**Menûya Kurdî**
 

 

 

Bersîva pirsên xwendevanan; " Çima Kurdên Musliman nabin yek"

KSN/ Swêd, 25/5 2005- Di serî de dixwazim spasîya we bikim ku hûn li ser mijarek waha girîng difikirin ku " çima Kurdên Musliman nabin yek?" Û daxwaza bilindbûna dengê Kurdên Musliman dikin. Ez ne di wê bawerîyê da me ku mirov keribe bersîveka têr û tije bide vê pirsê, ji ber ku ev pirs ne tenê ya Kurdên Muslimanên her wusan ya hemî Kurda ne.

Divê di serî de em bidin zanîn ku malpera Serhedê girêdayê tu hêzek sîyasî nine û bi eynî mesfê nêzîkî hemî hêzên Kurd û Kurdistanî dibe. Mabesta me ji bona riza "Xwedayê Barî" xizmetkirina ji nirxê mirovatîyê re û her tim bibin dengê rastî, heq , huqûq û mezlûman. Eger em karibin xwedî li  hêjayê miletê Kurd û dînê Îslamê derkevin, em ê gelek xwe bextîyar bibînin..

Xwendevanên bi rumet! berîya mirov bibin yek, gelek şert û merc henin divê werin bi cî anîn an jî mirov xwe li gora wan şert û mercan amadebike ku karib behsa yekîtîyê bike.

1- Divê her tişt bi tenê ji bona riza Xwedê Te`ala be. Ew tiştên menfîet û meqam û kursî ket navê, pêşî  ji perçebûnê re û pêşê ji tunebûnê re dibe mehkûm. Me gelek minakên bi vî rengî dîtine.

2_ Berîya zimanê mirovan behsa yekîtîyê bike, divê dil û mejûyê nirovan ji bone yekîtîyê  amadebe ku karibe zemîn û atmosferk ji bona yekîtîyê bîne meydanê.

3- Bê qeyd û şert mirov behsa yekîtîyê bikin. Ne mumkune ku  mirov di her tiştî de wek hevdû  bifikirin, lê bi kêmasî be jî ew tiştên mirov tê de hemfikirin werin bahevdû.

4- Di be ku hinek ji me di hinpartî û hêzên sîyasî de kar kiribin an jî endamên wan bin, lê divê ev eyk wekî şert neyê holê.  Heke hinek ji me bêje vayê partîya me heye û em cend kesin û malpera me jî heye û em dinava xelkê de jî hatine naskirin, de  werin em li ser vî zemînê heyî bibin yek, ev tiştek ne mumkine.

5- Di destpêkê de mirov dikarin di warê medyêyê de werin ba hevdû û malperek avabikin û li pêy wî jî Kovarek derînin.

6- Divê hetanî ji me werin em rêyên qanûnî bikar bînin. Eger em nikaribin di warî huqûqî de xwe bi gîhîne miletê xwe, serkatina me jî pir zehmet e.

Min demekî gelekî ji bona yekîtîya kurdên Musliman hewulda, lê bi kêrê tiştek nehat û em bi ser neketin. Divê em bizanibin ku bi rastî jî qabilyeta tekêtîyê li ba Kurdên Musliman heye an na. Carna mirov ji hinekan re behsa yekîtîyê dike, ew jî xwe gelek mezin dibîne tu dibê qeyê serokê Emerîkayê vêca ji xwe pir mrestir xiberdide. Bi ya Min mirov kesên waha neyne nezera îhtibarê û wana dernexîne ew dereca ku ew ne laîqe.

Ez wek şexs ji her gavî re amade me û di xizmeta we da me.

Hêvîdikim ku ev çend rêz nivîsa min karibe bibe bersîva pirsên  we xwendevanan.

Digel silavên germ

 Şerefdin:ŞE-Mail

****'

Pirs

Eselamun Alykum bira!

Selamèn germ wek gezoyè şirin ù bi bèhna gulan he we selam dikem ù dibejem gelk sopas bona hewe ko melperaka wakino xweşik bo me kurdèn Misliman avakiriye. Xwedé di zanitin wexti az berì xwo didem malpera serhedè zor keyfa min tè ù bèhna min dertè ew qas xoşik ù rinde.

Ez xwezem pirskim, bo kurdèn oldar nabin èk, bo dengè kurdén oldar bilind nabitin ù partìyeka Kurdèn Misliman avanakin? Bo çi kurdén Misliman nekarin rodyo, televizyon, dergi ú qezete pèk ve derxinin?

Hewe kariben cevaba pirsa min biden, ez pir dilxaweşbim.

Selamun Aleykum

Ahmet

 

 

 
Dem:25/5 2005  Seet:19   şandine: Serhed.Net        Vegere