|
Çîrok
Pêş hatina Rojava
Li Rojhilatê bavek hebû
Gihîştin lawên wî Rojava.
Lawê
yekemîn di derîyên rojavayê de
Bi merasîmên mezin hat pêşwazî kirinê
Dû re ji bo rûmeta wî zîyefetên mezin dan
Gotar hatin dayînê ji
bo rûmetîya bavê wî.
Şev di nav balîfê ji
pûrtikên çûkan de
Law di nav xewnên
şefaqên hiphêşin
Reşayîyek sivik hêdîka
ket hundir
Ew kuştin û di cîhekê
kes pê nezanî de defn kirin
Bavê va di carekî de
ji zêdebûna hisêrên hewayê fam kir
Ji ber ku hêfa wî bigire birayê wî şand.
Lawê duemîn di welatê Rojava
Dema ku di kêleka
çemekê digerîya
Rastî keçekê di
tezetîya çîyan hat
Tu dibêjî qey;
Ji toza mêşa hingivê
hildigire,
Ji hewîrên neynikê,
biriqîya heyvê,
Ji ronahîya rîya
karvanan, tirsa incîyan,
Ji titûna gulan hatîye
dunê,
Ne dîya wê, ezmanan ew
hanîye dunê,
Rojê porên wê qevş
kirîye.
Bi salan du wê ket
Lê nekanî xwe bigêhîne
wê,
Mîna kendalekê Rojava
ket navbera wan
Dû re jî di rojekê
zivistanê de bahozekê sar
Ew girt û bir.
Û lawê duemîn
Serê kendalen mezin
Di nav lepên
hartîyên newî de dîtin.
Bavê va ji baranê fêm
kir
Ava baranê tal û
qemitok bû
Ji ber ku bigêhê sirrê
wê bûyerê
Şand lawê xwe yê
sêemin.
Lawê sêemîn li Rojava
Pir birçî ma, peliqîya, hevda ket
Lê rojekî di dukanekê de karek dît
Ewê pişt derbazbûna borçitîyê birayên xwe bigeryana
Lê sêhra Rojava zor lê kir
Kar pir bû, wext nedît ku birayên xwe bigere
Dû re jî ew temamî bîr kir
Bû şef, di mayeta wî de pir kes,
Şevan girêdana qirawetê hin bû
Roj hat dikanên wî bûn, bi tilîyan nîşan dan
Bûwû patron, lê hîna jî xulam bû
Çimkî ruhê wî de xulamtîyê cîh girtî bû.
Rojekî hemşehrîyekê wî di gazînokê de ew nas kir
Jî wî hesaw pirsî, wî jî
Tenê ji ber şerman bavê xwe re
Bi wî re çekik şand.
Bavê nezanî ku va kaxiza çi re dibe
Va çeka buha giran
Qîş kir û havit ber cêwrên kutîyan ku pê bilihîzin
Lê bav gelekê pîr bû
Dest ji tiştên ku kiribû hişê xwe berneda
Lawê çaremîn şand Rojava
Lawê çaremîn xwend, bû zanyar
Gel û welatê xwe
Edet û îdealê xwe
Medenîyetik paşveketî dît.
Bi xwe gihiştibû medenîyetek rast
Zanyarên Rojava ew pîroz kirin
Ew jî mîna hezaran wenda bû û çû
Bavê va jî bi sêhra zimanê tebîetê fêm kir
Rojekê ji mîha malê ya pîroz de şîrek reş hatibû.
Lawê pencemîn şaîr bû
Hewcî nekir ku bav bibêje here!
Hat û ruhê Rojavayê hîs kir
Di derheqê harbûna
Rojava û qedera Rojhelat de
Şîîrên mezinê tirajîk û giran ber xwe re hanî.
Komçeyên xwe komkir û
xwest ku bizivire
Bi dubarekirina şîîrên
xwe di deştan de
Mîna qûmê helîya û çû
di rêyan de
Dor dora lawê şeşemîne
Hîna di derîyên Rojava
de hat dîtinê nehat dîtinê
Ew jî elimandin avên
şîrinên bi jahr
Alkol vexwar
Dest bi hêjmartina
kevirên piyaderan kir
Xanî û zuqaq ji hev
nekir
Roj û şev navhev xist
Bi xwe jî rojekî wenda
bû û çû
Bav di vê demê de
mirîya bû bi keseran
Lawê heftemîn bi temaşa kirina daran mezin bibû
Di daran de gihîştîbû sirra biharê, havînê û zivistanê
Pelên hişk di wî de mîna qederê bûn
Wî jî xwest carekê talîha xwe bicêriwîne
Di şevaqekê de gihîşt Rojawa
Di bajarê herî mezinê li Rojava meydana herî mezin de
Sekinîya û pêşt de ban Xwedê kir
Ji bona kû wî neguherînin
Dû re îlhamek carê de hat wî
Û dest pê kir di ber xwe de kola
Rojavayî komî serê wî bûn û temaşe kirin
Wî qet guhneda temaşekirinê
Kola, bê rawestin kola
Dû re heyan navê ket çalê
Kom mezin bû, pir mezin bû
Wê demê vegerîya û peyivî :
Rojavano!
Ez lawê heftemînê bavekê me
Ku we bê guman şeş lawên wî daquland
Li vir bê guhertin dixwezim bêm defin kirinê
Bavê min ber jana berayên min mirî
Naxwezim ruhê bavê xwe biêşînim
Bê guhertin min por bikin!
Ez dixwezim rojhelatî bimirim
Lê tenê yek hêzek we yî mezin heye:
Yên hemberî xwe guhertin
Min bikujin jî li vir dernakevim
Belkê hestîyên min xwe biguherînin, bibin toz û xwelî
Lê ruhê min xwe naguhere
Ji bo ku wî bixapînin beyxûde je re pir tişt gotin
Bi rojan pan ku belkê ji ber birçîbûnê derbikeve
Ew roj bi roj helîya, lê berxwuda, derneket
Ber vê jana ezman û erd qelişyan
Ew bû stûnek ji nûr ê û helkişîya ezmanan
Rojava holê rakirina vê stûnê eciz ma
Hîna jî wî zîyaret dikin û şifê dibînin
Yên ku xwedî kulên herî bê çare
Yên ku ji dil de birîndar
Yên ku di dilên xwe de rêça însanîyetê hildigirin.
Sezaî Karakoç
Ji tirkî : Hesen Polat
21ê Nîsanê 2005
Stuttgart
Çavkanî; Sezaî Karakoç, Gün Doğmadan,
Stenbol 2000, Rûpel : 409-413
| Dem: 24/4
2005 Seet: 16,00
şandine: Hesen
Polat
Vegere |
|