta xirab ya ne mirovî re
dikin.
DEHAP
Partîya DEHAPê, yek ji
wan rêxistinên ku xwedagiravî li dijî dagirkerîya Emerîka ya Îraqê
derket. Partîya DEHAPÊ û der û dorê wî, berê jî gelekî caran hatîye
listika dewleta Tirk û li dijî destkeftîyê miletê Kurd rawestîyaye. Divê
rê û rêçika miletê Kurd û kesên bindest û ya dewletê yek
nebe..! Dewleta Tirk di xwaze bi destê Evdila Ocalan pirsa miletê Kurd
beravtî bike û Kurdên welaparêz bê şexsîyet bihêle.
Îro dewleta Tirk ji
bona valahîştina naveroka pirsa miletê Kurd, bi navê "Îmrokurdê"
polîtîkakî nu îcadkirîye û bi destê Evdila Ocalan bi miletê Kurd dilîze
û di xweza miletê Kurd bê heysîyet bihêle. Ji Îmralîyê, ji bona serê
miletê Kurd tevlihev bike, dewlta Tirk heftê tiştekî li ser navê Evdila
Ocalan bi rêya Abokatên wî re ji rayagiştî re radigîhîne.
Tiştên Evdilah Ocalan
bi rêya Abokatên xwe re radigîhîne, tiştên herî bê mene ne. Tenê Dewlet
dixwaze bi destê Evdila Ocalan rê li ber Kurdên bide wendakirin û dunya
kenê xwe bi kurdan bîne.
Mirov çewa pêlavan di
guherîne, Evdila Ocalan jî wusan nav û sifetan ji xwe re
diguherîne, serokê PKKê, serokê netewî, Komara Demokirat, Kemalisît
Apo û serokê konfederalîzma Rojhilata Navîn, ev hemî listikin ku
Evdila dixwaze hercarê berê miletê Kurd bide gedûgekî bê binî û bi şeref
û heysîyeta miletê Kurd dilîze.
Divê sîyasetvan,
rewşenbîr, partî û hemî hêzên ku li der û dora DEHAPê û pkkê ne,
ji vê rêya Imrokurdê derkevin û neyên lîstika dewletê û ew pîlanên ku
dewlet dixwaze bi destê Evdila Ocalan çêkin vala derxîne.
Miletê Kurd ji bona
welatparêzîyê xwe sipartine partîya DEHAPê û miletê Kurd dizane li
ser çi rêyî ne û ji bona çi xizmetê dikin, lê divê berpirsên DEHAPê ked
û emga vî miletê wefadar û fedekar vala di avê de bernede û neke xizmeta
dewlet û sîyaseta gemar ya ku ji Îmraliyê ya ku binavê "Îmrokurdê"
derdikeve.
Dilbirîn,
Hezar_Gol@hotmail.com
|