Durup Dinlenmeden Yol Yürüdük...
Bê Rawestin û Bê Vês Em Rê Çûn...


Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Bir zaman,
Adem’in gözyaşlarında Pişmanlık sancısı...
Bir zaman, Habil’in gönlünden,
Şükran hediyesiydik
Gözleriyle büyüttüğü...
Ve biz...
Nuh'un gemisinde
Dokuzyüzelli yılın semeresiydik,
Tufanlarda kurtuluş burukluğu içinde...


Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Demekê,

Di hisêrên çavên Adem de jana poşmanîyê...

Demekê,

Di dilê Hebîl de,

Em xelata şukrê bûn,

Yên ku wî bi çavên xwe xwedî kir…

Û em,

Di keştîya Nuh de

Xêr û bêra 950 salî bûn.

Di nav xemgînîya xelasbûna Tofanan de…

 


Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Nasih-ul Emin’di Hud,[7/68]
Müjdesi rahmet ve mağfiret.
Dilindeki nasihat olduk,
Karşılık; tehdit ve ihanet
Bekleyin dedik, biz de bekledik [7/71]
Vaad geldi nihayet:
Hem dünyada, hem ahirette lanet.

 

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Nesîh-ul Emîn bû Hûd,

Mizgîna wî rehmet û mexfîret.

Bûn nesîhetê devê wî,

Bergîdan; tehdît û îhanet

Got bisekine, em jî sekinyan

Di dawîyê de hat wehd:

Him li dinê, him jî li axîretê de lanet.

 



Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Semud’un ümidi 111/62] Salih'le,
Birlikte inkar ettik ataları,
Allah’ın emaneti deveyi öfkeyle
Yıktıklarına tanık olduk...
Cezaları;
Üç gün idi onlara mühlet, [11/651
Azabın habercisi ses oldu
İhanetin bedeli belli ki yine zillet.


Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Hêvîya Semûd bi Salîh re,

Bav û kal me înkar kir hev re,

Bi hêrs gêrkirina deveya Xwedê re

Em bûn şahîd...

Cezaya wan;

Sê roj muhlet bû,

Deng bû xeberbêja ezawê wan

Bedela îhanetê belûye kû dîsa zillet bû.


Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Lut’la birlikte boynumuz büküktü,
Azap müjdeli bakışlarla Melekler [11/81] misafirken önümüzde.
Sefil yaratıklı kişilerdi hanemize üşüşen, [11/78]
Sefalet istiyorlardı, sefil oldular
Taş yürekleriydi sonlarını taşlarla depreştiren. [11/82]

 

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Bi tev Lût em hustî  xar bûn,

Dema melaîketên bi mizgîna ezawê li ba me mêvan bûn.

Yên mala me civîyan mexluqên pêrîşan bûn,

Pêrîşantî dixwestin, pêrîşan bûn.

Yên ku dawîya wan bi keviran hêjand,

Dilên wanî kevir bûn.



Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Müjdeler olsun İbrahim’e kavuştuk
Tevhid baltasıydık muvahhid ellerinde
Kırılan put yüreklerdi,mamülü şirkten
Putkıran baba ateşe atıldığında,
yanmayan ateşte çiçek açtık rahmetten
Kokumuz, mucize oldu ilahi ayetten.

 

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Mizgîn ji we re, em gihîştin Îbrahîm

Di destên wî yên muvehhid de  bûn bivirê tewhîdê

Yên şikîyan, dilên mamûlê şîrkê, yên bi pût bûn.

Dema bavê pûtşikest avitin agir

Di nav agirê nedişewitandî,

Ji rehmê me çîçek da

Bêhna me bû mucîze ji ayetên îlahî

Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Namaz kıldık Şuayb’la.kıyama durduk
Medyen'in tartısı eksikti, [11/85] namazla dengele¬dik
Anlamadılar, zayıf gördüler,tehdidleri ölümdü [11/91]
Şuayb; yapın yapacağınızı dediğinde [11/93]
Bu son sözüydü...
Bu kez felaketin diğer adı Medyen
Bize yine yol görünmüştü rahmetten [11/94]

 

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Me tev Şueyb nimêj kir, sekinîn qîyamê

Pîvana medyenê kêm bû, me bi nimêjê hanî terazîyê

Fam nekirin, bê hêz dîtin, tehdîta wan mirin bû

Dema Şueyb got; çi dikin bikin!

Va gotina wî ya dawîyê bû...

Îja navê din yê feleketê Medyen bû

Ji me re dîsan ji rehmê hatibû dîtinê rê

 


Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Dehlizli kuyulara atılırken Yusuf,
Gizemli geleceğin müjdeli çocuğu.(12/15]
Kuyulardan saraylara yol yürüyen seçkin
Saraylarda hayran bakışların doruğu.
Yürekler yanarken Yusuf'un aşkından [12/31]
Günahkar davetlere karşı tercihti zindan.[12/33]

 

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Wexta Ûsiv hat havitina bîrên dehlizî,

Zarokê mizginî, yê paşeroja nagihanî,

Rêwîyê bijartîyê ji bîran heyan qesran,

Di qesran de hemû çav li ser wî.

Dema ji eşqa wî dil dişewitîyan

Ji dawetên bi guneh re çêtir bû wî re zîndan.

Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Musa beşiğinde hicret ederken Nil'de [20/39]
Annesinin yüreğini ümitlendiren bizdik.128/10]
Düşman sarayında,zulmün ninnilerinde
Gözlerindeki öfke,yüreğindeki kin'dik.
Musa'nın asası müjdesiydi mazlumun [7/103]
Zulmün girdabında boğulurken Fir'avun [57/40]
Ne mülkü fayda verdi,ne Haman ne de Karun

 

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Gava Mûsa ser Nîlê di dergûşê de hîcret dikir

Hêvîdana dilê dîya wî em bûn.

Di qesrên dijmên, di lorînên zilmê de,

Hêrsa çavên wî, kîna dilê wî em bûn.

Asayê Mûsa mizgîna mezlûman bû

Wexta Fîrawûn di gijgêleka avê de dixendiqîya,

Fayde nekir milkê wî, Haman û Qarûn.

 


Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Kurtuluş, savaş isteyen israiloğullarının [2/246]
İmdadına yetişen komutan Taluttu.|2/247]
Bilge ve yiğitliğine rağmen korkakların [2/247]
Tüm bahanelerine cevabımız tabuttu. [2/248]
Savaş kervanı yola çıktığında
Hedefimiz zalim Calut’tu...[2/249]
İmtihan ırmağından geçtik Talutla
Bir avuç su olduk arınanlara.[2/249]
Calut ve askerlerinin karşısında,
Sabır ve yardım için eller duada.12/250]
Derken intifada başladı Davutla [2/251]
Şükürler olsun yine galiptik az bir toplulukla... [2/248]
Davud'un fazlından yankılandı dağlar
Rabbin izniyle emrine amade oldu kuşlar...[34/10]

 

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Zarokên îsraîlîyan, yên azadî û şer dixwestin,

Qomitanê gihîşt gazîya wan Talût bû.

Digel zanyar û egîtîyê ji tirsonekan,

Hemû bahaneyên wan re bersiva me tabût bû

Dema kervanê şer ket rê,

Hedefa me zalimê Calût bû.

Em tev Talût çemê îmtîhanê re derbaz bûn

Bûn çengek av ji bo yên paqij

Hember Calût û leşkerên wî

Ji bo sewr û alîkarîyê dest di duayê de

Bi vê gotinê serhildanê dest pê kir li tev Davûd

Şukr be! Em bi komek biçûk ji serfîrazin...

Çîyan bi feyza Davûd dengdan,

Bi îzna Rebb teyr amade bûn fermana wî re…

 



Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Gözü aydın Meryem’in kucağında,[19/26]
Esenlik sahibi İsa’yı gördük.|19/33|
Kem gözlerin bakışları arasında
Suskun Meryem’in orucu olduk.[19/26]
Allah’ın kulu ve Peygamberiydi [19/30]
Beşikte konuşan çocuk...[19/29]

 

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Di hemêza Meryema çavronî de,

Me Îsayê xwedî selamet dît.

Di nav nêhirtina çavên xiraw de

Em bûn rocîya Meryema bê deng.

Qûl û pêxamberê Xwedê bû

Zarokê diaxifîya di dergûşê de …

 


Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Ve bir ekin olduk Muhammed’in gönlünde,[48/29]
Büyüdük,filizlendik rahmet yüreğinde.
Ekin gövde üzerinde dikildiğinde,
Bir korku,bin telaş kafir yüreklerde,
Kah şefkat doluyuz ilahi gönüllere
Kah şiddet kuşandık tüm zalimlere...15/541
Durup dinlenmeden Yol yürüdük...
Yüreğimizde yıkılmaz sevda...

 

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Û em di dilê Mihemmed de bûn êkin

Me di dilê rehmet de aj da, em mezin bûn

Dema êkin ji ser bejna xwe sekinî,

Tirsek, sed xof di dilên kafir de

Geh em tujî şevqetin ji dilên îlahî re

Geh şîdetê hildidin ji hemû zaliman re…

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Sewda dilê me hilnaşe…

 

Musab Candan / Girtigeha Bayrampaşayê, Mijdar 1993

 

Werger ji Tirkî: Hesen Polat

 


Musab CANDAN / Bayrampaşa Cezaevi. Kasım 1993

 

 

Bê Rawestin û Bê Vês Em Rê Çûn...

Demekê,

Di hisêrên çavên Adem de jana poşmanîyê...

Demekê,

Di dilê Hebîl de,

Em xelata şukrê bûn,

Yên ku wî bi çavên xwe xwedî kir…

Û em,

Di keştîya Nuh de

Xêr û bêra 950 salî bûn.

Di nav xemgînîya xelasbûna Tofanan de…

 

 



Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Nesîh-ul Emîn bû Hûd,

Mizgîna wî rehmet û mexfîret.

Bûn nesîhetê devê wî,

Bergîdan; tehdît û îhanet

Got bisekine, em jî sekinyan

Di dawîyê de hat wehd:

Him li dinê, him jî li axîretê de lanet.



Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Hêvîya Semûd bi Salîh re,

Bav û kal me înkar kir hev re,

Bi hêrs gêrkirina deveya Xwedê re

Em bûn şahîd...

Cezaya wan;

Sê roj muhlet bû,

Deng bû xeberbêja ezawê wan

Bedela îhanetê belûye kû dîsa zillet bû.



Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Bi tev Lût em hustî xar bûn,

Dema melaîketên bi mizgîna ezawê li ba me mêvan bûn.

Yên mala me civîyan mexluqên pêrîşan bûn,

Pêrîşantî dixwestin, pêrîşan bûn.

Yên ku dawîya wan bi keviran hêjand,

Dilên wanî kevir bûn.



Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Mizgîn ji we re, em gihîştin Îbrahîm

Di destên wî yên muvehhid de bûn bivirê tewhîdê

Yên şikîyan, dilên mamûlê şîrkê, yên bi pût bûn.

Dema bavê pûtşikest avitin agir

Di nav agirê nedişewitandî,

Ji rehmê me çîçek da

Bêhna me bû mucîze ji ayetên îlahî


Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Me tev Şueyb nimêj kir, sekinîn qîyamê

Pîvana medyenê kêm bû, me bi nimêjê hanî terazîyê

Fam nekirin, bê hêz dîtin, tehdîta wan mirin bû

Dema Şueyb got; çi dikin bikin!

Va gotina wî ya dawîyê bû...

Îja navê din yê feleketê Medyen bû

Ji me re dîsan ji rehmê hatibû dîtinê rê



Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Wexta Ûsiv hat havitina bîrên dehlizî,

Zarokê mizginî, yê paşeroja nagihanî,

Rêwîyê bijartîyê ji bîran heyan qesran,

Di qesran de hemû çav li ser wî.

Dema ji eşqa wî dil dişewitîyan

Ji dawetên bi guneh re çêtir bû wî re zîndan.



Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Gava Mûsa ser Nîlê di dergûşê de hîcret dikir

Hêvîdana dilê dîya wî em bûn.

Di qesrên dijmên, di lorînên zilmê de,

Hêrsa çavên wî, kîna dilê wî em bûn.

Asayê Mûsa mizgîna mezlûman bû

Wexta di gijgêleka avê de dixendiqîya Fîrawûn,

Fayde nekir milkê wî, Haman û Qarûn.



Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Zarokên îsraîlîyan, yên azadî û şer dixwestin,

Qomitanê gihîşt gazîya wan Talût bû.

Digel zanyar û egîtîyê ji tirsonekan,

Hemû bahaneyên wan re bersiva me tabût bû

Dema kervanê şer ket rê,

Hedefa me zalimê Calût bû.

Em tev Talût çemê îmtîhanê re derbaz bûn

Bûn çengek av ji bo yên paqij

Hember Calût û leşkerên wî

Ji bo sewr û alîkarîyê dest di duayê de

Bi vê gotinê serhildanê dest pê kir li tev Davûd

Şukr be! Em bi komek biçûk ji serfîrazin...

Çîyan bi feyza Davûd dengdan,

Bi îzna Rebb teyr amade bûn fermana wî re…



Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Di hemêza Meryema çavronî de,

Me Îsayê xwedî selamet dît.

Di nav nêhirtina çavên xiraw de

Em bûn rocîya Meryema bê deng.

Qûl û pêxamberê Xwedê bû

Zarokê diaxifîya di dergûşê de …

Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Û em di dilê Mihemmed de bûn êkin

Me di dilê rehmet de aj da, em mezin bûn

Dema êkin ji ser bejna xwe sekinî,

Tirsek, sed xof di dilên kafir de

Geh em tujî şevqetin ji dilên îlahî re

Geh şîdetê hildidin ji hemû zaliman re…



Bê rawestin û bê vês em rê çûn...

Sewda dilê me hilnaşe…



Musab Candan / Girtigeha Bayrampaşayê, Mijdar 1993



Werger ji Tirkî: Hesen Polat, 22 Adar 2005

 


 

 

 



 

 

Niviskar