Dewleta  û çapemeniya tirk dilê xwe bi gotinên Mam Celal xweş dikin!

Uppsala, 7/2 2005- Piştî ku birêz Celal Telebanî bo serokwezîrê Komara Tirkiyê nameyek nivîsand û xwest ku êdî dev ji li hevûdû gefxwarinê berdin û têkiliyên xwe xweş bikin, Erdogan jî heyetek amade kir û digel nameyekê bo birêz Celal Telebanî bi hêviyekê rêkirin. Ji xwe hun Mam Celal nas dikin ku zimanê wî gelekî şêrîn e û zane ku çawa dilê hevalên wî tê xweşkirin, yanî carna pêwîst be dê bêje ''ma cara tiştekî waha dibe, ez dê çawa wisa bibêjim, qey ne eyb e, na em yê hev î kevn in...'' belê bi gotinên wehareng hevalên xwe dilxweş dike û dûvre her bi ya dilê xwe dike. Tirk jî ne ku vê yekê nizanin, lê ji dervê baweriya xwe bi Mam Celal anînê jî tu rê ji wan re nemaye.

Bi qansî ku ez di gotina Mam Celal gihaştim, gotinê wî her yê berê ne.. û dîsa gotiye ku dê gelê li Kerkûkê biryar bidin ku dê bi kê re û bi çi rengî bijîn. Ev ji xwe rast e, û ji bîr nekiriye ku bêje, piştî ku neheqiya li kurda û tirkûmana hatiye kirin bête rastkirin dê ev yek bibe.

Ji xwe gelê bajêr wek piranî biryara xwe da ku dê li gel kê bijîn. Wekî dinê jî çîrok e....

Lê gotina ku bi hestên min jî giran hat ew bû ku gotiye '' ez pêşiyê Iraqî me dûvre kurd im'' ez dibêjim ew jî diyar e ku ji hewesa serokatiya Iraqê ye.

Li gor agahiyên ku tên, êdî tirkiyê polîtîkaya xwe ya fermî guhert û bi awayekî fermî Federaliya Iraqê qebûl kiriye, niha hewildana wê ew e ku kurd serxwebûnê bidest nexînin. Heke têra xwe bi destketiyên niha bînin, tirk amade ne ku hevkariya xwe ji berê xurtitr jî bikin.

Xuya ye bi sedem guherîna vê polîtîkaya derveyîn e ku êdî faşîstên tirka mecbûr man ku dev ji nivîsên xwe yên li dijî kurda berdin. Ka em dê hemû bi hev re bibînin ku dê ev yeka hanê çiqas bi berdewam be. Ji hêlekê de dewleta tirk mîna ku rewşa kurda ya niha re erê kiribe dibeşişe, ji hêlekê de ferman dide partiya tirkûmenan ku xwe bidin pişta şîa û êdî bikaribin bi wê rêyê tesîra xwe li ser kurda û daxwazên wan xurttir bikin.

Divê ku kurd di vê pêvajoyê de bêtir hişyar bin, ji ber ku niha erê devê xwe nermtir kirine lê belê pîlanên xwe berfirehtir û têkiliyên xwe êdî ne tenê bi tirkûmena re, bi şîa û sunniyan re jî xurt dikin û dixwazin bi destê hêzên Iraqî bandorê li ser pêvajoya sazkirina qanûna bingehîn bikin.

Em bêjin Ya Rebbî tu li gorî dilê her kesî bidî wan, tu rojên sipî bikî para belengaz û çavên bihêstir û şevinî tarî jî bikî para kesên diltenî.. Amîn.

Mucteba Baravî

 


 

 

 



 

 

Niviskar