|
Birêz Çargoşe...- II
Dr. Cuwan Batû
15/3
2005- Rewş hate guhertin ku di dawiyê de "Çargoşe" jî,
weke gelek Kurdan, berê xwe da welatekî Ewropa û li wir cihwar bû. Di pêşiyê de
wî simbêlên xwe hinekî teniktir kir û piştre ew ji binî de kur kir. Li Ewropa jî
wî hewildana karê xwe yê ku rojekê ew bibe pêşkêşê rêxistineke Kurd her berdewam
dikir. Bo vê çendê jî li Ewropa jî ew kete nav gelek rêxistinên Kurdan de, bes
tu caran nikarî bû bibe serokê rêxistinekê.
Heya roja îro jî ev daxwaz û
hewildana birêz "Çargoşe" her berdewam e…
Îro wî du heval peyda kiriye ku
bi wan re bide û bistine. Îro birêz "Çargoşe" bi hêviye ku heye ew wan her du
havalan bîne ser baweriyê bo "rêxistineke nû".
Ev her sê Kurdên me, ku dostên
hev bûn, li ser daxwaza "Çargoşe" li qahweyekî ji xwe re sohbet dikirin. Ewilê "Çargoşe"
dest bi axaftinê kir:
- Merheba ji we re, de ka bêjin
hevalno, rewşa we çawan e?
"Mele Misoger",
- Ma emê çi bêjin, rewşa me
xerab e, ezbenî..
- Çima?
- Pereyên me têra me nakin...
- Mala te ava, çi bi ewqasî
pîzzeriyên te hatin? Te pereyên wan li ku derê veşartin e, de ka cihên wan bêje
da ku em hinekê berîka xwe germ bikin...
- Bi Ezameta Xwedê em deyndar
in!
- Ma kî ne deyndar e?
- Lê deynê me ji yê xelkê
hemûyan bêhtir e.
- Çi bi wê pîzzeriya te ya li
navenda bajêr hat?
- Ew çû... Me piştî wê çendek
din vekirin, lê bi me re ne meşi, çavê hesûdan biteqe! Xwedê xezeba xwe bi wan
de bibarîne.
- Niha rewşa te çawane?
- Wallahilazîm me pîzzeriya xwe
ya dawiyê jî girt! Ji ber sedemê ku dewlet bela xwe ji me venedikir. Yabo,
Kurdên me hesûdin, wan şikayeta me dikirin, dewletê jî digot qey em bi bêrikan
pereyan didin hev, milyonan ji wir peyda dikin! Dewletê ecêbek pere bo qamçûrê (zikatê)
ji me dixwestin, lê hene wê dest daniyan ser pîzzeriya me!"
- Sedemê vê yeke çiye?
- Li gor dîtina wan, me gelek
mal kiriye, lê me tiştek bo firotinê nedaye xuyakirin!
"Mr.Internet" xwe da pêş û got:
- Ango li gor dewletê we hîle
kiriye.
- Bi Pêxember, sallalahu alayhî
wesselam, me bi kotekî mesrefa xwe derdixist!
"Çargoşe",
- Piştre çawa çêbû?
- Em mecbur man ku me
iflaskirina pîzzeriyayê da xuyakirin. Û niha bê karim.
"Mr.Internet",
- Rewşa pirraniya me kurdan
gelek xerabe, ya min jî niha ne baş e!
"Çargoşe" berê xwe da wî û got:
- Gelo rast e ku tu niha bi
tenê dijî?
- Erê rast e. Em çawa bikin li
vî welatî zelam bindest in, jin tişta bivin dikarin li mirov bikin.
- Ez malbata we baş nas dikim,
jina te insaneke gelekê qenc e, bê goman di vir de helbet sûceke te heye ku heya
weha bi serê te hatiye!
- Tu rast dibêjî, lê tiştê çûyî
pey nekeve...
- Deka bêje çawa çêbû, em her
sê jî ne xerîb in, em dostên hev in.
- Bi serê biratiyê ger ez rastî
bêjim jina min ez ji malê derêxistim.
"Mele Misoger",
- Sedemê çûyina te ji malê çibû?
- Sedemê wê jî ew bû ku min
gelek internet bikar dianî. Li gor dîtina wê, "ez bi internetê re zewicî bûm"
herweha jî êdi min guhê xwe nedida malê, zarokan, heya hevalan jî- şev û rojên
min bûbûn yek. Gava min firset didît diçûm ser internetê. Ji xwe mesrefa
internetê li ser hev kom bûbû êdî ji taqeta me nedihat ku em wê bidin. Dayika
zarokan êdî hew dikarî derdê min bikişîne û got min derkeve. Min jî dest avêt
çakêtê xwe tenê û computer ji zarokan re hişt û derketim. Niha li ba hevalekî
dimînim heya ku min ji xwe re xaniyek ji destê duduyê peyda kir.
Di vir de "Çargoşe" fikirî ku
tam cihê wê ye ew pirsa xwe bike:
- Baş e niha rewşa we ya siyasî
çawan e?
"Mele Misoger",
- Idareye.
"Çargoşe" di vir de hinekê
daxwaza xwe hê bêhtir da xuyakirin û got:
- Divê em Kurd bibin yek û
rêxistineke xwe heqîqî çêkin.
"Mele Misoger",
- Lê divê em dev ji
misilmantiya xwe jî bernedin.
"Mr.Internet",
- Yabo Kurd ji teknikê feyde û
fêm jî nakin, halbukî jiyan û pêşeroj di teknikê de ye. Mirov dikare bi rêya
înternetê pirsa Kurd gelekê pêşda bibe, lê Kurd bi vê yekê nizanin. Ez hinekan,
ku xwe zanayên Kurdan didin xuyakirin, nas dikim. lê bi dîn û îman ew nizanin
înternet çiye, nikarin e-maile´kî rêkin…
"Çargoşe",
- Rast e, lê pêwîst e ewilê em
insanên Kurd werin ba hev û xwe bikin yek- em sê kes jî werin ba hev bes e. Pişt
re em dikarin bibin sih kes.
"M. Misoger",
- Mirov wê wan her sê kesên
Kurd ku bikarin werin ba hev ji ku derê bîne?
"Çargoşe" di cih de gotina xwe
pê ve zeliqand:
- Hema îro em sê kes hatine ba
hev, ma ev ne tiştekî baş e? Em dikarin bibin bingehê yekîtiyek mezin!, "M.
Misoger",
- Bi şerefa Xwedê, wê jinên me
li pey me neyên, ez Kurdan baş dinasim!
"Çargoşe" jê pirsî:
- Hûn çend nifûs in?
- Min pênc kur û du qîz hene.
Ez û jina xwe û sê neviyên xwe ve em dibin dozdeh nifûs. Ji xwe em mirovên ji
aliyê jina min ve hesab bikin, hingê em dibin nêzîkî sih kulfetan, lê di sûlala
me de yek biya yekî nake!
"Çargoşe" ji xwe re poniji ku
vaye hema bêje endamên rêxistinek Kurd temam bûye û ew li ber destê wî ye. Wî
pirsî:
-Ma pîreka te di warê pirsa
Kurd de çawan e?
"Mele Misoger",
- Ew weke agirê bena sor e, her
roj ji rejîma Tirkan re sixêfa dike ku çima ew bûye sedem ku em di van deran re
derketine, ketine ber deriyê xerîbiyê...
"Çargoşe" li ser rêxistina ku
wî di serê xwe de sazdikir ponijî û ji xwe re got: "Bi dîn û iman ezê wê raste
rast bikim cîgirê serokê vê rêxistinê!"…
Ji xwe kuş-kuşa cixareyên "Mele
Misoger" û "Mr.Internet" bû. Dûyên cixareyan wek dûyê boriya sobeyekê derdiket
derva her der kiribûn mij û moran- êdî mirov nedikarî rûyê hevdu ji hev nas bike.
Vê carê "Mr.Internet" got:
- Bi dîn û îman îro kesek li
pey min nemaye. Heya zarokên min jî ji min sar bûne, bi kotekî silavan li min
dikin, lê dîsa jî yekbûna Kurdan tişteke pirr girîng e.
"Çargoşe", li ser girîngiya
yekbûna Kurdan bi dûr û dirêjayî deng kir û got ku tam roja îro şertên bingehê
avêtina gavek bo sazkirina rêxistineke nû ya Kurdî peyda bûye.
"Çargoşe" berê xwe da "Mr.Internet"
û got:
- Mesele ji ber ku interesa te
bo computirê heye, bo alîkariya vê rêxistinê tu dikarî kovareke Kurdî derxî. Yan
jî malperek baş di înternetê de çêkî.
"Mr.Internet" jî,
- Bo vê yekê pişta xwe bi min
girê nede! Bi dîn û îman ez ji chatê pê ve tiştekî ji computirê fêhm nakim!…
"Çargoşe" qehweyek din bo
hevalan xwest...
"Mele Misoger" li seeta xwe
nêrî, ji nişkê ve rabû ser xwe û got:
- Heyra bi xatirê we, ez divê
biçim, ji ber ku niha qewlê min û yê birayê jina min heye- emê li pîzzeriyakê
binêrin, belkî em wê ji xwe re bikirin. Ez ji sohbeta we têr nabim, lê wek hûn
jî dizanin ku bêkarî nexweş e…
Vêre- vêre "Mr.Internet" jî
rabû û got:
- Bi serê biratiyê divê ez jî
niha biçim. Li ba kurdekî me, min computirek kevin dîtiye, wî got min ku ez
dikarim wê bo xwe bibim heya ku min pere dayî wî. Vêca divê niha herim berî ku
wî ew firotî hinekî din. Li kemasiyê bibore ku te bitenê dihêlim, lê em çawa
bikin, bê computir jiyan bo min gelekê vale ye...
Birêz "Çargoşe" di cihê xwe de
sekinî, dengek jê nedihat- wî bi kotekî bersiva xatirxwaziya wan da.
Û her du Kurdên me bi hev re ji
wir dûr ketin...
drcuwan@hotmail.com
(Dem Nû)
|