Helepçe ji bîra me naçe!

 Stockholm, 16/3 2005- Sal 1988 roja 16ê adarê hê pênc roj ji cejna Newrozê re mabû lê em li şahîya Newrozê ya ku  Federasyona Komeleyên Kurdîstanê li Swêdê li bajarê Stockholmê li hola Konsert Husetê amade dikir, bûn gava ku ew xebera reş bi ser me ve hat. Ez nizanim gelo ne ji ber tesîra coş û xiroşa şahîya Newrozê bû ku bi rastî Federasyonê ew sal newrozeke xweş î rengîn amade kribû, yan jî ji ber tênegihîştina me ya mezinîya bobelatê bû ku serê pêşî xebera reş li ser me pirr tesîr nekir. Şahîya Newrozê heya derengî şevê ajot, lê ez hê jî ne dilbicih im ka gelo nedivîyabû ku em hingê di wê gavê de şahîyê bibrrin û dest bi şînê bikin, pêkve hemî ji wê derê rabin, biçin li meydanekê li hev kombibin û lê bixebitin ku dengê xwe bigihîjînin cîhanê. Ger ku mezinahîya bûyerê bihata zanîn ez bawer im dê ev yek bibûya jî.

 Hinek ji me roja din, hinek jî hê çend roj piştre pê hisîyan ku pênc hezar (5000) Kurd ji zarok jin, kal û pîran (ji sedî 75ê wan jin û zarok bûn) bi yek carekê di bin bombayên gazê yên rejîma faşîst ya Seddamê terribî de, bi emr û ferman wî û fermandarê wî Elî Kîmyayî qir bûne. Belê bi yek carekê di çend deqeyan, heya belkî di çend sanîyan de bajarê Helebçe di bin mij û morana gazê de bû kavil, wêran bû. Di vê bobelata mezintirîn û hovanetirîn ya van 50 salên dawî de ji bilî wan 5000ên qirbûyî 7000 mirov jî (12000 jî tê gotin) birîndar bûn û seqet man, heya jîyana wan hebe jî dê seqet û perîşan bimînin.

 Li gorî saloxên kesên bobelat jîyayî û li gorî wêneyên satelîtan êrîşa bombayên kîmyayî wisa ji nedî ve û bi lez û bez hat ku bi taybetî jî zarok pê re negihîştin xwe ji kolanan bavêjin staran. Ji xwe mij û morana bombayên gazê hima bi yekcarê li her deverî belav bû, û kete deşt û newalan, hahakê li çol û pesaran gerîya û di kuçe û kolanan de kişîya heya hundurê malan.

 Pirr heyf û xebînet e ku di dema vê bobelata mezin de cîhana me çi rojhilat û çi rojava hima çi bigir hemî li himberî karesatê gelekî bêdeng û kerr man. Ji çend dengên qels î lewaz pê ve û ji çendek rojnamevanên dilsoz î dilêşan pêştir ne ji welatê Musilmanan, ne ji yê Krîstîyanan û yên din, ne ji yên demokrat û sosyalist û der û dorên din heya salên 1990î jî - dev ji geflêxwarin û dijberîyê berde - rexneyeke weha tuj î berbiçav jî li Seddamê tor î hov î xwînxwar û rejîma wî ya faşîst nehat girtin. Heya di bin de yên ku jê re li çepikan jî dixistin û ew qepaçe jî dikirin hebûn û çi bigir hima karbidestên xwedîhêz hemît jî ji gef û gurrên wî re bêdeng diman û çavên xwe digirtin.

 Bêguman Helebçe jî beşek bû ji bobelata mezin ya ku rejima Seddamê terribî ji 1987an û vir ve bi navê Êrîşa Enfal bi bombayên gazê li himberî gelê Kurd dest pê kiribû. Di wan êrîşan de bi bombayên gazê û yên napalmê heya hingê û demek piştî karesata Helebçe jî 4000 hezar gundên Kurdîstanê hatibûn wêran kirin û li cih û der û dorên wan mayîn hatibûn danîn.

Her weha di wan êrîşên bi navê Enfal navkirî de di navbera 2-3 salan de tevî yên Helebçe 182 hezar Kurd bi çekên kîmyayî hatin qirkirin û ji van yên ku filitîn jî bi sed hezaran koçberî welatên cînar nav neyarê xwe bûn û pirr mixab in ku li ser axa xwe ya Kurdîstanê weke penaberan ya rastî ne penaber jî weke xwînîyan li ber tan û niçên dijminên xwe hatin hiştin.

 Çendî ku ev mezintirîn karesat be jî lê Mixab in ku di pêvajoya dîrokê de gelek bobelatên weha bi ser neteweyê Kurd ve hatine weke ya Dêrsimê, Koçgirê, Agrîyê, Gelîyê Zîlan, Sasonê, Mehabadê û gelekî din.

 Bi hêvîya jibîrnebirina bobelata Helebçe û karesatên weha û cîhaneke bêjenosîd . . . !

Emîn Narozî

 


 

 

 



 

 

Niviskar