**Menûya Kurdî**
     
 


Cîhana Îslamê wê ji naha û pêve bihevdû re Cejnên Dînî pîroz bikin

QAHÎRE, 26/ 4 2005-  Rêxistina Konferansa Îslamî (IKÖ)  wê di navbera du salan de Satalîta Esmanî bişîne Esmana û ew arîşeyên ku hersal derbarî dîtina Hîvê de derdiketin wê  bi dawî bîne. Piroje ji alîyê; "Navenda Ilmên Asmanî ya Zanîngehe Qahîrê" ve tê birêvebirin.

Rêxistina Konferansa Îslamî (IKÖ) da dîyarkirin ku Muslimanên dunyayê di rojên cuda de Rojî digirin û di rojên cuda de Cejnên Dînî pîroz dikin, ji bona ku pêşî li vê yekê bigere wê ji Satalîta Esmanî fêde bike ku wê Alema Îslamê bi hevdû re Rojî bigirin û bi hevdû re Cejnên dînî pîroz bikin. Ji bona Mehên qemerî baş werin destnîşankirin, wê di navbera du salan de xebatek ji alîyê IKÖ yê de were meişandin û wê Satalîta Esmanî bişîne Esmana.

Hate ragîhandin ku Satalîta Esmanî, wê bi bihayê 8 mîlyon dolar bibe mal. Û wê ji Satalîtê wêneyên zelala bigirin û ji dewletên Mislmanan re bişîne. Bi vî awayî wê arîşeya dîtin û nedîtina hîvê ji nav Muslimanan rabe.

Jêder: Islamdunyasi.com

Dem:  26/4 2005  Seet: 13,00   şandine:   Serhed.Net        Vegere

 



 

 

Niviskar