Cihû Dixwazin Têkevin Mescîda el-Aqsa!

Qudus,10/4 2005- Hinek Cihû ji bo  bernameya Şaron ya ji Xezzayê vekişînê bê encam bihêlin, xwe amade dikin ku di 10/04/2005an de têkevin Mescîda el-Aqsa. Ji Alimên Misrî Muhemmed Seyid Tantawî da zanin, heke Cihû vê yekê bikin, ji ber binpêkirina qudsiyeta mizgeftê ya li gel mislimana dê Rojhilatanavîn biteqe..

Îroj li dijî vê plana Cihûyan li Filistînê xwepêşandenek çêbû û bi qansî 10 hezar kes tevlî wê bûn û  diyar kirin ‘’heke Cihû tiştekî wisa bikin dê  serhildana sêyem ya Filistînê pêk were.’’

Şeyx Tantawî di daxwiyaniya xwe da, ji bo ev plana Cihûyan pêk neye ji rêxistinên navneteweyî jî alîkarî xwest.

 

 

 



 

 

Niviskar