|
|
|
AQÎBETA LAZAN
Lokman Polat
Stockholm,
14/3 2005-
Xwedê eqîbeta Laz’an neynê serê tu neteweyî. Laz
netirk in, xelkekî din in. Lê, dewleta Kemalîst wan wisa asîmîle kiriye ku, êdî
doza heqê xwe yên netewî û demokratîk nakin. Zimanê Lazan bi serê xwe zimaneke,
lê ji bo ku Laz wî zimanî napeyivin ew ziman berbi wendabûnê ve diçe.
Li anadoliyê
û Kurdistanê çil gelên cuda hene. Ji xeynê kurdan yek gelekî din heta niha doza
heqê xwe yên gelêrî/netewî nekiriye. Dewleta Kemalîst wan asîmîle kiriye,
helandiye û êdî piraniya wan gelan di gel ku netirkin jî, xwe tirk dihesibînin.
Dewleta Kemalîst bi çova zorê çi kir û nekir nikaribû kurdan wekî Lazan asîmîle
bike ku dev ji doza xwe ya netewî berdin. Ordiya Kemalîst a hov –barbar- li
Kurdistanê qetlîaman pêk anî, lêbelê dîsa jî nikaribû bigîje armanca xwe ya
asîmîlasyonê.
Dewleta
Kemalîst heştê salan metoda zorê û asîmîlasyonê ceriband, bi ser neket, vêca
dixwaze bi metodeke din, bi destê kurdan kurdan bike wekî Lazan anku eqîbeta
Lazan bîne serê kurdan. Eqîbeta Lazan ev e ku; kurd jî doza heqê xwe yê netewî
nekin. Ji bo gel û welatê xwe tu statuyeke neparêzin. Bi tirkî biaxifin û bi
tirkî binivîsin. Ziman û edebiyata tirkî dewlemend bikin.
Laz ji
sedsalan ve li ser axa xwe anku li derdora behra reş dijîn. Boşnak di nav cil,
pênce salan de ji balkanan koç kirin û hatin Tirkîyê û bi piranî li derdora
bajarên Stanbul, Bursa û Îzmîrê kom bûn. Ji ber ola Îslamê ew jî xwe weke tirkan
dibînin, lêbelê tu eleqeya wan û tirkan ji hêla netewî ve bi hev tune. Niha di
TRTa tirkan de bi Boşnakî weşan tê kirin, lê bi Lazkî weşan nayê kirin. Ji ber
biryarên Kopenhagê anku bi tesîra Ewropîyan dewleta tirk bi fermî di TRTê de
heftê nîv saet dest bi weşana Kurdî (Kurmancî û Zazakî) , Boşnakî, Çerkezî,
Arnawidî, Erebî kir, lê bi Lazkî weşan nekir û gelê Laz doza weşanên bi zimanê
Lazkî nakin.
Serokwezîr û
demeke jî serokkomarê dewleta tirk yê berê Suleyman Demîrel ji rojnamevanê
Kemalîst Hasan Cemal re gotiye : ”Di 500 salan de em nikaribûn kurdan asîmîle
bikin, êdî niha em qet nikarin.” Herçiqas hinek kurd hatin asîmîlekirin jî, bi
xêra dewlemendiya çand û zimanê kurdî, kurd nehatin asîmîle kirin. Li doza xwe
ya netewî xwedî derketin, çand û zimanê xwe parastin. Belê, Kemalîst nikaribûn
kurdan asîmîle bikin, bihelînin û bi tevayî bikin tirk, lê niha kemalîstên kurd
bi ser navê Tirkîyetiyê dixwazin kurdan di nav nasnameya tirkan de bidin
helandin û wendakirin, lêbelê ew çi bikin jî nikarin biser bikevin û bi saya
têkoşîna welatparêz, demokrat, sosyalîst û hemû kurdperweran dê dîtina
Tirkîyetiyê jî herwekî dîtin û ramanên Kemalîst yên nîjadperest dê têk biçe.
Aqîbeta
Lazan aqîbeteke nebaş e, Xwedê neynê serê tu gelî. Yê ku Lazan xist vî halî
Kemalîzm e. Kemalîzm jehr e, nîjadperestiye, paşverûtîye, şoventîye, hovîtîye.
Ji bo ku gelên bindest xwe biparêzin, divê bi tundî li dijê kemalîzmê derkevin.
|
|
|