|
Belngazên
Kultur nezan bûne pisporê Kulturê
Dema mirov
behsa Kulturê dike gelek bîr, bawer, sîrove, gotin û galgal li pêye hev
dirêj dibe û diçe. Hinek caran mirov ji wan bawerî û sîrovên li ser
Kulturê tên gotin, fêde digire û carna jî serê mirovan tevlihev dibe wek
behra bêbibnî û mirov jî ajber nebe wê tê de here. Her kes wek jîyana ku
ew dijî kulturê sîrove dike ev yek jî dibe sedema amadekirina wê qilifê
teng û qol ku li gor jîyana tu Miletî nîne.
Berê
hertistî divê mirov bizana ka çi kultur û çi jî ne kultur e. Kultur
neqsê hezar sala ne di bin merc û tecrûbên gelek zor û zehmeta jîyaye û
heta roja îro hetîye. Jiyana Miletek ji xwarin, vexwarin, cilûberg,
gotin û nivîs, çîrok û pêkenî, sitran, Ol û mezheb û mesreban pêk tê.
Dema mirov bixwaze li ser Kulturê tistek bêje divê mirov hemî alîyê
civak bibîne û bi gorî jîyana civakê ji behsa Kulturê bike ku ew kirasê
mirov ji Milet re didirû li bejn û bala Milet were.
Kultur,
gotinek gelek firehe û hemî tistên qenc û bas di bin navê xwe de
dicivîne. Tucarî tistên xirab nebe Kultur, Kultur deryakî ji pêdivîyê
jîyanê pêktê her tista ku li gor exlaqê jîyana civakê be û li gor nirxê
morîvî be ew tist Kultur e. Di nava Milete bi navê Kulturê hin tureyên
nebas hene wek zordarîya li ser jin û mirovên bindest, qelin û hwd,
evena tureyê xirab e ne kultur e.´
Min hetanî
vêdera xwest kulturê bidim neskirinê, lê mabesta min ew kesên li ser
navê Kulturê bê exlaqîyê dikin an jî bê exlaqî kirî an dixwaze têke
kultura Miletek, ji wan mirovan re bêjim; belengazan..! Berê her tistî
ger we bizanîba bingehê jîyana Miletek çîye wê demê we bizianîba ka hûn
çiqas belengazin…
Hin kes li
ser navê Kulturê kar dikin lê heramares be tistek ji kulrturê nizane.
Ger tu jêre bêje ka terîfa Kulturê bike nikare du gotinana bine ba hev,
lê xwe wek pisporê Kulturê dibîne. Min li jor behskir ka ci kultur e,
dema ew kesê Ola Îslam jî nava Kurdan derîne û bêje Kultura Ola Îslamê
ne kultura kurda ye, wêcaxê ew kes dujminîya herî mezin bi Miletê Kurd
re dike. Kultura Gelê Kurd ji % 95 ji Ola Îslamê tê dema ew kesên bêje
Kultura Îslamî ne kultura kurdan e wek mirov însanek bê cilûberg rût û
repal bihêle.
Ew kesên ez
behsa wan dikim, Xwedê giravî xwe wek mirovê moderen dibîne û kirasekî
kin î qol li xwe kirîye û li dijî Ola Îslamê ye, lê bi xwe jî Kultura
Ola Xiristîyanan yek bi yek dijîn û her tistek li Ewropayê wek tûre an
jî kultur be ew mirovan xwe ji wan pasve nade wek kultura xwe ya hezar
salî qebûl dike gelekî ji wan lê dixebitin ku bê exlaqîyê wek kultura
miletê kurd reva bidin û ji bona cibîcî kirina vê mebesta xwe li ser
navê Miletê Kurd dixebitin.
Divê ew kes
bizanibin nesla wan li van welatê Ewrûpa wenda dibe, lê miletê Kurd û
Kurdistan wê her hebe her Miletik li ser koka xwe hisîn dibe.
Kultura
Miletê Kurd jî wek Miletê din ji hemî alîyê civakê pêktê. Miletê Kurd
pir Ol û pir mezheb û pir mesrebî ne, dibe her kes wek hev nefikirin, lê
tu carî Miletê Kurd bê exlaqî qebûl nekir û nakin jî
|