Dewleta Tirk; "Heyfa başûrê Kurdistanî ji bekûr digire"

Kurdistan, 23/3 2005- Dewleta Tirk tu carî bi çavê hemwelatîyên xwe li miletê Kurd nenêrîye û tim kurd di nava du tştande mejbûr hîştîye, ya Kurd stûyê xwe ji bona suxrê-koletiyê xwardike an jî wê bi hemî hovîtîya dewleta Tirk re rû bi rû bimîne û wê ecêbê giran bine serê wan.

Dewleta Tirk wêrankirina Kurdisatnê, kuştina zarokên 12 salî, tecawuzkirina jin û keçên kurdan, koçberkirin û derbederkirina Kurdan, înkarkirin û tunekirina Kurdan û dujminatîya 40 mîlyon kurdî, ji xwe re rewa dibîne, lê tehemul neke ku çima zarokên 12 û 14 salî bi ala wan lîstîye.

Tu wextî  dewleta Tirk nebûye dewleta miletê Kurd û miletê Kurd tu wextî bi çavê dewleta xwe li Roma reş nenêrîye û her wusan dewleta Romê jî bi çavê rihmê li miletê Kurd nenêrîye. Miletê urd û Roma reş tim bi çavê dujminîyê li hevdû nêrîne û ev neyartî hêjî berdewame.

Dewelta Tirk di sîyaseta xweya der û ya hundur de,  di rewşea herî  xirab  û di rojên xwe yên herî teng de dijî.  Ji ber vê yekê ye ku her diçe dewleta Tirk tehdît û gefên xwe li ser miletê Kurd gurtir dike. Dema mirov li tehdîdên dewleta Tirk dinêre, her wekî dewletek din pê li ala wan kirîye û xwestine bişewitîne. Dewleta tirk bi vî awayî, dujminatîya xwe li himber miletê Kurd dide dîyarkirin û kefenê bav û kalên Kurdan tîne berçavê wan ku bi çi hovîtîyê ew qirkirine.

Dewlet, her hovîtîyê ji xwe re rewa dibîne û dibêje; binêrên me çi anîne serê bav û kalên we û birînên miletê Kurd ji nûve di herişîne û kula wan derdike. Serokerkan, serok komar, serokwezîr û hemî partîyên sêyasî, miletê Kurd tehdît kirin. Medya tirk mesla alê wusan mezinkirin ku bang li regezperestên Tirk kirin ku bi rijin kolana û heyfê ji miletê Kurd bigirin.

Di rastîya xwe de ev welweleya ku tirkan li ser mesela alê li darxistine, bi tenê ne serkeftina wan ya li himber pêşveçûyîna pirsa kurd û destketîyê li başûrê Kurdistanê ye. Dewlet dixwaze heyfa başûr ji kurdên bakur bigire.

Dewleta Tirk li himber mafê kurdan yê rewa, Turkmen Cepesî bi destê MITê organize kir,  lê dek û dolabên wan bi ser neketin û di dawîyê de ew û Turkmen bi refesan çûn hevdû  ku çima li himberî serketina Kurdan têkçûne.

 

 


 

 

 



 

 

Niviskar