Li Holanda Komela Kurdên Aksarayê

KSN/ 15/7 2005- AMSTERDAM (28.06.2005) – Kurdên Aksarayê li Holandê bajarê Beverwijkê li hev civîyan û biryara awakirina komeleyek din ya Kurdên Anatolîya Navîn, bi navê „Ekecik Kültür Dernegi“ „Komela kultûra Ekecikê“ girtin.Di Civînê de nêzkê 150 Ekecikî amade bûn. Civîn di Salona „Dîlan“ de, di seat 14:30 an de dest pêkir. Bixwîne


Býla jýna Kurd lý tarîxa Kurdýstanê býnêre ca jýna Kurd kî ya

jýna Kurd lý tarîxa Kurdýstanè býnère ca jýna Kurd kî ye

Jý Amedè,  Elîf  N.

KSN/ 6/7 2005- Ez tým medya Kurd teqîb dýkým, berî çend rojan hevaleka mýn linka sita www.serhed.net è  da mýn ù ez gelkî kèfxweþ bùm sita serhe.net ewqasî xweþýk ù delal e. Ez gelkî jý sitèn Kurdî razîme ko ehmîyet dan hereketa þéx Seid, lè ez gelkî gelkî jý sita Serhedè razîme ko ewqas li ser herekete þéx Seid sekýnî. Ez xwazým bang lý temamî kurdèn Musulam ù xèrxaz býkem ko lý dora sita serhed.net è bèn ba hev. Bixwîne


Ji welatê sar û seqemê bi silavên germ î kelandî.

 KSN7 1/7 2005- Kekê Qasim, ronekbîrê gundê me! Tu çawa yî baş î? Ez dizanim ku dema tu çav li pirsa “Tu çawa yî baş î” ketî nemeyên ku eskerên me bi nîvtirkiyekê dihatin nivîsandin û “buyuklerin elerînden, kuçuklerîn gozlerinden operîm” diqediyan hatin bîra te. Erê lê piştî vê lêpirsînê ez êdî baş dizanim ku niha baş î û dibişirî jî. Ma ne bes e, di vê demê de mirov karibe bikene. Bixwîne


TOPLUM-DER,ê pêşengeha xwarin û cil û bergan çêkir

KSN/ 18/6 2005- TOPLUM-DERê doh li çarşîya binavê Dağkapı Selahadin-i Eyyubi yeraltı çarşısı yê de, Pêşengeha (kermes) xwarin û cil û bergên ku laîqê kultur û urf û edtên kesên Oldar dibe  çêkir. Gelekî kes beşdarê  Pêşengeha bûn. Pêşengh bi awakî serfiraz û her diçe bi tevlêbûna xelkê berdewam e. TOPLUM-DER, bang li her kesekî xêrxwaz û dilsoz dike ku tev li Pêşengahê bin û bila para we jî di vê Pêşengehê de hebe. Bixwîne


Kurdên li Swêdê; "Agirê Newrozê Gurkirin"

Stockholm, 21/3 2005- Kurdên Stockholmê do êvarê wek harsal li taxa Tenista li Egebigårdê, dîsa agirê Newrozê gurkirin. Agirê Newrozê her sal ji aliyî komela Kurd li Spånga û bi hevkarîya yekîtîya Cuwanîn kurd li Swêdê ve tête pêxistin. Agirê Newroz bi  beşdarîya 2000 kesî ve hate pêxistin û bi gurûba Hunermend Hesen Mele û muzîk û reqs û govendê hatiani derengîya şevê dewamkir. Li ser navê Komelê Spånaga segreterê Komelê  Dilbirîn Şerfedîn peymnekî pêşkêşkir. Bixwîne


Kurdan li Stockholmê bi coşek mezin "Newroz" pîroz kirin

Stockholm, 20/3 2005- Kurdên li Swêdê do êvarê bi beşdarîya bi hezaran kesan li Solnahalenê, Newroza  xwe pîroz kirin. Şevahenga Newrozê, ji  alîyê Federasyona Komelên Kurdistan li Swêdê ve hata organîzekirin û bi piştgirîya Hevkarêya hêzên sîyasî yên Kurd û Kurdistan, Însîyatîfa Kurdên li Swêdê û Komeleyên demokiratîk û Kulturî, hetanî derengîya Şevê bi dawî het.Bixwîne


Di Zargotina Kurdî de Rola Dengbêjan

Salihê KEVIRBIRÎ:


Dema mirov bixwaze li ser dîroka gelekî lêkolînekê çêbike beriya her tiştî serî li berhem û çavkaniyên nivîskî û bidevkî dide. Gava ew gel, ji aliyê berhemên nivîskî ve qels û lawaz be, wê çaxê rola berhemên çîrokî, zargotinî û hunerî zêde dibe. Tiştê balkêş ew e ku gel û welatên di bin esareta dagirkeran de ne, par û nesîbê xwe ji vê yekê gelek giran û xedar distînin! Her tim rastiya wan tê berevajîkirin, çanda wan tê ‘tune’kirin ew dibin xwedî çand, huner û dîrokeke biyan û nerast. Bixwîne

 


Jina Kurd

Di sazbûna civakê de rola jina pir girîng e. Ew civaka ku bê rola jina avabûye û   jina rengê xwe nedabê, nivcû, bê tem û rijî ye, jin xeml û xêza civakê ye. Jin û mêr havdû temam dikin yek bê yekê nabe û herdû bi hevra dibin mirovek kamil û bê kêmasî.

ji ber nebûna dewletaka Kurdî miletê Kurd bi tevayî bindest in, lê rewþa jina kurd ji ya mêrên Kurd  di pirên waran de xirbtir e. Dewletên cihanê dibistan çidikirin û miletê xwe perwerdedikirin, zanîn, teknîk û hikmet fêrdikirin. Lê dewletên dagirker li Kurdistanê Girtêgeh û Qereqolên eskeri çêdikirin, van dewletana ji bilî jop û felqe tîþtekî din nedane miletê Kurd û miletê Kurd bazanayî cahil hîþtine. Bixwîne


 

 

Ser Nivîs
Evîn
Payîz
Belengazên Kultur ..