|
---------------------------------------------------------------
Berzanî: Heke Turkiye destê xwe dirêjî Iraqê bike
dê bibe felaket.
Selahedîb, 4/2 2005- Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan
Mesûd Berzanî, got; heke Turkiye destê xwe dirê dirêjî Iraqê bike dê ev
yek ji bo herdû hêlan jî bibe sedema felaketê.
Ev tiştê ku niha Turkiye
dike, destêxwexistina nav kar û barê Iraqê yê hundirîn e. Tu mafê
Tirkiyê ji tiştekî weha re tuneye.
Birêz Barzanî got:
Rewşa me ya Fermî gelekî vekirî û eşkere
ye. Heke ew dixwazin em bahsa serxwebûnê nekin, ev yeka hanê dikare bê
nîqaşkirin.
Bila Tirkiye, destê xwe nede karên me yên
hundirîn
Birêz Berzanî got:
Piştî têkçûn û hilweşandina rejîma Saddam
Tirkûmen ji hêla me de hatine parastin. Bala xwe bidinê piştî têkçûna
rejîmê gelo hatine parastin, an dest zoriyek li wan hatiye kirin?
Na heke Turkiye vê yekê nebîne û bixwaze
destê xwe di Iraqê werde dê ev yek ji bo herdû aliyan jî bibe karesateke
mezin.
Milliyet-
|