|
Îro miletê Kurd; " Serhildan Qamîşlo bi bîr anîn"
Kurdistan,
12/3 2005- Îro miletê Kurd li Kudiistan û Cîhanê yekemîn salvegera
serhildana bajarê Qamîşlo bi bîr anîn. Bi deh hezaran miletê Kurd li Şamê,
Bureksel û Swêdê hatin be hevûdû û serhildana bajarê Qamîşlo
bibîr anîn û êrişên ku di 12ê Adara sala par ji alîyê dewleta Suryê de
hatibû pêkanîn, şermezarkirin.
Stockholm
Iro miletê Kurk yên ku li Swêdê dijîn
li Stockhomê li texa Karlaplan ji bona bi bîr anîna yekemîn salvegera
serhildana Qamîşlo û şermezarkirina dewleta Suryê hatin behevdû û hetanî
berîyê Balyozxana Sûryê meşîyan. Meş ji alîyê Însîyatifa Kurdên
Suryê û bi piştgirîya rêxistinên kurd yên li Swêdê hate pêkanîn. Li dor
300 kes beşdarî meşê bûn.
Li pîşîya Balyozxana Suryê, Rojnamevan
Kurdo Baksî, Li ser navê Însîyatîfa Kurdên Bakur Ezîz Aliş û li ser navê
Însîyatîfa Kurdên Suryê jî Dr. Emîn Sulêman axifîn. Gurûbek li ser navê
komîta amedekar, namek bi Kurdî û Erbî teslîmê Balyozxana Suryê kirin û
meş bi daoel û zurne û reqs û dîlan bi dawî bû.
Şam
Bi gorî MHA, miletê Kurd ji cûrbe cûr
bajarên Kurdistanê ku dinava awan de rêxistinên sivil yên Kurd Ereb û
nûnerên partîyên sîyasî jî hebûn, çûn Şamê û li ber derê wezareta Edaltê
xwestin agahî bixwînin û bûyera 12 Adara sala par şermezarbikin, polîs û
eskerê Suryê êrişî milet kir.
Piştî êrişên polisan gelek kes
birîndrbûne û bi sedan kes jî girtine binçava. Lê çendkes birîndar û
çiqas mirov girtine binçava, ji alîyê polêsan de tu agahî nehatîye dayîn.
Hate ragîhandin ku bi tayîbetî, polisan nihîştine ku medya beyanî wêne
bigirin û polisan dest danîye ser gelek kamera û mikînên fotrafan.
Biruksel

Ji
bo bibîranîna yekemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê ya Kurdistana
Suriyê, rêxistinên Almanya, Holanda û Belcîkayê yên partiyên kurdî li
Suriyê do li Brûkselê çalakiyek pirotestoyî pêk anî. Dora 500 kes
beşdarî vê çalakiyê bûn. Pîlanên ku partiyan Kurdistan Suryê berî
vê çalakiyê li ser li hevdu kiribûn, nehat pêk anîn.
Li gori Malpera Amudê di cîyê ku kurd meşa pirotestoyî pêk bînin,
konsera mûzîkê, şano û dewet û dîlan hetîye pêk anîn û gelek ji beşdarên meşê
ecêbmayî mane ku ev ci bû hate serê wan.
|