|
-----------------------------------------------------------------
JI MUNAZARATÊ III
PIRS:
Derman derman e; çima bibe jahr?
Bersîv: Dermanê derdekî dikare ji bo derdekî dinê bibe
jahr. Heke dermanek ji sînorê xwe Derbas be, bi xwe re derdan tîne.
Pirs: ''Tu çi dibêjî? Te xwezî bi kesên weremî anî. Rewşa
yên niha jî mîna yê din e, gelek xerabiyên wan hene, zilmê li me dikin;
hem jî di bêtaqetî û qelsiyê de mînanî yê din in. Heke wisa ye, hêj ew
meşrûtiyeta ku te ji me re got hêj nehatiye hinda me ku em jî jê re ''tu
bi xêr hatiyî'' bibêjin?
Bersîv:
''Hun hemû şivan in û hun hemû ji yên di binê rêvebirina
xwe de berpirsiyar in.'' (Muslim, îmare: 20)
Na! Belkî, min xwest ez ji ava çemê herikbar avê bînin.
Min xwest ku ewrek diberxwe bide û baranê bibarîne. Min çavreş xweş dît.
Min pesnê azadiya azad ya ku mîna horiyekê rind e da.
Lê belê ji
dînîtiya we tirsiyaye û nikarîbûye were. Zulim, ne xeletiya meşrûtiyetê
ye, belkî ji tarîtiya nezaniya di heşê we de ye. Hun bi dînîtiyê riya
kin dirêj dikin. Heke 'eşîrên Kudan û Mamexuran berî ku esker bên ew
malê emîrî ku dê bivê nevê bidana, amade kiribûna, dê ewqasa zilim
çênebûna. Belê heke milletek bi nezaniyê mafê xwe nizanibe dê kesên
xêrxwaz jî (li ser serê xwe)bike destzor.
Hun dibêjin:
''Hukumeta niha jî wek ya berê qels e.''
Belê; dê
bêtaqetiyê de, zarokekî neh salî mînanî kalekî nod salî ye. Lê belê, ew
(yê kal) ber bi gorê de diçe, xwar dibe û dikevê; lê ev (zarok) rast
dibe, ber bi xortaniyê de bilind dibe.''
Pirs: Çima
weha şolî ye, zelal nebe?
Bersîv:
Tiştekî ji sed salî û virde xera dibe, ji nifşkade çênabe. Ez ê ji we re
nimûnakê bidim.
Xizna kaniyekê ji demeke dûdirêj de nehatiye paqijkirin, genî bûye,
jardadayî bûye û gelek qirêj ketiyê; dûvre ji bo paqijkirina wê qirêjayî
ji hundirê wê bêne derxistin û çalek jê re bêçêkirin, gelê dê heta
demekê ava wê kaniyê şolî/ şîlo neherike? Lê belê libernekevin; dê
taliyê zelal biherike.
Pirs:
Ew meşrûtiyeta ku tu dibêjî, çiqasê wê gihaştiye me û çima hemû nayê?
Bersîv: Tenê ji deha yekê wê karîbûye bê.
Lewra ji hirçên hovîtiyê, zîhayê nezaniyê û gurên
dijminatiyê ku di van çiya û newalên we yên hovane, bi nezaniyê tije û
dijminatî ji wan diherike rebena meştiyetê ditirse û zû bi zû newêre
were.
Heke hun tiral bimînin û ji hatina wê re rê çênekin,
sistiyê bikin, hun dê piştî sed salî bi temamî rindiya wê bibînin.
Lewra di navbera we û Îstenbûl de mehek heye (bi meşê);
lê belê di navbera we û ehlê meşrûtiyetê ji hezar mehî bêtir e. Lewra
hun mîna mirovên demên kevnare ne.
Heke ew meşrûtiye nazenîn, ji marên li der û dora
Îstenbûl bikaribe xwe rizgar bike, bi derbasbûna di wê navbera dûdirêj,
avzêleke(bataklik) mîna nezaniya ya dijwar, xizantiya/ feqîrtiya mîna
bejiyên bi wehşet, bi derbabûna di çiyayên hevheznekirinê re ku mîna
çiyayên qeyser in, dê li keleşan/ rêbiran rast were.
Ji bo nimûne, yên ku cezayê sezayê xwe hezmnekiribin,
hinek jî ji xwarina goştê kesên dinê diranê wan hatiye derxistin û
hinekî mîna bektaşiyê bi nav û deng bi mane dikin, derdikevin ser rêya
wê û talan dikin. Ji wan hinekî bi wê de jî hinek şeqlebend/ geveze
hene; dixwazin tiştina bikin mane û perpe werçe bikin.
Heke wisaye, jê re rêyekê yan jî balonekê çêbikin.
Pirs: Em bêhêvî bûn; hîna wê kengî bê?
Bersîv: bêhêvîtî ji kêmtaqetiyê tê. Bêhêvîtî ji bo hemû
pêşveçûnan asteng e. Lê xêrxwazî û Xîretkêşî, li hember astengên dijwar,
rawestîna bi dijwarî ye. Tew ev dema me, tiştê ku bûyîna wan bêîmkan e,
derfetê dide ku bibin. Ew xîretkêşiya ku zûka bêhêvî dibe ne xîretkêşî
ye. Ez, ji bo ku we ji tiraliyê rizgar bikim kêmaniyên we pêş we dikim.
Heke hun dixwazin zû werin wê, aha ji zanîn û xûypakiyê jê re rêya
hesinî çêkin; da ku, meşrûtiyet li trêna pêşveçûyînan ku jê re medeniyet
tê gotin siwar bibe û tovên pêşveçûyînê lê siwar bike, di demeke kurt de
ji astengan rizgar bibe û silavê bide we. Hun rê çiqasî zû çêkin ewê jî
ewqasa zû were.
Pirs: Înşaallah, heke şansê me hebe em ê jî bibînin. Ma
tewekkulkirin ji bo me ne bes e?
Bersîv: Divê ku hun jî alîkariya şansa xwe ya reben
bikin. Nebin mîna tiralên Bexdayê. Ev tewekkula wa ya bêdestpêkirin ku
ji tiraliya we re bûye mane, ji ber ku sazûmana sedeman/ rêkûpêkiya
sebeban napejirîne û bi tiştekî hesab nake, li hember ew îradeya/
meşîeta ku kaînatê bi rêk û pêk dike, serhişkî û serhildanek e. Ev
tewekkula hanê vedigere, xwe neheq dike.
|