|
Şûjin
Birêz Çargoşe...
Dr. Cuwan Batû
7/3 2005- Sê kurdên me li welatekî Ewropa, li qahweyekî ji
xwe re sohbet dikirin. Yekî ji wan ku jê re digotin "Mele
Misoger".. Li welêt, bo xatirê ku wî çend gotin ji dîn û diyanete dizanibû ew
bûbû melayê gund. Wî jî gemiya xwe ya penabertiyê
li qiraxê welatekî Ewropayê sekinand. Û ew jî weke gelek Kurdan li ber deriyê
xelkê bû penaber... Ew bi salan çû xwendina zimanê wê dewleta ku lê dima. Lê wî
tiştek jê fêm nekir û di dawiyê de wî hêviya xwe ji hînbûna zimanê wî welatî qut
kir û dev jê berda.
Lê wî pereyên xwe ji sosyalê
her meh, quriş-bi quriş, digirt. Gava qurişek kêm bihata wî diçû şerekî mezin bi
wan re dikir û gava qurişek zêde bihata ji xwe wî xwe nebihistî dikir. Bo "pêşerojê"
jî "Mele Misoger" pere kom dikir û hingî roj diçû jî pereyên wî zêde dibûn. Ji
ber ku hem li gor ola (dînê) Îslamê fayîza pereyan heram bû, hem jî li gor
xeberê xelkên, heye ku sosyal bi rêya bankê pê bihese ku pereyên "Mele Misoger"
hene û ew dikarin çend mehan wan pereyan jê qutbikin, wî pereyên xwe li banqeyan
ranedizand.. Ji ber vê yekê bû ku wî, ew pereyan, li şuna ku li bankê razîne,
dixist e balgehan, lihêfan û herweha di doşekan de vedişart.
"Mele Misoger" carekê ji nişkê
ve pê hesiya ku rîska windakirin yan jî dizîna wan pereyan heye! Wî ew pereyan
li bayê bezê di bankê de li ser navê birayê jina xwe razand. Li gor vê yekê
gunehên fayîza pereyan wê biketa stuyê birayê jina wî. Birayê jina wî xort bû,
ew biketa Cehennemê ewqasê ne xem bû, lê gava "Mele Misoger" bi wê rih û gunehên
fayîza pereyan ve biçûya huzura Xwedayê xwe, heye ku Xwedê, bi destên zebaniyên
Cehennemê mûyê riha wî yeko-yeko bida hilkirin!
Roj li pey rojan derbas dibûn,
lê destê "Mele Misoger" li ser dilê wî bû ku rojekê wê sosyal gazî wî bike û jê
re bêje "gelo wî evqas pere ji kû derê aniye!". Lê kesekî bo vê yekê gazî wî
nekir.
Rojekê hevalekî wî got ku çima
ew jî ji xwe re pizzariyekê venake- pere baş jê tên. "Mele Misoger" got ku di
nav goştê pizza de carna mirov dikare goştê berazan jî bikar bîne- ev yeke heram
e!
Çendî çax derbas dibû, heval,
hogir û cîranên wî çendî diçûn bi rêya pizzeriyan ve dewlemend dibûn. Di dawiyê
de "Mele Misoger" jî pizzeriyak, lê li ser navê birayê jina xwe vekir. Birayê
jina wî dikarî destê xwe bide goştê berêz, lê "Mele Misoger", Haşa, Nauzubillah!…
Da ku ew raste rast destê xwe
nede goştê berazî, wî lepikên naylon yên dirêj xiste destên xwe û bi vî awayî wî
guneh xiste stuyê lepikan! Û gava wî pereyên pizzeyan werdigirt, lepik ji destên
xwe ji dizî ve derdixist, da ku muşterî bi vê yekê nehesin…. Bi vî awayî roj bi
roj pereyên "Mele Misoger" zêde dibûn û wî pizzeriyek li pey yekî vedikir- Ew û
biraye jina wî li ser yekî; kure xwe yê mezin dani ser yekî, kurê nêve û jina wî
jî pizzeriyak din rêve dibirin… Bo vê çendê jî hinekan ji dizî ve navê wî
kiribûn"Mele Pîzza".
Kurdê me yê duwemîn jî hevalên
wî, ji ber xemsariya wî, navê wî kiribûn "Xemsar". Wî xwe ji ber "zirne û dahola"
darbeya Kenan Evren, serokê darbeya 12ê Êlûnê, sala 1980, bi yekcarî li ser têla
stirî ya sinor re qevastî bû û gihandî bû Suriye.
Wî jî xwe gihande welateke
Ewropa...
Xwendina zimanê wî welatî li
birêz "Xemsar" jî pirr zehmet hat… Û herweha berî hatina xwe ya bo vî welatî, wî
tu caran computer bi çavên serê xwe nedîtibû. Li vir ew çû kûrseke sivik ya
computirê û ev aletê ecêp bala wî gelekê kişand bo vê çendê jî ew hinekê hînî
bikaranîna wê jî bû. Di dawiyê de wî computirek kevin bo xwe kirrî. Piştî demekê,
hevalên wî behs û pesnên internetê kirin. Li gor pesnên wan, mirov dikare
rojnameyên rojane bixwîne, xwe serwext û agahdarî pirsa Kurdî bike; malperên xwe
hebe ûhwd. Vê yekê bala wî kişand û ew jî bû xwedî internet. Êdî "pencereyek"
dinyayê li mala wî bixwe vebûbû. "Xemsar" şevê heya berê sibê çaxê xwe li ser
computirê derbas dikir. Hin bi hin, roj û şev derbas dibûn ku dayin û standinên
wî û zarok û jina wî kêmtir dibûn. Zarokên wî ji ber xwe de mezin dibûn- wan
salên xwe derbas dikirin, di dibistanê de hinek ji wan kêrhatî bûn û hinek jî
girêkên xwe yên mezin hebûn, lê wextê "Xemsar" nebû ku haya wî ji vê yekê hebe.
Ew bi rastî bûbû "Xemsar". Wî xwe her şev berdida behra bê binî ya înternetê.
Hinek hevalên wî bi vê girra wî ya internetê hesiya bûn û wan di neqeba xwe de
jê re digotin "Mr.Internet".
Wî xwe hînî chatkirina (dayin û
standina nivîskî ) înternetê jî kirî bû û vêca "Mr.Internet" şevbêrka xwe bi
chatkirinê derbas dikir. Li aliyê din jî jina wî êdî hew dikarî derdê malê,
xwedîkirina zarokan, dibistana wan bikişîne. Wê çend caran bala "Mr.Internet"
kişand û wî jî her car sond dixwar ku wê ew vê yekê kêm bike, lê gava dibû şev
dîsa "sim simayil" bû...
Kurdê sêyemîn, ku bêşdarê vê
sohbetê bû, li welêt jê re digotin "Çargoşe". Tu kesî nedizanî bo çi ev nav pê
ve hatiye kirin. Li welêt, "Çargoşe", kesekî xwedî baqên simbêlan bû.
Wî xwe di pirsa Kurd de gelek
kêrhatî, jîr û zana û çalak didît. Hema bêje rêxistinek Kurd nema bû ku ew
neketî bû di nav de. Wî hertim nerazîbûna xwe bo rêvebirina rêxistinên Kurd dida
xuyakirin û pêşniyar dikir ku çawa ew rêxistin pêwîst e rêve here. Bes keseki
guhê xwe nedida van pêşniyarên wî…
Û herweha, wî hertim dixwest ku
ew bibe serokê rêxistineke Kurd, lê dixuya bû ku havalên wî hertim berî wî ew
cih digirtin dest xwe. -Dûmahîk Heye-
drcuwan@hotmail.com
(Dem Nû )
|