|
Bi hêka Li Erdogan Xistin!
12/04/05 NTV-Erdogan Li Enstituya Nobel Konferansek dida ku hinek
kesen ku ji xwe re gotin em Nûnerên KNK ne derbarê pirsgirêka Kurd de ji Erdogan
pirsin kirin, li ser vê yekê Erdogan xwe hers kir û got:
‘’Pkk’yî nikarin li ser navê kurda xeber bidin. Hun kî ne ku bahs
ji rawestîna şer dikin. Tê vê maneyê ku we teror bi temamî qebûl kiriye û vê
gavê ez weke navendeke terorê dibînim. Ma hun di nav Tirkiye de dewleteke bi
serê xwe ne? Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd tuneye.
Ne mumkin e ku ez van fikrên we yên dijminane ku we ji van derana
wergirtine bi we re parê bikim. Hêzên me yên ewlekariyê nabe ku li hember kar û
kirinên teroristan bêdeng bimînin.
Heke hun bibêjin ’’Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd heye’’ mixabin ev
diristkirina pirsgirêkên xiyalî ne. Ji bo me pirsgirêkeke weha tuneye……. Tu kes
destikeke weha nade we.
Erdogan berî niha berê xwe dabû rojava û ew jî tawanbar kiribûn û
gotibû:
Rojava gotina Kurd û PKK têkilhev dike û dixwazin tirkiyê perçe
bikin. Xelet e ku em hemû Kurda wek endamên PKK bibînin. Rojava vê yekê xerab
bikar tîne. Neyin lîstikeke weha.
Bi hêka li Erdogan Xistin.
Erdogan piştî axaftina xwe ya li Enstituya Nobelê hevdîtinek bi
Serokê Parlamentoya Norweçê hevdîtinek pêk anî.
Piştî hevdîtinê dema ku ji avahiya Parlamentoyê derketin der ji
hêla komek PKK’yî ve bi êrişa hêkan ve rûbirû ma. Erdogan ji bo ku hêk lênekevin
xwe xwar kir. Di wê navberê de ji bo wî ji hêka biparêzin parêzvanên wî û
parlamenterê Stenbûlê yê AKP’ê Egemen Bagiş xwe gihandin hawara wî. Di wê
navberê de hinek hêk li parêzvanên Erdoganî jî ketin.
Bi sedem êrişa hêka Erdogan û kesên ku pê re xwe xistin hoteleke
li nêzîkî avahiya Parlamentoyê.
Wergêr:Mucteba Baravî
|