-----------------------------------------------------------------

Çepên Tirkan li ser xwîna miletê Kurd sîyaset dikin

Swêd, 17/1 2005- Xwîna miletê Kurd wek çem û kanî di herike, lê miletê Kurd ji rûmeta xwîna xwe bêpar in. Ên li  ser xwîna miletê Kurd sîyset dikin û di pirsa Kurd de xwedî gotinin ne kurd in. Ked û emga  miletê Kurd bi destê partîyên Kurd, ji hin mirovên din re tên pêþkêþ kirin. Îroj bi destê Apocîyan Çepên Tirkan li ser xwîn û keda Kurdan bûne mirov û ji quncikên tarî derketine ronahîyê.

Min îroj nivîsek di malpera Kurdistan- postê de ji pênivsa Yaþar Guln xwend, wusan dîyre ku rêvebir û nivîskarên Kurdistan-Postê,  deynê wanê wefadarîya ji Apocîyan re heye ku qet behasa gotin û qebehetê serok û rêveberîya PKKK,ê nakin.

Yekê wekî Yalçin kuçuk ku ajanê dewleta terîbû û heroj li ser ekranê Med Tivey bû. Gelo wê çaxê hûn li kubûn, çima we rawêj nîþan nedidan..?

Gelo ma wîjdana mirovan na lerize ku çepê Tirkan di kuçe û kolanên Tirkîyê de  rizyabûn, lê bi saya serê rêvebirên bêbasîret hatin li ser textê tijî rûniþtin..?

Ma çi ferqa di navbera gotinên Apo û yê Yalçin Kuçuk de heye..? Yalçin Kuçuk ajanê dewleta terîbû û mamostê Apo bû, yani yek ajanê dewleta Tirk bû û yê din jî þagirtê wî bû. Cenabê we wêçaxê çima xwe dîyar nedikirin..? Yan we nizanîbû ew xîyanete ku rêvebirîya PKK,ê dike..??

Apo bi dehan caran di hevdîtinên  bi parêzerên xwe re gotîye ku, Þêx Seîd efendî ajanê Ingilîzan bû. Gelo ma Apo hindik di ekranê Med tîvîyê de  ji terîx û rêberên kurd re gotin û galigalên bê edeb got..?

Me ji roja ewul de dizanîbû ku Apo ne dixizmeta miletê Kurda ye û mejûyê Apo nikare gundekî Îdarebike, lê cenabê we kirasê mirdtîyê li xwe kiribûn û we pesn û medhê Apo dikirin.

Qebehet ne yê Yalçîn kuçuk û yên wekî wî ne, qebehet ê wan kesê ku ew derfet da wan û xwîn û emga miletê Kurd kir xizmeta wan.

Hetanî miletê Kurd kirsê mirîdtîyê li ser xwe ne çirîne wê rewþa me tim ev be, baþtir nabe wê hjer biçe xirabtir lê were. Dewleta Tirk xwedîyê dek û dolabên genî ye, her carê ajanên xwe bi rengekî dixîne nav tevgera Kurd. Carna bi navê biratîya Îslamê, carna binavê sosyalîzmê û carna ji hinavekî din.

 

 

 

 

Niviskar