|
-----------------------------------------------------------------
Di bin sîwana
Îslamê de dujminatîya Kurdan dikin.
Stockholm, 19/1 2005-
Di dîrokê de bi qasî ku miletê Kurd xizmet ji Dînê Îslamî re kirî û
êrkê biratîya Îslamê bicîanîne, kêm milet hene. Piþtî ku miletê Kurd bûn
musilman, tim fedekarî ji birayê xwe yê musilman re kirî û wefadarê bîr
û bawerîyên xwe bûne. Lê miletên din tim ji wê wefadarêya miletê Kurd
fêde kirine û ji bona pelçqandina miletê Kurd jî bikaranîne.
Dewletên ku Kurdistan
parve kirine, tim bi çavê koletîyê li miletê kurd nêrîne. Eger miletê
Kurd di xizmeta wan dewletan de be mafê jîyanê didin wan, lê dema miletê
Kurd li hêjayê xwe xwedî derketin, bi hemî kar û kirên nemorovî re
rûbirû dimînin.
Gurûbên ku xwe wek
cemaetên Îslamî nîþandidin, bîr û reya xwe li ser dujminatîya miletê
Kurd avakirine. Ên ku di wan cemaetan de xizmet dikin pirên wan
Kurd in û binavê biratîya Îsalamê hatine xapandin. Ji bona ku Kurd
hiþîyar nebin, pir bi hostayî di bin sîwana Îslame de dujminatîya Kurdan
dikin.
Muslimanên Tirk û
Ereb, ferq naxin navbera Îsraîlîyan û wan Kurdên ku koletîyê red dikin. Bi
ya wan Kurdên ku behsa Kurdistanê bikin ew di xizmeta Yahîdîyan da ne.
Baþûrê Kurdistanê li
ser xwîn xort u keçên Kurd hatîye rizgarkirin û tu têkilîkyên Kurd û
Cûhîyan bi hev re tunebû. Dema miletê Kurd li dijê dîktator Sedam
Huseyîn þer dikir. Emerîka dostê Sedam Huseyîn bû, Emerîka û Îsraîl anah
dostê dewleta Tirk yên herî pêþin.
Ew sîyaseta ku
Muslimanên Tirk û Ereb binavê biratîya Îslamê dikin, ne biratîya
Îslamê ye, belkû dujminatîya miletê Kurd bi navê biratîya Îslamê
dikin. Perspektîfa Dînê Îslamê ji her miletî û li himber her bûyerî
yeke. Lê þibaka Muslimanan ku binavê Îslamê li Kurdstanê dinêre,
reþ e û tu tiþtek têda naxwîye.
Ewên dizivirin bacarê
Kerkukê ne Cûhûn e, belkî ew kurdên ku di dema Sedam Huseyîn de bi darê
zorê ji cîy û werên wan hatibûn derxistin ewên ku di zivirin ser xirbên
xwe.
Lê dewleta Tirk û
Muslimanên Tirk û Ereb wan wekî Cûhî binav dikin û ji bona ku Kurdên
Musliman bînin heycanê dibêjin; ku Kerkûk teslîmê Cûhîyan hatîye
kirin. Ji ber ku li ba wan ferqa di navbera Kurd û Cûhîyan de
tune.
|