|
---------------------------------------------------------------
Antolojiya
çîrokên kurdî I-II
Amadekar:
FIRAT CEWERÎ
Antolojiya çîrokên kurdî yekemîn antolojiya çîrokên kurdî ya hemû
deman, hemû perçeyên Kurdistanê, hemû zaravayên zimanê kurdî û hemû alfabeyên ku
zimanê kurdî pê tê nivîsandin e. Lê antolojî bi kurmancî ye û bi kurmanciya
latînî ye.
Nêzîkî 100 nivîskarên ji her çar perçeyên welêt di vê antolojiya dîrokî de cih
girtine, ku her yek ji wan puselek e û bi hev re resimekî çîroka kurdî ya dused
salane radixin ber çavan. Ev antolojiya ku du cild in û bi hev re 1072 (hezar û
heftê û du) rûpel in, hem çavkaniya dîroka nesra kurdî ye, hem jî bi kronolojî
dîrok, rews û prosesa çîroka kurdî ya hunerî diyar dike. Di vê antolojiyê de
sînorên di navbera kurdan de hatine rakirin, ji berdêla wê pireke hevnasîn û
hevtêgihîstinê hatiye avakirin. Bi berfirehî û biyografiya nivîskaran antolojî
valahiya ansîklopediyekê jî dadigire.
Çîroknûsên
antolojiyê bi alfabetîk û bîyografîk ev in:
ABIDÎN PARILTI
Abidin Parilti di sala 1977an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Heta
bi lîseyê li Nisêbînê xwendiye û pasê koçî Îzmîrê kiriye. Ew niha li Îzmîrê, li
unîversîteya bi navê »Dokuz Eylül Üniversitesi« besa drama û nivîskariyê
dixwîne. Heta niha gelek nivîs, hevpeyvîn û wergerên A. Parilti yên bi kurdî û
tirkî di kovar û rojnameyên kurd û tirkan de hatine wesandin.
ADAR
JIYAN
Adar
Jiyan di sala 1962an de li gundê Dengiza ku girêdayî Stewra Mêrdînê ye, hatiye
dinyayê.
Ew mamoste ye. Wî heta niha di gelek kovar û rojnameyên mîna
Azadiya Welat, Jiyana Rewsen, Nûbihar, Gulistan û Kevanê de nivîsandiye. Bi navê
»Seyrê« ji çîrokên gelêrî kitêbek wesandiye.
BABAYÊ
KELES
Babayê
Keles di sala 1947an de hatiye dinyayê. Kalikê wî – Dodoyê Baba aqilmendekî dema
xwe bû. Wî neviyê xwe – Baba bi serpêhatî, destan, beyt û çîrokên kurdan mezin
kir.
Babayê
Keles besa kurdzaniyê ya Ûnîversîteya Yêrêvanê xelas kiriye. Pasê 18 salan di
redaksiyona rojnama kurdî »Rya teze« de kar kiriye.
Heta niha
pirtûkeke wî bi sernivîsa »Nîsanî« çap bûye ku tê de 14 serhatiyên bijare hene.
Xên ji vê
pirtûkê, gelek serhatiyên wî di almanaxa »Bahara teze" de çap bûne, ku her sal
li Yêrêvanê çap dibû. Çend serhatiyên wî bi ermenî û rûsî jî çap bûne. Pirtûkeke
wî ya din jî li ber çapê ye.
Babayê
Keles jî mîna gelek ronakbîrên kurdên Sovyeta berê ji dest rewsa aborî, ji
Ermenistanê derketiye û berê xwe daye biyanistanê.
Ew niha
digel malbata xwe li Rûsyayê dijî.
BÛBÊ
ESER
Bûbê Eser
di sala 1955an de li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hetiye dinyayê. Wî
dibistana xwe ya destpêkê li Qesra Qenco, navîn û lîse jî li bajarê Mêrdînê di
sala 1973an de qedand. Wî di sala 1971ê de dest bi siyasetê kir. Di sala 1975an
de li Enqerê dest bi xwendina bilind a bi navê ‘Ankara Ýktisadi Ticari Ýlimler
Akedemisi’ kir.
Di sala
dawîn de ku wî ê unîversîta xwe biqedanda, polîsan di dîroka 02.02.1980yî de li
Diyarbekirê, li cihê karê wî ew girtin. Ew 72 rojan di îskencê û nêzîkê 3 salan
jî di girtîgeha bi nav û deng ya Diyarbekirê ku navê wê 5 nolu bû de ma û di
19.05.1983an de ji girtîgehê hat berdan.
Pistî
berdana xwe ya girtîgehê, ji ber binçavkirina polîsan û nexwesiya xwe mecbûr ma
ku welatê xwe biterkîne.
Ew di
dîroka 24.11.1983an de li Swêdê bi cih bû û hê jî li wir dijî.
Bûbê Eser
ji sala 1992an û vir de dinivîsîne. Berhemeke wî a bi navê Gardiyan ku li ser
rewsa wê girtîgeha bi nav û deng e di sala 1994an de di nav wesanên ROJA NÛ de
hatiye wesandin. Ew roman bi zimanê yunanî jî hatiye wergerandin û wesandin.
CANKURD
Cankurd
di sala 1948an de li gundê Meydankê / rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê.
Xwendina xwe ya destpêkê li gundê xwe û ya navîn û lîse jî li Efrîn û Helebê
biriye serî. Du salan pistî lîseyê li Enstîtuya Amadekirina Mamosteyan / besê
zimanê erebî li Helebê xwendiye. Ji ber xebata siyasî gelek caran hatiye girtin
û îskencekirin.
Cankurd
di sala 1979an de çûye Almanyayê û xebata xwe ya siyasî û çandî dewam kiriye.
Ew bi
kurdî, erebî û almanî dinivîse û heta niha ev berhem çap kirine:
Bi kurdî:
Gundê Dîna, kurteçîrok.
Selahdînê
Eyûbî (Kurdekî cîhan hejand)
Alexander
Jaba (Berhevoka çêrokên kurmancî)
Dilopeka
xwîna dila, helbest.
Bazirganê Vênîsiya – Werger ji Shakespeare.
Bi erebî: El–Muslîmon wel Qediye El–Kurdiyye.
El –Hîlal El–Meeqof.
El–Merhele Errahîne mîn Kîfah Eseeb El–Kurdî.
Bi almanî: Pirtûkek li ser rewsa rojavayê Kurdistanê wek
(Gutachten) belav kiriye.
CELADET ALÎ BEDIR–XAN
Celadet
Alî Bedir – Xan di sala 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Ew di salên bîstî
de ji bo doktorayê diçe Almanyayê. Doktoraya xwe ya huqûqê dike û di salên sihî
de vedigere Samê. Sam hingî di destê fransizan de ye. Celadet li wir dest bi
têkosîna kurdayetiyê dike û dibe yek ji pêsengên tevgera Xoybûnê yê girîng.
Pistî ku serîhildana Agiriyê têk diçe, Celadet Bedir– Xan destê xwe ji siyasetê
dikisîne û xwe bi hemû hêza xwe dide kultur û edebiyatê. Ew di sala 1932an de
dest bi wesandina kovara HAWARê dike.
Ji sala 1932an heta 1943an 57
hêjmarên HAWARê derdikevin. Ji bilî kovara HAWARê jî wî ji nîsana 1942an heta
adara 1945an bi navê RONAHÎyê kovareke din derxistiye.
Ev kovara ha jî xwerû bi kurdî
bû û li ser hev 28 hejmar derketine. Ji bilî kovarên HAWAR û RONAHÎyê Celadet
Bedir–Xan ev pirtûkên ha jî nivîsandine: Elîfba Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga
Kurdî, Rêzana Elfabeya kurdî, Rûpelnine Elfabê, Dibaca Mewlûdê, Dibaca nivêjên
Êzdiyan, Nameyek ji Mustafa Kemal pasa re, Ji Mesela Kurdistanê, wergera çîroka
Conî û Cimêma û bi dehan nivîs û gotarên çapkirî û neçapkirî… Herweha Celadet
Bedir–Xan digel birayê xwe Kamiran bi riya wesanên Hawarê bi dehan pirtûk
pêskêsî pirtûkaxaneya kurdî kirine.
Celadat
Bedir–Xanê ku ji bilî navê xwe li dor deh navên din jî bi kar anîne, di
15.07.1951ê de mîna gelek pêseng û rewsenbîrên kurdan, ji welatê xwe dûr, li
Sûriyê wefat kir. Ew niha li Samê vesartî ye.
ÇIYA MAZÎ
Çiya Mazî
di sala 1960î de li gundekî Semrex (Mazîdax)a Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew ji sala
1993an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest,
kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana
Rewsen, Welat, Aazadiya Welat, Ava Sîn, Hîwa, Mehname, Avesta û Kevanê de
wesiyane. Bi navê »Mistek jiyan" kitêbeke wî ya kurteçîrokan heye.
DILAWER ZERAQ
Dilawer Zeraq di sala 1965an de li Farqînê hatiye dinyayê. Wî ji
dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala
1985an de Zanîngeha Dîcleyê Besa Matematîkê qedand. Di sala 1997an de dest bi
nivîsandinê kir. Ji hingê ve ye çîrok û nivîsarên wî di kovar û rojnameyan de
belav dibin. Pirtûkeke wî ya bi navê Kakil çap bû. Wî çîrokên bijarte ji
çîroknivîsê tirk Sait Faik wergerandiye û ji bo çapê amade kiriye. Ew niha jî li
Diyarbekirê dijî.
Dr. CUWAN BATÛ
Dr. Cuwan Batû li gundê Sêxê Res, Sirnexê hatiye dinyayê. Wî di
salên 1980-1987an de li Bulgaristanê xwendina tibbê xelas kiriye û di sala
1987an de li Swêdê bi cih bûye. Niha li nexwesxaneyeke Swêdê weke serekdoktor û
berpirsiyarê besekî cansaxiyê kar dike.
Lêkolînek wî ya zanistî li ser nexwesiyên »jibîrkirinê« (demens)
bi swêdî heye.
Di nabera
1987-89an de di rojnameya Kurdistan Pressê de kar kiriye. Berê kovara »Rojbas«
derdixist, niha wê wek »RojbashOnline« bi rêya Internetê derdixe.
Nivîsa wî
ya yekem di sala 1987an de, di bin navê »Demokrasiya me« de di rojnameya
»Kurdistan Press« de derket.
Pirtûkek
wî bi navê »Sûjin« di sala 2000an de derketiye. Di wê pirtûkê de wî 16
kurteçîrok (fable) tê de kom kirine. Hinek nivîsên wî di rojname û kovarên kurdî
û swêdî de derketine.
Ji sala
2001ê û vir ve di rojnameya »Dema Nû« de, di bin quncika »Sûjin«, her ji du
hefteyan carekê nivîsên nêzîkî pirtûka Sûjinê dinivîsîne. Dr. Cuwan Batû niha li
Swêdê dijî.
EBDILBAQÎ HUSEYNÎ
Ebdilbaqî
Huseynî di sala 1961ê de li Qamisloka binxetê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe a
sereke, navîn û lîse li Qamislo xwendiye.
Pisê li
Zanîngeha Samê di navbera salên 1979–1985an de xwendina xwe di fakulteya
çandiniyê de wek endezyarê çandiniyê xelas kir.
Ji sala 1999an vir ve li Nerwecê dijî.
Ji berhemên wî: Pirtûkek folklorî bi navê: Çîrokên Mîran di sala
1991ê de li Beyrûdê çap kiriye.
Herwekî berpirsyariya du kovarên kurdî dikir; Gurezek Gul
(1989–1991). / Zanîn (1991–1997).
Hin berhemên wî li ber çapê ne.
Ew niha gotarên xwe bi zimanên kurdî û erebî di rojneme, kovar
û malperên Internetê de belav dike.
EDÎP KARAHAN
Li gora agahdariyên ku di nasnameya wî de hatine nivîsandin, ew
di sala 1930î de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Wî heta bi lîseyê li
welêt xwendiye û berî ku qeyda xwe li Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê de çê bike,
bi qandî salekê li Fakulteya Edebiyatê, besê felsefeyê xwendiye.
Ew yek ji wan kesan bû ku zû li kurdayetiya xwe hay bûye û bi
meseleyên fikrî ve rabûye. Ji ber wê jî di sala 1953an de ji ber îthama
propagandaya komunîzmê tê girtin, lê pasê berat dike.
Ew di dema telebetiya xwe de di gelek kovar û rojnameyên tirkî de
nivîsan dinivîsîne; (Forum, Yeni Gün, Yeni Ortam hin ji wan in) û di sala 1957an
de, ji ber nivîseke xwe ya di Forumê de ses mehan dikeve hefsê.
Edîp Karahan di sala 1962an de bi navê Dicla–Firat rojnameyeke
mehane derdixe û ew bi navên cûda di vê rojnamê de dinivîsîne. Wî bi naznavê
Reso jî di vê rojnameyê de çîrok nivîsîne.
Ew gelek caran ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û di hefsan
de dimîne. Ew di
sala 1963an de bi navê daweya »23yan« de tê girtin.
Di sala
1971ê de ji daweya DDKOyê tê girtin û heyst sal ceza lê tê birîn. Pistî sal û
nîvekê ji vê daweyê xelas dibe û pistî derdikeve derbasî Kurdistana basûr dibe.
Li Kurdistana basûr bi navê Mam Azad tê bi nav kirin. Ew demekê di besê
ragihandinê de dixebite û pasê jî li dadgeha Comanê dadgeriyê dike.
Karahan,
di sala 1976an de çû ser dilovaniya xwe. Ew zewicî bû û bi navê Tûrcel, Welat û
Siyar sê kurên wî hene.
EDÎB POLAT
Edîp
Polat li gundekî Diyarbekirê ku bi ser Bismilê ve ye hatiye dinyayê. Wî
dibistana seretayî li gund û Batmanê xwendiye, pist re li Diyarbekirê pêvajoya
xwe ya perwerdehiyê dewam kir. Wî weke mamostayê Biyolojiyê dest bi karmendiyê
kir. Lê ji bo xebatên xwe yên polîtîk, di sala 1988an de ji kar hat avêtin. Wê
salê wî bi navê Rastiya Diyarbekir pirtûkek derxist.
Wî dû re ev
pirtûk dan wesandin:
Berbangên Newrozê.
Di zimanê zanistî da Kurd û Kurdistan.
Sopên ji welatê bêdewlet.
Zinêkar.
Evîna min mirina bêevîn e.
Gladyatorê Kurd Ristemê Zal (Di demek nêzîk de wê were çapkirin).
Edîp Polat ji bo van pirtûkên xwe û çalakiyên ji bo ramana azad
pênc sal û nîvan di zîndanê de ma.
Xelatên ku Polat heta niha wergirtine ev in: U.S.A PEN Barbara
Goldsmîth xelata Azadiya nivîsê. Human Right Watch, Xelata Azadiya Ramanî.
Polat heta îro di gelek rojname û kovaran de çîrok, helbest û
nirxandinên polîtîk nivîsîne. Hin ji wan ev in: Milliyet Sanat, Berfin Bahar,
Yaba, Hêvî, Ronayî, Özgur Gündem, Tîroj, ÎHD Bülten, Çorba, Ütopya, Nûdem.
Edîb Polat niha li Diyarbekirê dijî.
EHMED MEHEMED ÎSMAÎL
Ehmed Mehemed Îsmaîl di sala 1943an de li bajarê Kerkûkê hatiye
dinyayê. Wî di destpêka salên heftêyan de çîrokên xwe di kovar û rojnameyan de
dane wesandin û mîna çîroknivîs deng daye. Heta niha çar kitêbên wî ên
kurteçîrokan hatine wesandin û hin berhem jî ji tirkî wergerandine kurdî.
ELAEDDÎN SECADÎ
Elaeddîn Secadî di sala 1907an de li Kurdistana Iraqê hatiye
dinyayê. Di sala 1938an de destûra meletiyê wergirtiye û li Bexdayê, li mizgefta
Neîme Xatûnê meletî kiriye. Di 1939an de ketiye nav qada rojnamevaniyê, di 1941ê
de bûye berpirsiyarê kovara Gelavêj û heta 49an dewam kiriye. Di sala 1948an de
bi navê Nizar kovarek bi kurdî û erebî derxistiye. Di navbera salên 1958-1974an
li zankoya Bexdayê mamostetiya edeb û dîroka edebiyata kurdî kiriye.
Hinek ji berhemên Secadî ev in:
Ristey Mirwarî, ji 1-8, sala 1957-1938.
Mêjuya edebiyata kurdî, 1952.
Soresên kurdan û soresa Iraqê.
Hemîse
Behar, kurteçîrok, 1960.
Destûr û
ferhenga zimanê kurdî, 1961.
Edebê
kurdî û lêkolîna edebê kurdî, 1986.
Kurdewarî,
1974. / Deqekanê edebî kurdî, 1978. / Nawî kurd. / Gestêk le Kurdistan. / Nirx
Sinasî.
Elaeddîn
Secadî di 13.12.1948an de wefat kiriye û niha li Bexdayê, li Goristana Sêx
Ebdulqadirê Gêlanî vesartî ye.
ELIYÊ EBDILREHMAN
Eliyê
Ebdilrehman di sala 1920î de li Kurdistana Tirkiyeyê hatiye dinyayê, lê hê di
sessaliya xwe de digel malbata xwe ji ber zilma tirkan koçî Kafkasyayê dike.
Eliyê Ebdilrehmanê xwendinhez tavilê dest bi xwendinê dike, ji bilî zanistgeha
Yêrêvanê ew herweha li Bakuyê enstîtuya pedagojiyê jî xelas dike.
Sala
1955an li Yêrêvanê dîsa rojnama »Rya teze« tê çapkirin. Eliyê Ebdilrehman, di vê
rojnamê de digel gotarên civakî gotarên edebî jî dinivîsîne. Riya Eliyê
Ebdilrehman ya edebî ji vê rojnamê dest pê dibe.
Kitêba wî
ya pêsî di sala 1959an de çap dibe. Di berhevoka »Xatê xanim« de çar afirandinên
cihê hene. Ew di derheqê jiyana kurdan ya doh û îro de ne.
Eliyê
Ebdilrehman gotar, helbest, çîrok û roman nivîsandine.
Hin ji pirtûkên wî
ev in:
»Morof«, »Gundê mêrxasa«, »Ser çiya da«, »Dê«, »Hesreta min« û
»Gulista«.
EMERÎKÊ SERDAR
Emerîkê
Serdar di sala 1935an de li gundê Pampa Kurda, navça Axbaranê, li Ermenistanê di
maleke sade de hatiye dinyayê. Bavê wî Dewrês, di sala 1941ê de çû serê Almanya
Nazîst û bê ser–berate winda bû. Heta niha jî Emerîk nizane bavê wî li ku û çawa
sehîd bûye. Heta niha jî nizane mezelê wî li ku ye û ji bo wê heta niha jî
gelekî li ber xwe dikeve. Ev tema di çîrokên wî de gelek derbas dibin. Lê
dildimiya ber dilê wî ew e, ku ew ciyê mezelê diya xwe zane û her sal dixwaze
here ser mezelê dayika xwe.
Emerîkê
Serdar yek ji wan ronakbîrên kurdên Ermenistanê ye, ku bi kar û barên xwe alî
pêsketina çand û edebiyeta kurdan bi gistî kiriye. Pistî ku çend salan di
radyoya kurdî ya Yêrêvanê da kar kir, ji sala 1961ê heta roja îro li redaksiyona
rojnama »Rya teze« de kar dike û ev çend sal in redaktorê wê ye.
Di karê
nivîsara bedewetiyê (prosa) de keda wî jî heye. Heta niha wî çend pirtûkên
serhatiyan çap kirine, gelek çîrokên wî di kovar û rojnameyan de jî derketine.
ENWER KARAHAN
Li gora
qeyda wî ya nifûsê, ew di sala 1962an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê,
lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çêbûye. Zaroktî û
xortaniya wî li Dêrikê derbas bûye û wî heta bi lîseyê li wir xwendiye. Ew heta
bi sala 1992an jî ji Dêrikê neqetiya ye.
Ew demeke
kin memûrtiyê dike û gava di sala 1994an de HADEP tê damezirandin dibe yek ji
dameziranê vê partiyê. Dewrekê di meclîsa partiyê de dixebite û di hilbijartinên
1995an de li Îzmîrê dibe namzetê parlamentoyê. Di kongreya dudan de ji ji vê
partiyê bi dûr dikeve. Ew jî wek gelek kurdên din bi caran hatiye girtin û
mahrûzî îskence û neheqiyê bûye.
Ew bi
navên cûda maqale û pêkenînên bi kurdî di rojnameya Medya Günesi, Jiyana Nû û
Rojê de dinivîsîne. Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir
hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe
pêde dike. Ew demekê berpirsiyariya Berbanga, organa FKKSyê dike û vê gavê jî li
Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê kar dike. Heta niha berhemên wî di gelek
kovar û rojnameyên kurdî de hatine wesandin û du kitêbên wî yên çîrokan bi navên
»Sevbihêrkên sevên xalî« (2001) »Duaya êvarê« (2003) hatine wesandin.
ENWER MEHEMED TAHIR
Enwer Mehemd Tahir di sala 1949an de li gundê Tîtê, nêzîkî bajarê
Duhokê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li Duhokê xwendiye û di sala 1974an
de besê kurdî li zanîngeha Bexdayê bi dawî aniye. Wî destpêkê bi zimanê erebî
dinivîsî û yekem çîroka xwe di sala 1967an de belav kiriye. Pasê dest bi
nivîsîna kurdî kiriye û yekem çîroka xwe di sala 1972an de, di kovara Hîvî de
–li Duhokê derdiket– belav kiriye. Gotarên rexneyî û nivîsînên xwe di kovar û
rojnameyên kurdî de belav kirine, di festîvalên edebî de, li Kurdistana basûr,
besdarî kiriye.
Heta niha du pirtûk çap kirine:
Ev çîroke bi dîmahî nehat, Kurdistana basûr, 1983.
Çend gotarekêt rexneyî, Kurdistana basûr, 1988.
Her wisa berhemên wî yên amade ji bo çapê ev in:
Kitêbeke kurteçîrokan. / Kitêbeke çîrokên zarokan.
Ew endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd e û niha jî li Kurdistana
basûr dijî.
EREBÊ SEMO
Erebê Semo di 23.10.1897an de li gundê Susuzê li qeza Qersê, ku
di wê heyamê de di bin destelatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê.
Erebê Semo xwendina xwe ya ewil diqedîne.
Di sala 1913an de, dema ku 16
salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.
Di sala
1914an de wexta destpêka serê cîhanê yê ewil heta sala 1917an, Erebê Semo ku xên
ji zimanê dê, welê jî bi rûsî, tirkî, yunanî û ermenî zanîbû. Pist re jî demeke
dirêj di komîteya navendî ya partiya komunîsta Ermenistanê de cih digire.
Di sala
1931ê de Erebê Semo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke bas di
navbera wan de tê sazkirin. Ji wir dest bi xebata literaturî û ilmî dike. Li wê
derê nivîsên di derheqa problemên zimanê kurdî de hazir dike û li Ermenistanê
çap dike.
Di sala
1937an de ji aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirin, wî disînin kenarê Okêrna cemidî.
Heta sala 1956an ew li wê derê dimîne.
Pistî
mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê.
Sala
1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Sala 1967an jî ew li Moskovayê
berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar nesir dike.
ESKERÊ BOYÎK
Eskerê
Boyîk di sala 1941ê de li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze), li Ermenistanê
hatiye dinyayê.
Berê li
gundê xwe, pasê li gundê cîran: Elegezê xwendina navîn standiye. Sala 1966an
Enstîtuya bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê xelas kiriye.Teza kandîdatê
ulmê ekonomiyê standiye. Gelek berhemên wî yên ilmî (pirtûk, birosûr, gotar) di
derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê de bi zimanê ermenî û rûsî çap
bûne.
Di salên
60î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, di radyoyê de hatine
wesandin.
Heta niha
ev pirtûkên wî hatine wesandin:
Siverê,
helbest, Yêrêvan, 1966. / Kulîlkên Çiya, helbest, Yêrêvan, 1975. / Sinco keça
xwe dide mêr, sano,Yêrêvan, 1980. / Mem û Zîn, sano, Stokoholm, 1989. / Tîrênc,
(di berhevoka BAHAR de), helbest, Yêrêvan, 1987. / Li Çiya, kurteçîok, Yêrêvan,
1991. / Duaya Serê Sibê, helbest, Roja nû, 1997. / Oda Çîrokan 1, helbestên
zarokan, Roja nû,1997. / Kulîlkên Birîndar, helbest, Stockholm, 1998. / Govenda
Herfan, helbestên zarokan, Stockholm, 2002.
Eskerê
Boyîk niha jî li Almanyayê dijî.
EVDILE KOÇER
Evdile
Koçer di sala 1977an de li gundekî Sêrtê hatiye dinyayê.
Ew li »Anadolu
Universitesi Kamu Yonetimi« dixwîne.
Heta niha
gelek nivîs û çîrokên wî di kovar û rojnameyên mîna Jiyana Rewsen, Pîne, Nûdem,
Azadiya Welat, Firatta Yasam, Hîwa... de derketine...
Her weha
gelek nivîs jî li ser înternetê: »Mehname, Avesta, Amudê« derçûne...
Pirtûka
wî a bi navê »Govendistan« ku ji nivîsên wî ên mîzahî pêk tê, di nav Wesanên
Pêrî de derket...
FAWAZ HUSÊN
Fawaz
Husên di sala 1953an de li binya xetê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1978an heta bi
1992an li Parîsê li unîversîteya Sorbonnê dixwîne û di sala 1988an de dibe
doktorê ziman û edebiyata firansî. Fawaz Husên endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê
û endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Ew li Parîsê dijî.
Kitêb û
wergerên Fawaz Husên:
Siwarên
êsê. Kurteçîrok.
Stockholm, wesanxaneya Welat,
1994. / Biyanî. Wergera L’Étranger, berhema Antonio Camus. Stockholm,
wesanxaneya Nûdemê, 1995. / Mîrzayê Piçûk. Wergera Le Petit Prince, berhema A.
de Saint–Exupéry. Stockholm, wesanxaneya Nûdemê, 1995. / Le Fleuve. Kurteçîrok.
Parîs, wesanxaneya Méréalê, 1997. / Dîroka edebiyata firansî, sedsala hivdehan û
hîjdehan. Antolojî. Stockholm, wesanxaneya APECê, 1998. / La Poursuite de
l’ombre. Wergera Siya Evînê, romana
Mehmed Uzun.
Parîs, wesanxaneya Phébus’ê, 1999. / Chroniques boréales.
Kurteçîrok. Parîs, wesanxaneya L’Harmattanê, 2000. / Kurdên Haymanayê. Gotara
Georges Perrot. Werger û amadekirin. Stockholm, wesanxaneya APECê, 2000. /
Amîdabad. Kurteçîrok. Stembol, wesanxaneya Avestayê, 2001.
FAZIL UMER
Fazil Umer di sala 1962an de, li gundê Girresê, nêzîkî bajarê
Zaxoyê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li çendîn gund û bajaran xwendiye û
di sala 1986an de, piska nojdariyê li zanîngeha Mûsilê bi dawî aniye û niha jî
li Duhokê doktoriyê dike. Wî di sala 1980ê de çîrokên xwe di kovar û rojnameyên
kurdî de belav kirine.
Heta niha kitêbeke kurteçîrokan bi navê ‘Kalê pesêman’ çap
kiriye.
Fazil
Umer niha li Kurdistana basûr dimîne.
FELAT DILGES
Felat
Dilges di sala 1965an de li gundekî Pasûr ê (Qulpê) yê bi navê Duderya hatiye
dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Farqînê, ya lîseyê li Licê temam
kir.
Li
Unîversîteya Stenbolê felsefe û siyasetzanî xwend. Di sala 2000î de, li
Unîversîteya Stenbolê, di warê siyaseta navnetewî de doktoraya xwe temam kir.
Heta niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîs nivîsîn, stûnnivîskarî kir. Di
sala 2002an de, di derxistina kovara edebî û kulturî Gulistanê de, roleke girîng
leyist û berpirsiyartiya wê ya gistî kir.
Kitêbên
wî:Kula Dêrsimê (1992–sano).
Rojnameya
Kurdî ya Pêsîn Kurdistan (1988–Lêkolîn).
Dilsa (2002–çîrok).
FERHAD PÎRBAL
Ferhad Pîrbal di sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Di sala
1983an de li Unîversîteya Selahadînê (Kurdistana Iraqê) besa ziman û edebiyata
kurdî temam kiriye.
Di sala 1986an de derket derveyî welêt. Li Parîsê li Unîversîteya
Sorbonne Edebiyata Kurdî (Îrannasî) xwend. Pistî salên 1990î vegeriya Kurdistanê.
Li Hewlêrê dezgeha kulturî »Mala Serefxanê Bedlîsî« ava kir.
Kitêbên Ferhad Pîrbal:
Mal ava ey welatê min (sano, 1984).
Sibeha te bi xêr ey xerîbî (sano, 1988).
Exil (siîr, 1994).
Serçavkanî Kurdistan (lêkolîn, 1998).
Wêneyên kurd ji arsîva kurdnasên ewrûpî (Lêkolîn, 1999).
Manîfestoya duwem î wêran spiyên nav res–resên nav spî (Siîr,
1999).
Zêrê nav zibil (wergera nivîsên rojhilatnasan li ser kurdan, ji
fransî werger, 1999).
Încîl di Dîroka Edebiyata Kurdî de (1857–1957).
Destpêkên serhildana pexsana kurdî (Lêkolîn, 1999).
Cudahî (Tevî neh saîrên hewlêrî, 1999).
Petatxurekan (Çîrok, 2000).
FERHAD SHAKELY
Ferhad Shakely di sala 1951ê de li basûrê Kurdistanê, li bajarê
Kerkûkê hatiye dinyayê. Ew li Kurdsitanê di salên 1973–74an de di rojnameya
Birayetî de dixebite û li Swêdê jî di hundirê deh–panzdeh salan de bi kurdî û
swêdî du kovaran ‘Svensk–Kurdisk Journal 1985–1989 û Mamostayê Kurd 1985–1996’
derdixe. Wî heta niha pênc kitêbên siîran û kitêbeke kurteçîrokan bi kurdî
wesandine û heft kitêbên zarokan jî ji swêdî wergerandine zimanê kurdî. Wî bi
swêdî jî kitêbeke siîran û du antolojî wesandine. Wekî din bi nave Kurdish
Nationalism in Mem û Zîn of Ahmed–i Khani kitêbeke bi ingîlizî derxistiye.
Ferhad Shakly niha li Swêdê dimîne û li Unîversîteya Uppsalayê
mamostetiya zimanê kurdî dike.
FEWAZ EBDÊ
Fewaz Ebdê di sala 1961ê de li gundekî nêzîkî Qamislo bi navê
»Niqare« hatiye dinyayê.
Wî xwendina destpêkê li gund qedandiye, ya navîn û lîse jî li
Qamislo xwendiye.
Di sala 1980ê li zanîngeha Samê zimanê erebî (tore û edebiyata
erebî) xwend.
Di sala 1995an de li binxetê xelata Koma Xanî ya çîrokê wergirt.
Bi navê »Xewaro« kitêbeke wî ya kurteçîrokan çap bûye. Fewaz Ebdê digel çend
hevalên xwe di sala 1986an de tiyatro bir gundan û di hizûra gundiyan de pêskês
kir.
Fewaz Ebdê niha li Qamislo dijî.
FEWZÎ BÎLGE
Fewzî Bîlge di sala 1962an de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê Mazî
hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kirine. Heya
perwerdehiya xwe ya lîseyê qedandiye li wê derê maye. Di 1978an de li Unîversîta
Stenbolê, besa edebiyatê xwend. Heya ku dibistana xwe ya duyem, li Unîversîta
Marmarayê besa zanisteyên civakî, di sala 1987an de qedand di ajansên girafîkî
de xebitî.
Ji edebiyatvanekî bêtir weke wênesaz tê naskirin û hezkirin. Wî
li çar aliyên welêt bi dehan pêsengeh li dar xistine. Ses–heft salan di navendên
çand û hunerî de di gelek besan de, bi taybetî jî li besên hunerên sêwekariyê
berpirsiyarî girt û gihast gelek xebatên serkeftî. Bi sedan nivîs û xebatên wî
yên wêneyan di kovar û rojnameyên kurdan, weke Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Günesi,
Jiyana Rewsen, Kevan, Tîroj de hatine wesandin.
Ev sêzdeh sal e bi keçikeke dêrikî, xwesik, arkeolog re zewiciye.
Bi navên Sultan Stêra û Serhat Berzan du zarokên wan hene.
Ev çend salên dawiyê li Batmanê dijî, di kargeha xwe ya hunerên
sêwekarî de gelek sagirt gihandine. Ev sê salên dawiyê weke çîroknivîsekî
tevdigere û pirtûka xwe ya yekemîn ji dosyayên xwe yên çîrokan yek, bi navê
»Jidilara« di 2002an de wesand. Di demeke kin de albumeke wî ya ku ji wêne û
nivîsarên sîroveyên wêneyên wî pêk tê wê bigihêje xwendevanan.
FIRAT CEWERÎ
Firat Cewerî di sala 1959an de li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî
hatiye dinyayê, di salên heftêyî de digel malbata xwe li Nisêbînê bi cih bû, di
80ê de koçî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi
nivîsandina kurdî kir, deh salan kovarek bi navê Nûdem derxist, di saxên cihê de
li dor deh kitêban nivîsandine û deh–donzdeh kitêb jî wergerandine zimanê kurdî.
FÛAD TEMO
Ev çîroka Fûad Temo ji kovara Rojî Kurd, no:1 (Hezîran 1329=1913)
r:25–26 û no:2 (Temmuz 1329=1913) r: 24–25 hatiye girtin ku bi herfên erebî ya
alfaba osmanî hatiye nivîsîn.
Wek ji dawiya çîrokê jî tê famkirin ku çîrok hê jî xelas nebûye.
Her çendî di hejmara 2an a kovara Rojî Kurd de dinivîse »dawî heye«, lê mixabin
dawiya çîrokê ne di hejmara 3an û ne jî di hejmara 4an a kovarê de heye. Her
weha navê çîrokê jî nehatiye nivîsîn. Tenê »çîrok« hatiye nivîsîn. Lê Mahmûd
Lewendî di tîpguhêziya wê de navê »Sewês« li çîrokê kir û me jî her »Sewês«
hist.
Fûad Temo ronakbîrekî kurd e ku ji bajarê Wanê ye û kurê mebûsê
Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Stenbolê digel ronakbîrên kurdan ew jî yek ji
aktîftirîn kesan e ku besdarî kar û barên siyasî û kulturî yên kurdan dibe.
Di komele û
kovarên kurdan de dixebite. Di 1912an de digel Qedrî Cemîl Pasa, Cerrahzade Zekî
Beg û hin ronakbîrên din, li Stenbolê yekemîn komela xwendekarên Kurdan; Civata
Telebeyên Kurdan–Hêvî’yê datînin.
HASAN KAYA
Hasan
Kaya di sala 1964an de, li Navçeya Nisêbîna ku li ser Mêrdînê ye hatiye dinyayê.
Heta bi lîseyê li wir xwendiye. Pistî ku du salan li »Anadolu Universitesi
Ýktisat Fakultesi« xwend dev jê berda û çar salan »Dicle Universitesi Eðitim
Fakültesi Türk Dili ve Edebiyatý« xelas kir û dîplomaya Lîsansê wergirt. Çar
salan li lîseyê mamostetiya edebiyatê kir.
Di sala
1993yan de Li Edenê saxê navenda Çanda Mezopotamya ava kir. Li wir sê salan
serokatiya vê saziyê kir û dersên zimanê kurdî dan. Pist re li Mêrsînê
damezrêneriya saxê Navenda Çanda Mezopotamya kir. Dawî, di sala 1996an de li
Enstîtuya kurdî ya Stenbolê xebata xwe domand û ses salan serokatiya Enstîtuya
kurdî kir.
Bi navê
Girnewas pirtûkeke kurteçîrokan nivîsî. Tevî Zana Farqînî û Samî Tan, bi kurdî,
tirkî û ingilîzî ‘Em Zimanê Kurdî Binasin’ pirtûkek amade kir.
HELÎM YÛSIV
Helîm
Yûsiv di sala 1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. Wî li Unîversîteya
Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî.
Heta niha
ev berhemên Helîm Yûsiv çap bûne: Mêrê avis, çîrok, 1991 bi erebî, 1997 bi kurdî.
/ Jinên qatê bilind, çîrok, 1995 bi erebî, 1998 bi kurdî. / Mirî ranazin, çîrok,
1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî. / Sobarto, roman, 1999 bi kurdî û erebî.
Wekî din
çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne tiyatro û wî herweha li Sûriyê di antolojiyeke
çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye.
HESENÊ METÊ
Hesenê
Metê di sala 1957an de li Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ev zêdeyî bîst
salî ye jî ew li Swêdê dijî. Kitêbên Hesenê Metê yên ku heta niha çap bûne ev
in:
Smîrnoff,
çîrok, 1991. / Labîrenta cinan, roman, 1994. / Epîlog, çîrok, 1998. / Ardû,
çîrokên gelêrî, 1991. / Tofan, çîrok, 2000. / Keça Kapîtan, Pûskîn (werger)
1998. / Merivên reben, Dostoyovskî (werger) 1991.
HESENÊ QIZILCÎ
Hesenê
Qizilcî di sala 1914an de li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye
dinyayê. Di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber detsê mamê xwe hînî farisî û
erebî bû, lê meletî nekir. Pistî avakirina PDKê bû endamê partiyê. Di dema
avakirina komara Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara Helale kir û di
kovara Kurdistanê de nivîsî. Pistî hilwesandina komarê, derbasî Kurdistana Iraqê
bû, pasê derket derveyî Kurdistanê. Bi ketina rejîma Sah re, di 1979an de
vegeriya Îranê. Ew endamê Tudeh û berpirsiyarê rojnameya Namêyê Mardom bû. Di
sibata 1984an de hat girtin. Ji hingî heta niha kesî tu xeber jê nestand, kes
nizane çi pê hat û li ku ye.
HESENÊ SILÊVANÎ
Hesenê
Silêvanî di sala 1957an de, li gundê Tirkija, devera Silêvaneya, nêzîk bajarê
Zaxoyê, hatiye dinyayê. Pistî sikestina soresa kurdî di sala 1975an de, li
basûrê Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên wan sewitandin û ereb anîne sûnê. Lewra
ew ji neçarî ber bi bajarê Mûsilê çûn. Di sala 1975an de dest bi nivîsîna
helbest û kurteçîrokan kiriye û di rojname û kovarên kurdî de belv kirine. Heta
niha ev berhem çap kirine:
Hozanên
Sava. Helbest 1991, Kurdistana basûr.
Balûlka
Sekrê. Kurteçîrok 1994, Swêd. / Çîrok û helbest, ji welatê Nêrgiza. Bi zimanê
erebî. / Gulistan û sev, roman.
Hesenê
Silêvaniyê niha li Kurdistana basûr dijî.
HÊVÎDAR ZANA
Hêvîdar
Zana di 29.12.1976an de li bakurê Kurdistanê li bajarê Nisêbînê hatiye dinyayê.
Pistî kustina birayê xwe Zana di 14 saliya xwe de tevlî gerîla dibe û derdikeve
çiyê.
Di sala
1993an de di redaksiyona radyoya Dengê Kurdistana Serbixwe de cihê xwe digire û
nûçe û programan pêskês dike.
Di sala
1996an de di televîzyona MEDê de nûçeyên kurdî pêskês dike û moderatoriya
programan dike.
Gelek
çîrok, gotar û serpêhatiyên wê di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine
wesandin.
HUSEIN MUHAMMED
Husein
Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li basûrê Kurdistanê hatiye dinyayê.
Ew ji sala 1994an sûnde li Fînlandayê dimîne û niha li zankoyê dadweriyê (hiqûqnasiyê)
dixwîne û ji daîreyên cor–bi–cor ên kargêrî (îdarî) yên Fînlandayê re
tercumaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî dike.
Husein
sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn
kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû–elektronîkî,
Mehnameyê, bi rêya Internetê diwesîne. Tevî ku Husein hem helbest, hem
kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn.
Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên
li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein
herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî–îngilîzî amade kiriye. Niha ew li
ser ferhengokek soranî–kurmancî dixebite.
HUSÊN ARIF
Husên
Arif di sala 1926an de li basûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinyayê.
Wî li Bexdayê hiqûq xwend û bû avûkat. Ew îro yek ji çîroknivîsên basûr yê
bijarte tê hesêb. Digel nivîskariya xwe ew di kovar û rojnameyên bi navê
Rosinbîrî nû, Nûserî kurd, Hawkarî û Karwan de jî xebitî ye.
Husên
Arif di sala 1957an de bi çîroka xwe »Çaya sêrîn« xelata kovara Safaq ya çîrokê
wergirt.
Heta niha
bi çendan kitêbên Husên Arif yên kurteçîrokan û romanên wî hatine wesandin. Wekî
din wî li ser prosaya kurdî xebateke girîng û bingehîn kiriye.
Husên
Arifê ku kitêba Machiavelli »Mîr« jî wergerandiye kurdî, niha li Kurdistana
Iraqê dijî.
ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN
Îbrahîm
Seydo Aydogan di sal 1976an de li Qiziltepeyê hatiye dinyayê.
Heta niha
ev berhem nivîsandine: Wechê te Diyarbekirê tîne bîra min (helbest, 1996–2002,
neçapbûyî). / Res û spî (roman, 1999, wesanên Dozê). / Hezkiriya Xwedê (çîrok,
neçapbûyî). / Leyla Fîgaro (roman, 2003).
JAN DOST
Jan Dost di sala 1965an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê.
Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985an heta 1988an li
zanîngeha Helebê fakulta zanistê besê Biyolojiyê xwendiye, lê temam nekiriye.
Ji berhemên Jan Dost: Kela Dimdim 1991 Bonn- Istenbol. / Sazek ji
çavên Kurdistan re – helbest 1994./ Wergerandina Mem û Zînê bi erebî 1995. /
Mehabad ber bi olimpiyada xwedê- Istenbol 1996 helbesta Selîm Berekat
wergerandin bi kurdî.
Bedayiulluxe ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî, 1997.
Elhedîqe el Nasiriyye, wergerandin ji farsî, bi erebî Hewlêr
2002.
Û niha romaneke wî li ber çapê ye.
Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û
kovarên cihê de wesandine.
Çîroka wî ya yekem Xewna Sewitî sala 1993an di pêsbirka
kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand.
Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî.
KAMRAN BEDIR-XAN
Kamran
Bedir-Xan di 21ê tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê
doktoraya xwe ya hiqûqê da. Pasê li Bêrûdê bi cih bû û li wir avûkatî kir. Ji
bilî ku gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine wesandin, wî di
sala 1943an de li Bêrûdê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.
Kamran
Bedir-Xan di sala 1947an de çû Firansayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî
ava kir. Di wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi hînkirina zimanê
kurdî kir.
Wî di
mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên
wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.
Kamran
Bedir-Xanê ku hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî, di sala
1978an de li Parîsê wefat kir.
KAMÎRAN HACO
Kamiran
Haco di sala 1959an de, li Tirbespiya binxetê hatiye dinyayê. Xwendina seretayî,
navendî û amadeyî li Tirbespiyê û Qamislo temam kir... Sala 1983an xwendina
endezyariyê besê Mekanîk li zanîngeha Helebê qedand...
Ji
destpêka salên 90î ve, wî dest bi nivîsandinê kiriye. Di kovar û rojnameyên wek:
Gelawêj, Gurzek Gul, Stêr, Xunav, Metîn, Armanc, Pirs, Deng, Medya Günesi, Çira
û Nûdemê de nivîsî ye.
Ji dawiya
sala 1997an ve li Swêd dijî û niha di redaksiyona kovara Rastî de dixebite.
Di sala
1977an de pirtûkeke wî ya kurteçîrokan bi navê Kelevajî di nav wesanên Avestayê
de derketiye.
KEÇA KURD
Keça Kurd li binya xetê di maleke welatperwer de hatiye dinyayê.
Wê di navbera salên 72, 73, 74an de li zanîngeha Silêmaniyê besê
kurdî xwend.
Heta niha Keça Kurd ev berhemên li jêr wesandine:
Çîrokine helbijartî, Azîz Nesîn; ji erebî bo kurdî, sala 1990.
Xoybûn, Mihemedê Mele Ehmed, sala 1993.
Zayenda mê û nêr.
Lêkolînek li ser giramera zimanê kurdî, Kurmanciya bakur, sala
2001.Helbest, heta niha dîwanek belav bûye, bi navê "Pela dawî" sala 2002. Keça
Kurd niha li Almanyayê dijî û di karê xwe yê nivîskariyê de berdewam e.
LOKMAN
POLAT
Lokman
Polat di sala 1956an de li Licê – qeza Diyarbekirê– hatiye dinyayê.
Ew çend
caran hatiye girtin û berdan. Di dawiyê de di giyabê wî de deh sal û nîv ceza
danê. Wî beriya sala 1980yî li welêt belavokên siyasî û nûçeyên siyasî
dinivîsand. Di
sala 1984an de li Swêdê bi cih bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina kurteçîrokan
kir. Gelek kurteçîrokên wî di rojname û kovarên cihê yên kurdan de hatin
wesandin.
Heta niha 14 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî, neh
jî xwerû bi kurdî ne. Pirtûkên bi kurdî ne sê roman û heft kurteçîrokan in.
Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovarek bi navê
Helwestê wesandiye.
Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd de
cîh girtiye û bûye endam û endametiya wî ya komelê hê jî dewam dike. Ew endamê
PENa navnetewî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye.
MAHABAD QEREDAXÎ
Mahabad Qeredaxî di 1966an de li bajarokê Kifrî yê girêdayî
Kerkûkê li Basûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di sala 1980ê yekem berhema wê ya
helbestan hatiye belavkirin. Ji 1980 ta 1981ê ji ber nivîsîna helbestan ji alî
be'siyan ve hatiye girtin û zindankirin.
Qeredaxî ji sala 1993anû vir ve li Swêdê dijî.
Pirtûkên wê yên çapkirî:
Helbest: 1. Nexsey diwarojî kirêkar / 2. Panorama / 3. Saxêlkey
genmesamiye / 4. Mîdalya / 5. Hajey roh / 6.
Snöfåglar.
Çîrok: 7.
Fentazya / 8. Koç.
Lêkolîn:
9. Le pênawî jiyanewey afret da / 10. Azadkirdinî mêjû / 11. Ziman, raman û
nasname / 12. Jin û komelge le qonaxî balindeyî Sêrko Bêkes da.
Wergerandin: 13. Sî'r henasey gerdûn e (helbijardeyek le si'rî hawçerxî cîhan) /
14. Danpêdanêkî piyawane (komeleçîrokî Newal Se'dawî) / 15. Nanî jehrawî (sanonameyekî
Vesselin Hanchev).
Pirtûkên
perwerdeyî bi hevkariya hin nivîskarên dî: 16. Germiyan / 17. Bawegurrgurr / 18.
Dîlan.
MAHMÛD BAKSÎ
Mahmûd
Baksî, di sala 1944an de li gundê Suphiyê ku bi ser Hezoya (Kozluk) Batmanê ve
ye, hatiye dinyayê. Berî ku xwendina xwe ya li »Dicle Öðretmen Okulu« xelas
bike, wî dev ji karê xwendinê berda. Di sala 1967an de cara pêsî li Batmanê di
rojnameya Batman Gazetesi de dest bi karê rojnamegeriyê kir. Di sala 1968an de
bû serokê TÝPê (Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) ya Batmanê. Di sala 1969an de bi
navê Mezra Botan romana wî ya yekem li Stenbolê derket. Pasê di sala 1970yî de
pirtûka xwe ya bi navê Sadi Akkiliç Davasý derxist. Sadi Akkiliç komunîstekî
tirk bû û ji ber gotareke wî heft sal û nîv cezayê hepsê lê birîbûn.
Mahmûd
Baksî di wan salan de sendîkavan bû û wî karê xwe yê sendîkavaniyê li DÝSKê
didomand. Karê wî ê sendîkavaniyê ji sala 1968an heta sala 1970yî dewam kir.
Pasê bi hinceta ku ew kurdîtiyê dike û ji ber herdu pirtûkên wî ên ku hatin
çapkirin, 15 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Loma di 1970yî de ji bêmecaliyê
mecbûr ma ku derbasî Almanyayê bibe. Ew di sala 1971ê de jî li Swêdê bi cih bû.
Mahmûd
Baksî li Swêdê jî vala nesekinî û heta dawiya jiyana xwe nivîsand. Wî heta niha
22 pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî wergeriyane gelek zimanan. Lê Baksî bi xwe
bi sê zimanan; bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsand. Hin ji kitêbên Baksî ên bi
kurdî ev in; Zarokên Îhsan (1978), Hêlîn (1984), Gundikê Dono (1988).
Mahmûd
Baksî di 19ê meha 12an ya 2000î de li Stockholmê wefat kir û niha li Diyarbekirê
vesartiye.
M. ALÎ
K.
M. Alî.
K. di sala 1964an de li Zoravaya Nisêbînê hatiye dinyayê, di sala 1983an de
hatiye Swêdê û niha jî li Swêdê dijî. Bi navê Mehkûm kitêbeke wî ya kurteçîrokan
heye.
MEHEMED DEHSIWAR
M. Dehsiwar di sala 1959an de li Batmanê hatiye dinyayê. Wî
xwendegeha pêsî, navî û lîse li wir xwendiye. Hê di xortaniya xwe de ketiya nav
sefên welatperwerî û soresgeriyê. Pistî cûntayê ew mecbûrî derketina dervayî
welêt bû û niha li Swêdê, li Stockholmê dijî. Pistî bicîbûna li Stockholmê û
îmkanên xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, hewil da ku di vî warî de kar û
xebatê bike. Wî digel vê, pêsî xwendegeha grafîkê ku di warê amadekirin û
çapemeniyê de mirov digihîne û du sal bû, kuta kiriye. Pasê wî li Unîversîteya
Stockholmê »pêwendiyên navneteweyî« (international relations) xelas kir û besek
jî ji »siyasalê« (politcal sience) xwend. Niha jî bi teza xwe ya di vî warî de
mijûl e. Ew di nav cîhana pirtûkan de, li Pirtûkxaneya Navneteweyî kar dike û di
wir de berpirsiyarê besa pirtûkên kurmancî û tirkî ye.
Ji bilî romana bi navê »Çirîskên rizgariyê« ferhengeke zarokan jî
amade kiriye û di kovarên kurdî de çîrok û nivîsên wî jî derçûne. Ew her wiha
wergeriyê jî dike û ta niha sê pirtûk ji swêdî (ji nivîskarê swêdî yê bi nav û
deng Henning Mankell) wergerandine kurdî.
MEM
Mehemmed Mewlûd (Mem) di sala 1927an de li Seqlewê, li Kurdistana
Iraqê hatiye dinyayê. Wî di salên xwe yên xortaniyê de çîrokên xwe di kovar û
rojnameyan de dane wesandin. Heta niha du cild çîrokên Mem hatine wesandin.
Cildê yekê di sala 1970ê de û cildê dudan jî di sala 1984an de hatiye wesandin.
Mem di
sala 1987an de wefat kir.
MESAL TEMO
Mesal
Temo di sala 1957an de li gundekî biçûk ji herêma Dirbêsiyê (rojavayê Kurdistanê)
hatiye dinyayê.
Wî di
sala 1980ê de li zanîngeha Helebê xwendina endezyariya çandiniyê qedandiye. Ji
sala 1972an û vir ve tevlî çalakiyên tevgera kurdî bûye. Ew yek ji wan kesan e
ku »Navenda Celadet Bedir-Xan a rewsenbîrî« li Qamislo di 10-12-2000î de ava
kiriye.
Pirtûkên
wî ên çapkirî: Gotina dawî (bi erebî). / Nerîn û helwest (bi erebî).
Pirtûkên
wî ên ku li ber çapê ne:
Rûpelên
zemîna welatekî bê welat (bi kurdî). / Gopalê sor, çîrok (bi kurdî). Mesal Temo
niha li Qamislo dijî.
MEHEMED FERÎQ HESEN
Mihemed Ferîq Hesen di sala 1941ê de li gundê Qazanqayê girêdayî
bi Qeredaxê ye hatiye dinyayê. Xwendina destpêkê li Qeredax û navendî li Helebce
û xwendina Akademî ya Mamostayan li Silêmaniyê bi dawî aniye. Salên 1979–82an
endamê Desteya Birêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd/tayê Silêmaniyê bû. Sala
1989 çîroka »Nêrgiz bûka Kurdistan« ku ji derhênana Ce'fer Elî ye û yekemîn
fîlmê sînemayî yê kurdî (35 mlm) e, nivîsîye? Sala 1991ê (pistî serhildanê)
serokê tayê Silêmaniyê yê Yekêtiya Nivîskarên Kurd bû.
Ji sala 1998an û vir de li
Danîmarkayê dijî. Kitêbên çêrokan ku wesandine Sêberî Espesê 1978 Silêmanî,
Ristêk Zengîyaneî Awî 1979 Bexda, Perîxan 1991 Swêd, Dûrbîn 1992 Swêd, Bapîrê
Kurdo 1992 (çîrokên zarokan) Swêd.
Kitêbên
din yên çêroknivîsî: Huner û Meselekanî Serdem 1985 Silêmanî, Memleketî Masî
1997 Hewlêr, Deselatî çwarem 1998 Hewlêr, Dujminî Gel (werger) 1986 Bexda, Melî
Awat (werger) 2002 Hewlêr.
MEHMET SANRI
Mehmet
Sanrý di sala 1967an de li gundê bi navê Gundik ku girêdayî Sirnexê ye hatiye
dinyayê.
Di sala
1988an de dest bi karên nivîsandin û rojnamevaniyê kiriye. Niha jî
sergerînendeyê (yayin yonenmeni) kovara Serbestî ye ku li Stenbolê bi zimanê
tirkî derdikeve.
MELE MEHMÛDÊ BEYAZÎDÎ
Mele
Mehmûdê Beyazîdî di sala 1797an de li bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Beyazîdî
yek ji wan kesan e ku di sedsala hîjdehan de dest bi nivîsandina nesra kurdî
kiriye. Wî kitêbek bi navê Adetên kurdan nivîsandiye û Serefnameya Serefxanê
Bedlîsî wergerandiye kurmancî. Mele Mehmûdê Beyazîdî herweha gelek çîrokên
gelêrî jî nivîsandine.
MIHEMED MUKRÎ
Mihemed
Mukrî di sala 1949? de li Kurkûkê hatiye dinyayê. Ew edebiyatvanekî piralî ye.
Ew helbest, çîrok û romanan dinivîsîne. Digel du romanên bi navên »Segwir« û »Heres«
wî çend kitêbên din jî nivîsandine.
Mihemed
Mukrî niha li bajarê Silêmaniyê dimîne
MUSTAFA AYDOGAN
Mustafa
Aydogan di sala 1957an de li Qiziltepeya Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew di sala
1985an de li Swêdê bi cih bû û heta niha jî her li Swêdê dimîne.
M.
Aydogan li Swêdê ket nav tevgera kulturî û heta niha ji Jack London, Yesar
Kemal, Aziz Nesin, Edîp Karahan, Ann Eriksson û Orhan Pamuk kitêb wergerandine û
bi xwe jî bi navê Pêlên Bêrîkirinê û Berê gotin hebû du kitêb nivîsandine. Wekî
din Aydogan di kovar û rojnameyên cihê de li ser mijarên cihê gotar nivîsandine.
NECÎBE EHMED
Necîbe
Ehmed di sala 1954an de li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Wê li zankoya
Silêmaniyê ziman û edebiyata kurdî xwendiye. Ew ji sala 1975an û vir ve
dinivîsîne û di nivîsandinê de yek ji jinên pêseng û xwediyê dengekî taybetî ye.
Necîbe
Ehmed heta niha çend kitêbên helbestan, kitêbeke çîrokan û hin kitêbên wergerê
wesandine.
Ew niha
jî li Kurdistana Îranê, li bajarê Seqizê dimîne.
NIZAR MEHEMED SEÎD
Nizar
Mehemed Seîd di sala 1952an de li Duhokê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li
Duhokê xwendiye û peymangeha mamostatiyê li bajarê Mûsilê bi dawî aniye. Ji sala
1973an û vir de dinivîsîne. Di sala 1978an de çîrokên xwe belav kirîne. Sala
1985an, kitêbeke kurteçîrokan bi navê »As« çap kiriye. Di piraniya rojname û
kovarên kurdî de, lêkolîn û gotar belav kirine. Hinek berhemên edebî, ji zimanê
ingilîzî wergerandine kurdî.
Ew niha li
Hollandayê dijî.
NÛREDÎN ZAZA
Nûredîn Zaza di sala 1919an de li Madenê hatiye dinyayê û hê di
zaroktiya xwe de ji cih û warê xwe koç dike û li Sûriyê bi cih dibe. Ew li
Sûriyê xwe digihîne Celadet Bedir–Xan û di kovara Hawarê de dest bi nivîsandina
kurteçîrokan dike.
Nûredîn Zazayê ku ji ber xebatên xwe yên siyasî gelek caran
hatiye girtin, piraniya jiyana xwe li derveyî Kurdistanê bihurandiye. Wî bi navê
Serê Azadî, Ma vie de kurde, Memê Alan û Keskesor (di nav wesanên Nûdemê de
derket û wesanxanê ev nav li kitêba wî a kurteçîrokan kiriye) çar kitêb
nivîsandine û hinek nivîsên wî ên ku nehatine wesandin jî hene.
Nûredîn Zaza li Swîsreyê bi cih bûbû, li wir zewicî bû, doktoraya
xwe ya li ser fîlozofê fransiz Emanuel Monnier li wir kiribû û di sala 1988an de
li wir wefat kir.
OSMAN SEBRÎ
Osman
Sebrî di sala 1905an li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê hatiye dinyayê. Bavê wî
serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema ku Osman Sebrî hê zarok bû, bavê wî di sala
1915an de çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ku bû serokê êlê, mezin bû.
Pistî
Serhildana Sêx Seîd, Osman Sebrî jî digel herdu apên xwe Sukrî û Nûrî di sala
1926an de tê girtin. Herdu apên Osman Sebrî di zîndana Amedê de hatin darvekirin.
Lê Osman Sebrî du salan di zindana Denizliyê de dimîne û pistî efûyeke gistî, di
sala 1928an de tê berdan.
Di sala
1929an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên kurd, hat girtin lê dîsa zû
hat berdan. Ew di 24. 12. 1929an de direve Sûriyeyê, du salan dibe endamê
Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê
dike.
Di sala
1954an de Osman Sebrî alfabeya kurdî ya latînî wesand û hin pirtûkên mîna; Bahoz,
Derdên Min û çar Leheng nivîsandine. Dîsa pir helbestên wî yên ne çapkirî jî
hene.
Di sala
1957an de Osman Sebrî digel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandina »Partiya
Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê« de cih digire û wek sekreterê partiyê tê
hilbijartin.
Osman Sebrî roja 11-01-1993an wefat kir. Ew li gundê Berkevirê,
li binxetê vesartî ye.
PERWÎZ CÎHANÎ
Perwîz Cîhanî yek ji kurmancên Kurdistana Îranê ye ku ji mêj ve
di nav çalakiyên ziman û edebiyata kurdî de ye. Bi qasî xebatên li ser klasîkan
û bi taybetî jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî, ew bi edebiyata nûjen jî mijûl e. Wî
heta niha kitêbên helbest, çîrok û romanan wesandine û di gelek kovar û
rojnameyan li ser mijarên cihê nivîs nivîsandine. Perwîz Cîhanî niha li Swîsreyê
dijî.
PÎR RUSTEM
Pîr
Rustem di sala 1963an de li gundê Çeqela (Efrînê) hatiye dinyayê.
Xwendina
endezyariyê di zanîngeha Helebê de kir, lê temam nekir.
Wî gelek
çîrok û gotar di rojname û kovarên kurdî de belav kirine wek: Stêr, Pirs, Zanîn,
Aso, Azadiya Welat, Jiyana Rewsen, Armanc, Newroz... hwd.
Berhemên
wî yên çapkirî: Çivîkên Beravêtî, Çîrok , ji wesanên kovara Aso, Beyrût, 1992. /
Pilindir, Çîrok , ji wesanên kovara Aso, Beyrût, 1993. / Pûtvan, Çîrok , ji
wesanên Merxê, Beyrût, 1998.
QADO SÊRÎN
Qado
Sêrîn di sala 1967an de, li gundê Nehrozî ku dikeve herêma Qamislo hatiye
dinyayê. Wî li wir xwendina destpêkê xwend û di dû re û digel malbata xwe çû
Qamislo da ku xwendina xwe berdewam bike. Pasê jî çû bajarê Dêra Zorê da ku
Enstîtuya Matemetîkê bixwîne. Wî çend salan karê mamostetiyê kir. Di sala 1995an
de penaber bû û niha li Holandayê dijî.
Ew
kurteçîrokan dinivîsîne û pirtûkek ji stranên hunermend Mihemed Sêxo (digel
birayê wî Beha Sêxo) çap kiriye .
Wî gelek
çîrok di rojname û kovaran de belav kirine, ji xwe gelek di malperên Internetê
de jî.
Wî di
sala 1982an de dest bi nivîsandinê kiriye.
Çîroka wî
ya pêsî di dawiya salên hestêyî de di kovara Gurzek gul de belav bû.
Di van
salên dawî de ew bêtir Qilçixan dinivisîne, ew jî rexne ne.
QEDRÎ CAN
Qedrî Can di sala 1911an de li Dêrikê Çiyayê Mazî hatiye
dinyayê, di sala 1931ê koçberî binya xetê bû û li Amûd û Qamisloyê bi cih bû.
Di sala 1934an de li Sûriyê dest bi mamostetiyê kir, lê ji ber ramanên xwe yên
netewî, pêsverû û pistgiriya doza gelê kurd, di navbera salên 1959–1961ê de hat
hatgirtin. Di tîrmeha 1957an de li Moskovayê besdarî mihrîcana ciwanên cîhanê
bû. Di dema yekbûna Sûriyê û Misirê de, ji Samê rêvebiriya çalakiyên radyoya
kurdî li Qahîrê kir. Qedrî Can di 9–8–1972an de wefat kir û li goristana Sêx
Xalid Neqsebendî ya li Taxa Kurdan li Samê hate vesartin.
Qedrî Can yek ji hîmavêjê çîrok û helbesta kurdî ya modern bû, lê
giringiya wergerê jî di bal û karên wî de diyar bû. Piraniya berhemên Qedrî Can
di kovar û rojnamên kurdî, wek; Hawar, Ronahî û Roja nû de hatine wesandin.
RAÛF BÊGERD
Raûf Bêgard di sala 1942an de li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê.
Wî bi salên biçûk dest bi nivîsandinê kiriye û di dawiya salên pêncî de çîrokên
wî di kovaran de hatin wesandin. Bi navê Buwar û Hawar du kitêbên wî ên
kurteçîrokan hene.
Rauf Bêgard gelek çîrokên Çexov jî wergerandine kurdî.
RIDWANÊ ALÎ
Ridwanê Alî di sala 1959an de li Cizîra binxetê hatiye dinyayê.
Li Unîversîta Samê sê salan besê hiqûqê dixwîne, ji 1977an heta 1983an li
Moskovayê Fakulta rojnamevaniyê dixwîne û ji 1987an û vir ve li Firansayê dijî.
Ji kar û xebatên Ridwanê Alî yên berbiçav yek e ku kitêba Zinar Silopî (Qedrî
Cemîl Pasa) »Fî sebîl Kurdistan« ji zimanê rûsî wergerandiye erebî û bi
navêTilûrê Bêgane kitêbek ji kurteçîrokên xwe dane çapê. Tilûrê Bêgane di sala
1991ê de di nav wesanên Welat de belav bûye.
RIZALIYÊ RESÎD
Rizaliyê Resîd di sala 1929an de li paytextê Gurcistanê Tiblîsê
hatiye dinyayê. Dema çar salî bû bi diya xwe re çûye Ermenistanê, gundê
Kurekendê (niha Fêrîk) cem apê xwe Ehmê û pîrka xwe Xezalê. Rizaliyê biçûk li
gundê xwe yê teze dest bi dibistanê dike. Du salên pêsin xwendin bi zimanê kurdî
bû. Dû re di sala 1938/39an de xwendina kurdî ji mekteban tê hildan. Di
dibistanên gundê kurdan de xwendin dibe bi zimanê ermenî.
Loma careke din ji koma yekê
dest pê dike. Pistî xwendina pêsin û navîn dest bi koleja mamostetiyê dike.
Pistî xwendina kolejê dikeve Enstîtuya pedegojiyê, besê dîrokê dixwîne û dibe
mamoste. Di navbera salên 1956–93an de her li gundê xwe mamostetiya zimanê kurdî
dike. Ji sala 1962an heta 1993an midurê mektebê bûye.
Pedagog,
dersdar Rizaliyê Resîd di eynî wextê da sair û nivîskarekî berhemdar bû. Kitêba
wî ya yekem »Ber bi tavê« di sala 1964a de li Rewanê çap bû. Du berhemên wî yên
din jî »Xem û xeyal« (1982) û »Heyr û guman« (1989) wek pirtûk ronahî dîtine. Ji
bilî van kitêban gelek berhemên wî wek helbest û çîrok di gelek rojname û
kovaran de ronahî dîtine. Herweha ji sala 1955an heta vê dema dawî bi sedan
gotar û helbestên wî di rojnameya »Rya teze« de çap bûne. Niha gelek helbest û
kurteçîrokên wî yên neçapkirî ji bo çapê amade ne.
ROJAN HAZIM
Rojan
Hazim ji Hekariya ye nêzîkî 25 salan e ku dem bi dem, di rojname û kovarên cuda
yên kurdî de dinivîse. Baskê nivîskariya wî fireh e: Hem li ser pirs û
pirsgirêkên rewsa welat ya polîtîk bi gistî, hem jî li ser dîsa bi gistî ziman,
edebiyat, folklor û kultura kurdî lêkolîn, analîz û komentaran dinivîse. Li milê
dî çîrok û novelan jî dinivîse. Helbet carna ji edebiyata cîhanê jî wergeran
dike.
Endamê
grûba KURMANCÎ ya Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ye. Paralelî nivîskariya xwe,
rojnamevaniyê jî dike.
Sala
1989an Wesanxaneya Xanî & Bateyî damezrandiye û heta niha jî edîtoriya wê dike.
Ji beriya 1980ê heta niha gelek nivîs, nûçe û wergêrên wî bi navên cuda, di
kovar û rojnameyên mîna Nûdem, Huner, Özgür Politika, Ek Politika, 2000´de Yeni
Gündem û Hîwa de hatine wesandin. Ji 1980ê heta 1991ê jî redaktoriya rojname û
kovarên Roja Gel, Bingeh û Hêza Welatparêz kiriye. Herweha ji 1989an heta niha
jî, lêkolîneriya rojnameya KURMANCÎ dike. Xebatên wî yên ku heta niha di nav
wesanên »Wesanxaneya Xanî & Bateyî« û wesanxaneyên dî de hatine wesandin jî ev
in:
Masîvanê
Kal û Masiyê Sor, A. Puskîn, (Wergêr), Bilbil, H.C. Andersen, (Wergêr), (Wesanên
Hans Reitzels, Danmark), Zimanê Çiya, Harold Pinter, (Wergêra M. Uzun, bi
redaksiyona R. H.), Li ser Evdirehîm Rehmiyê Hekarî, Stêr, rojnameya Mîr Kamiran
Bedir Xan, Stran & Sang, 6name, Pelatînk, H.C. Andersen, (Wergêr), Bîranîna Elî
Kasifpûr, Zimanê Wêneya, Kürdistan'a Sevgiler (tirkî), (Wesanên Enstîtuta Kurdî
ya Brukselê), Bîr û Raman, (W. E. K. ya Brukselê), Krîterên Kopenhagê, (W. E. K.
ya Brukselê, Kovara Koerden, îlon 2002), Paseroj, (W. E. K. ya Brukselê) û
Devokê Hekarîya.
ROJEN BARNAS
Rojen
Barnas ji Farqînê ye û di salên 60î de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Di
dawiya heftêyan de bi hin hevalên xwe re kovara Tîrêj derxist, her di wan salan
de kitêbeke siîran bi navê Li bandeva spêde wesand. Barnas bi wê kitêba xwe
riyeke nû di siîra kurmancî de vekir û tesîr li gelek saîrên nû kir. Rojen
Barnas mîna gelek rewsenbîrên kurd mecbûr ma ku welatê xwe terk bike û pistî
80yî li Swêdê bi cih bû. Wî bi gelek navên cihê di mijarên cihê de nivîs
nivîsandine. Barnas heta niha ev kitêb wesandine; Li bandeva spêde, Heyv li
esmanê Diyarbekirê, Hingê, Milkê Evînê û Siîr –1– (berhevoka du kitêbên wî ne)
wesandine. Wekî din Rojen Barnas di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî û Nûdemê de gelek
nivîs nivîsandine.
RONÎ WAR
Ronî War di sala 1969an de li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî hatiye
dinyayê. Du caran ketiye hefsa Diyarbekirê. Çar salan nûneriya Sendîkaya
karkeran kiriye û niha jî di karekî fermî de dixebite. Çîrokên Ronî War di
kovarên mîna Nûdem û Kevanê de hatine wesandin û kitêbeke wî ya kurteçîrokan li
ber çapê ye.
ROSAN LEZGÎN
Rosan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhawa ya bi ser Licê
ya Amedê ye, hatiye dinyayê. Ta niha gelek nivîsên wî; helbest, gotar,
berhevkirinên folklorîk, werger, hevpeyvîn û çîrokên wî yên bi zaravên kurmancî
û zazakî di rojname û kovarên mîna A.Welat, Jiyana Rewsen, Zend, Nûdem, Hîwa,
Nûbihar, Vate, Gulistan û Ö.Politika de wesiyane. Kitêbeke çîrokan (Suskunun
Gölgesinde – S. Samacý) ji tirkî û kitêbeke çîrokan a (Se Qetre Xun–S. Hîdayet)
ji farisî bo kurmancî wergerandine. Kitêbeke wî a çîrokan ‘Adir Kewto Sêncê
Rezan’ bi zaravê zazakî ku ji duwanzdeh çîrokan pêk tê niha ji çapê re tê
amadekirin. Dîsa xebatên amadekariya Ferhenga Îdyomên zazakî dike ku ta niha ji
1500î zêdetir îdyom civandine û serha wan jî kirine.
Rosan Lezgîn li Amedê dimîne û bi zazakî, kurmancî, tirkî û
farisî dizane.
SEBRÎ BOTANÎ
Sebrî
Botanî di sala 1925an de hatiye dinyayê. Wî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta
ziman, edebiyat û çanda kurdî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de li ser
mijarên cihê dinivîsand û yek ji çalaktirîn kesayetiyên kurd bû. Ew di
salmeziniya xwe de sirgûn bû û heta dawiya jiyana xwe li Norwecê dijiya.
Hin ji
kitêbên Sebrî Botanî yên çapkirî ev in:
Sîn û
Sadî, dîwan -1-
Dilistan,
dîwan -2-
Dengê
Metîn û Cûdî, dîwan -3-
Dibêjin,
çîrok û çîvanok
Herweha
nêzîkî deh kitêbên Botanî yên newesandî jî hene.
SEDAT YURTDAS
Sedat
Yurtdas di sala 1961ê de li Amedê hatiye dinyayê. Dibistana sereta, navîn û lîse
li Amedê xwend. Di ber xwendina xwe re demeke dirêj di gelek karên giran ên cûr
bi cûr de xebitî.
Dû re »Ýstanbul
Üniversitesi Hukuk Fakültesi« qedand û li bajarê Amedê dest bi karê abûkatiyê
kir. Di hilbijartina gistî ya sala 1991ê de, di îtifaqa HEP û SHPê de mîna
parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê, pistî ku di 1994an de DEP ji aliyê
Dadgeha Bingehîn a Dewletê ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdas ve parlemteriya 13
hevalên wî jî betal bû û hate girtin. Pistî ku 16 mehan di zîndana Ulucanlar ya
Ankarayê de girtî ma, cezayê 14 mehan lê hat birrîn.
Berhemên
Sedat Yurtdas yên ku heta niha çap bûne, ev in:
Orkestra
Yeni Ezgiler Çalacak (Siir – Belge yay. 1992).
Bir
Gensoruda Parlemento Gerçeði (Anýlar – Yurt yay. 1993).
Ýnsanlar
Düsünceler Kavgalar (Anýlar– Öteki yay.1996).
Remo »Bitmeyen
Sorgu« (Roman – Çiviyazýlarý yay. 1998).
»Xelat« (Çîrok–Wesanên
Siyê, 2002).
SERDAR ROSAN
Serdar
Rosan li gundekî (Hezan) li ser qezaya Licê di sala 1958an de hatiye dinyayê.
Li
Diyarbekirê, Enstutuya Perwedekirinê xwend û bû mamosteyê Tarîx û Cografyayê; Li
Swêdê jî du salan li Zanîngeha Bilind ya Mamostetiyê xwend.
Heta sala
1982an li Kurdistanê ma û di dawiya wê salê de hat Swêdê. Ji wê sala vir de li
Stockholmê dijî.
Bi
edebiyatê ve mijûl dibe, heta niha sê werger Çîrokên Hezar û sevekê, Mircana
Qelew, Bi Xatirê Sîlehan û pitûkeke wî e çîrokan hatiye wesandin.
SERFIRAZ NEQSEBENDÎ
Serfraz
Alî Neqsebendî di sala 1952an de li Nehiya Bamernê –parêzgeha Dihok– devera
Behdîna hatiye dinyayê û ji binemaleke dîndar, ji Sêxên terîqata Neqsî ye.
Serfraz
di nav pirtûk û peyamên welatparêziyê de mezin bû.
Xwendina
xwe ya seretayî û navincî li devera Behdîna bi dawî anî, pasê di sala 1981ê de
ket Zankoya Silêmaniyê, Bekeluryus–Lîsans–li besê–ekonomî û rêveberiya îdarî bi
dest anî. Di sala 1996an de Lîsans ji rojnamevaniyê wergrit.
Di sala
1972an de li rojnama Birayetî dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî û erebî kir,
her weha li rojnama Hewkarî babetên edebî belav kirin. Di navbera salen
1986–89an de di kovara Karwan û kovara Tenduristî de komelendama destê
rêveberiye bû.
Di sala
1992an de rojnama Welat derxst.
Pistî ku
ket misextiyê li Almanyayê bi cih bû û di sala 1997an de li Bêrlînê bû
sernivîsera rojnama Kurdistan.
Di sala
1997an de ket xebata PENa kurd û di 1998an de bû sekretera PENê.
Serfiraz
Neqsebendî di mijarên cihê de li dor deh kitêb nivîsandine.
SERKAN BIRÛSK
Serkan
Birûsk li gundê Serêkaniya Omeriya hatiye dinyayê. Zaroktiya wî li Omeriya,
desta Mûsê û Nisêbînê derbas bûye. Pistî lîseyê, wî dest bi xwendina mîmariya
peyzajê kir, lê ji ber sedemên siyasî wî zanîngeh nîvcî hist.
Pêsî çû
Almanyayê dû re jî li Swêdê bi cih bû. Wî li Swêdê dest bi nivîsandinê kir. Heta
niha gelek berhemên wî wek helbest, çîrok û gotar di nava rûpelên kovarên mîna
Avasîn, Nûdem, Azadiya Welat, Jiyana Rewsen û pêvekên Özgür Politikayê de
derketine.
Wek
pirtûkên helbestan; Awirên Bi Hêvî, Xem Vedixwim Bi Tasa Sor Ji Demê hene. Wekî
din jî, wî sê pirtûk; Moa û Pelle, Ciwanên Îro û Madîken ji swêdî wergerandine
kurdî û di nava wesanên Nûdemê de dane wesandin.
Serkan
Birûsk niha li Swêdê dimîne.
SIDQIYÊ HIRORÎ
Sidqiyê
Hirorî di sala 1956an de li gundê Hirorê li Kurdistana Îraqê hatiye dinyayê. Li
bajarê Mûsilê mezin bûye û her li wê derê xwendina xwe ya destpêkê, navincî û
amadeyî bi dawî anîne. Di sala 1978an de bû karmendê çandinê li deverine ser bi
Duhokê. Di sala 1984an de bû endamê desteka nivîskarên Radyoya Dengê Kurdistana
Îraqê. Di sala 1986an de bo xwendinê çû Polonyayê. Di sala 1992an de xwendina
xwe ya rojnamevaniyê li Unîversîteya Warsovayê bi dawî anî û pileya Magisterê
wergirt.
Ji sala 1992an vir ve li Swêdê dijî.
Destpêka nivîskariya wî bi helbestê bûye û pasê çîrok û roman.
Çîroka wî ya yekê bi navê Xwekustin di sala 1977an de di rojnameya Hawkarî de
hat belavkirin.
Berhemên wî yên wesandî:
Dîmenek ji çîroka jiyana min, çîrok, 1985, çapxaneya Xebat.
Çend hozanekêt ne navkirî, helbest, 1986, çapxaneya YLDK li
Îranê.
Momkeka ne vemirî, çîrok, 1986, çapxaneya YLDK li Îranê.
Qreç û
dilber, helbest, 1989, Polonya.
Rewsenbîrê Kurd, kovar, hejmara 1, sal 1990.
Kurê
zinarê serbilind, roman, 1996, wesanxaneya Nûdemê, Swêd.
Evîn û
sewat, roman, 1998, wesanxaneya Nûdemê, Swêd.
Çend
nivîs û werger di Nûdem, Kurdistan press, Armanc, Berbang, Roja Nû û Nûdem
Wergerê de wesandine.
SILÊMAN ALÎ
Silêman
Alî di sala 1963an de li Serê Kaniyê (basûrê rojavayê Kurdistanê) hatiye
dinyayê.
Li
Rûsyayê, li unîversîteya Moskovayê dîploma magîstra di rojnamevaniyê de stendiye.
Babetê dîploma wî »pirsa kurdî di rojnamevaniya rûsî de« bû.
Besdarî
di damezrandina »Navenda lêkolînên Kurdî li Moskoyê« de kiriye û heya sala
1995an tê de kar kiriye.
Ji sala
1995an û vir de li Almanyayê dijî. Sala 1980yî dest bi nivîsandina helbestan
kiriye. Pist re gotar, lêkolîn û çîrok nivîsandine û bi wergerê re jî mijûl
bûye. Ji destpêka salên 90î û vir de babeta wî ya bingehîn bûye çîroka kurt.
Babeta çîroka wî heya niha jiyan û rojana mirovê kurd e.
Çîrokan
bi zimanê almanî jî dinivîsîne.
Sala
1999an pirtûkeke çîrokan bi kurdî bi sernavê »Derdo« li welêt belav kiriye.
Bi almanî
di sala 2002an de pirtîkek tevî çend nivîskarên biyanî bi sernavê »Rêkên jiyanê«
çap kiriye.
SILÊMAN DEMIR
Silêman
Demir di sala 1956an de li gundê Hebîsê li bakurê Nisêbînê hatiye dinyayê û heta
dehsaliya xwe li wir jiya ye. Lê malbata wî bi esil ji gundê Çalê ye.
Malbata
wî di dehsaliya wî de bar kir Nisêbînê.
Xortaniya wî li wir
dest pê kir. Wî xwendina xwe ya heta lîse (sala dawî ne tê de) li wir kir. Pistî
lîseyê, ji berdêla du salan ve, salekê dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwend.
Lê wî qet mamosteyî nekir.
Demir di sala 1985an de ji Nisêbînê koçî Swêdê kir û hê jî li
Swêdê dijî.
Heta niha
du romanên wî derketine:
Sorê Gulê,
1997. / Koç, 1998.
Her wilo wî hin werger jî kirine. Hinek wek perçe di kovaran de
derketine, hinek jî wek kitêb derketine. Kitêb ev in:
Siîrên Bijarte– Mayakovskî–1997 (werger). / Keça Kurd Zengê–
Cemsîd Bender –1997 (Kitêbeke çîrokan e, digel F. C. wergerandiye).
SÎMA SEMEND
Sîma Semend di sala 1933an de li navça Axbaranê (Sovyeta kevin)
hatiye dinyayê, di sala 1958an de fakulteya fîlolojiyê li Unîversîteya Êrîvanê
xelas kiriye û pasê bûye redaktora besa kurdî ya radyoya Êrîvanê.
Sîma Semend bi prosayê dest bi nivîskariyê kiriye û nivîskariya
xwe bi prosayê jî dewam dike. Wê heta niha du pirtûkên çîrokan nivîsandine û di
antolojiyan de cih girtiye.
SUUT KILIÇ
Suud Kiliç di sala 1967an de li gundekî Qosera Mêrdînê bi navê
Tiltiemkê hatiye dinyayê.
Di sala 1987an de li Stenbolê dest bi Unîversîteya Mimar Sinanê,
Fakulteya Edebiyatê besê Ziman û Edebiyata Tirkî kir û di sala 1994an de ev
dibistan qedand. Ji sala 1991ê heta salên 2000î ew di Wesanxaneya Dozê û gelek
saziyên ku bi zimanê kurdî wesan dikirin de xebitî. Ew niha jî mamostetiya
zimanê tirkî dike.
SUZAN SAMANCI
Suzan
Samanci di sala 1962an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê û hê jî li wir dijî. Wê
bi nivîsandina helbestan dest bi edebiyatê kiriye û helbestên wê di kovara tirkî
»Sanat Olayý« de wesiyane. Dû re Samanci derbasî nivîsandina çîrokan bû. Pirtûka
wê ya çîrokan »Reçine Kokuyordu Helin« di sala 1996an de derket. Di sala 1996an
de jî kitêba wê ya çîrokan »Kýraç Daðlar Kar Tuttu« wesiya.
Kitêb û
çîrokên Suzan Samanci, kurdî jî tê de wergeriyane gelek zimanan.
TÊMÛRÊ XELÎL
Têmûrê
Xelîl di sala 1949a de li Yêrêvanê hatiye dinyayê. Pistî temamkirina fakulta
fîzîk–matematîk ya Unîversîteyê, 3 salan (1974–1977) li gundê kurdan – Sîpanê,
dersên matematîkê dane zarokên kurdan. Di sala 1977–1981 û 1984–1992an di
redaksyona rojnama kurdî »Rya teze« de xebitiye: pêsî wek nûçegihan, pasê jî wek
serokê besa çandê. Di salên 1981–1984an de redaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê
bûye. Di salên 1992–1997an de cîgirê rojnama kurdî ya »Golos kurda« bûye, ku li
Moskovayê bi zimanê rûsî çap dibû.
T. Xelîl
8 pirtûk ji rûsî wergerandine kurdî û 9 pirtûk jî bi herdu keçên xwe – Mîdîayê û
Dîdarê re – ji tîpên kîrîlî û Ermenistanê wergerandine ser tîpên kurdiya latînî
ya niha:
Pirtûkeke
Têmûrê Xelîl ya çîrokan ya bi sernavê »Dengê xûnê« li ber çapê ye. Têmûrê Xelîl
niha li Swêdê dimîne.
SAHÎNÊ BEKIRÊ SOREKLÎ
S. B.
Soreklî ji sala 1968an û vir de li Sydney dijî. Berî wê demê bi 3 salan ew wek
xwendekarekî 19 salî ji devera Kobanî ya binxetê gihîstibû Viyanayê… Ji sala
1978an û vir de ew wek mamoste li nik wezareta perwerdeyê ya devera NSW di kar
de ye. Sahîn her weha berpirsiyar û birêvebirê Besê Kurdî ye di SBS RADIO de.
Heft
berhemên wî, wergerandina romana Namûsa Wendabûyî ya Katharîna Blum ya nivîskarê
almanî Heinrich Böll jî di nav de, wek pirtûk hatine wesandin. Li milê din bi
sedan gotar, helbest, pexsan û kurteçîrokên wî di rojname, kovar û pirtûkan de
hatine wesandin, hinekên bi zimanên înglizî, erebî û almanî jî di nav de.
Berhemên
wî yên destpêkê di kovarên kurdî yên di salên 80yan de li Ewrûpa, bi taybetî
Swêd, dihatin wesandin de derketin. Du ji kurteçîrokên wî yên destpêkê, Roja
Dawîn ji Jiyana Mistê Kurê Salha Temo (1982) û Civata Pêxemberan (1983) di
kovara HÊVÎ ya Enstîtuya Kurdî de li Parîsê hatin wesandin.
SEMSÎ
Saîrê
kurd ê bi nav û deng Egîtê Hesenê Semo (1933–2002), ku weke saîr deng daye bi
navê lîteratûrî yê Semsî, di sala 1933an de li zozanekî çiyayê Elegezê (Ermenistanê)
di bin konê kurmancî de hatiye dinyayê. Ji sala 1955an heta sala 1959an ew di
xwendegeha kurdî ya pedagojiyê de li paytextê Ermenistanê – Êrîvanê fêr dibe,
ku ji bo amadekirina mamostayên ziman û edebiyeta kurdî hatibû vekirin. Pistî
çend salên dersdariyê li gundên navça Hoktêmbêryanê ew dibe berpirsiyarê beseke
rojnama eynî navçê ya bi navê »Komûnîzmî hamar« (Ji boy komunîzmê), ku bi zimanê
ermenî dihate wesandin. Di sala 1969an de Semsî fakulteya ziman û edebiyetê ya
Zanîngeha Êrîvanê xelas dike û xwendina bilind bi dest tîne. Pist re dîsa ew
karê xwe heta destpêka salên 90î dewam dike. Sala 2000î diçe bajarekî Rûsyayê,
Vladîmîrê, û li wira havîna sala 2002an wefat dike.
Semsî
xwediyê 6 kitêbên helbest û destanan e: »Semdan«, »Hîveron«, »Hêsirê baharê«, »Simil«.
Berevoka berhemên wî ya dawî bi sernavê »Asiqê buhurtî« di sala 1992an de dîsa
li Êrîvanê hat wesandin.
Ji bilî
rojnamên kurdî û ermenî gelek berhemên wî di berhevoka bi navê »Bihar« de hatine
çapkirin, ku wek antolojiyeke afirandinên saîr û prosaîstên kurd hersal li
Êrîvanê dihat wesandin.
SÊRZAD HESEN
Sêrzad
Hesen li bajarê Hewlêrê hatiye dinyayê. Di sala 1978an de zankoya Bexdayê ya
ziman û edebiyata ingîlîzî qedandiye. Demekê li bajarê Silêmaniyê mamostetiya
zimanê ingîlîzî kir. Sêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêsî di navbera salên
1975–78an de di kovara Rosinbîryî Nwê ku li Bexdayê derdiket, belav kir. Di
navbera salên 1978–82an de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hewkarî de belav
kirin û wek çîroknivîs bal kisand ser xwe û rexneyên bas wergirtin.
Di sala
1983an de bi navê Teniyaiy û di sala 1989an de jî bi navê Gul î res du kitêbên
wî ên kurteçîrokan derketin. Wekî din wî gelek berhem ji ingîlîzî wergerandine
kurdî.
Sêrzad
Hesen hê jî li Kurdistana Iraqê dijî.
TORÎ
Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî
û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana 'Dicle Köy
Enstitüsü' (Erganî) mamosteyî xwend.
Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê »Qolinc« li
Stockholmê hate wesandin.
Pasê bi navê »Sîlan« kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi navê
»Mendik« romanek nivîsand û da wesandin.
Torî demekê navbir da nivîsandina kurteçîrokan û bi nivîsandina
kitêbên dîrokî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin.
Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî de
ye, niha li Stembolê dijî.
TOSINÊ RESÎT
Tosinê Resît di sala 1941ê de li gundê Kûrekend, li Ermenistanê
hatiye dinyayê. Wî Enstîtuya Pedagojiyê, besa fîzîk û kîmiyayê di sala 1964an de
temam kir. Pistî saleke eskeriyê û çend salên mamostetiyê di sala 1970ê de dest
bi karê zaniyariyê kir û sala 1975an bû doktorê kîmyayê. Wî ji salên xwendina
dibistanê dest bi nivîsandina siîran kir, salên xwendkariyê siîrên wî bi riya
radyoyê dihatin wesandin.
Di sala
1975an de bi navê »Kilamê rê« kitêbek wesand. Sala 1983an dîwana wî a duyem bi
navê »Zozan« çap bû, sala 1987an dîwana sêyem; »Nîvro« çap bû.
Sala
1988an wesanxana »Roja Nû« piyesa wî »Siyabend û Xecê« çap kir.
Sala
2000î wesanxana APECê li Swed berhevoka çîrokên wî »Seva bê xew« çap kir. Dîsa
wê salê wî û Dr. Husên Hebes pirtûkek ji bo bîranîna Qanatê Kurdo li Almanyayê
çap kir.
Salên
60–70 dor 200 gotarên wî bi navê »Ensîklopêdiya Kurdî« bi radyoya Yêrêvanê
hatine wesandin.
Sala
1993an ew derket derveyî welêt û li Melbournea Australyayê bi cih bû.
WEZÎRÊ ESO
Wezîrê Eso di 1ê mijdara 1934an de li paytextê Gurcistanê –
Tiblîsê hatiye dinyayê.
Ew di sala 1953an de li fakulteya tarîxê ya Zanîngeha paytextê
Ermenistanê – Êrîvanê tê qebûlkirin û gava ew xelas dike, di navbera salên
1958–1961ê de li gundê Pampê wek serokê dibistanê kar dike. Salên 1961–1963an
wek berendamê doktorayê besa kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê de li
Lenîngradê (niha Sankt–Pêtêrsbûrg) di nava tarîxa Kurdistanê de kûr dibe. Salên
1964–1983an weke redaktor û redaktorê sereke yê polîtîkî di radyo, televîzyon û
wesanên Ermenistanê de kar dike. Salên 1983–1994an karê redaktorîkirinê û
wergeriyê di besa wesanên kurdî ya Radyoya Êrîvanê de bi cî tîne.
Wezîrê Eso xwediyê çend kitêbên çîrok, kurteroman û wergerê ye:
»Mizgînî«, »Dengbêj kal bûbû«, »Pamp–Sîpan«, »Xaçatûr Abovyan« û lêkolînên wî
yên »Kurd«, »Êzdî«, »Xebera dosta«.
Weke rojnamevan zêdeyî hezar gotar û siroveyên wî li ser rûpelên
»Rya Teze« û hemû rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên navendî de
hatine wesandin, lê welê jî di radyoyê de hatine wesandin.
Ji ber vê kedê ew kirine endamê Yekîtiyên nivîskar û rojnamevanên
Ermenistanê û yê Yekîtiya Sovyeta berê.
Wezîrê Eso di sala 1991ê de hêjayî xelata Yekîtiya Nivîskarên
Ermenî û Seksyona nivîskarên kurd ya bi navê Erebê Semo bû.
Wezîrê Eso niha li Belçîkayê dimîne. Ew li Belçîkayê jî di kar û
mijûliyên nivîskariyê de berdewam e.
XELÎL DUHOKÎ
Xelîl Duhokî di sala 1951ê de li bajarê Duhokê hatiye dinyayê.
Di sala 1970ê de
dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Endamê redaksiyona çendîn kovarên kurdî
bûye. Ji bo demekê li Swêdê sernivîskarê Kovara Berbangê û serokê Komela
Nivîskarên Kurd bûye . Endamê Yeketiya Nivîskarên Swêdê ye.
Heta niha
ev pirtûk çap kirine: Te çi viya û min neanî. Dîwana helbestan, Kurdistana basûr
1982.
Leheng.
Li ser nivîsîn û wergerandina çîrokên kurdên bakur, ji tîpên latînî bo yên erebî.
Kurdistana basûr, 1983.
Osman
Sebrî, helbestvan û soresger. Kurdistana basûr, 1983.
Gaziyek
ji cergê Asya. Dîwana helbestan, Swêd1989.
Min digot
û te vedgêra. Dîwana helbestan, Swêd 1990.
Ragirtin.
Dîwana helbestan, bi swêdî û kurdî, Swêd 1990.
Helbesta
hevçerx ya kurdî. Bergê I, antolojî, Swêd 1992.
Helbesta
hevçerx ya kurdî. Bergê II, antolojî, Swêd 1994.
Helbesta
hevçerx ya kurdî. Bergê III, antolojî, Swêd 1995.
Antolojiya çîroka nû ya kurmancên basûr. Swêd 1995.
Mirov û
welat di helbestên Refîq Sabirî de.
Swêd 1996.
Peyv û tablo diaxivin. Swêd 1997.
Helbestvanê tepeser û hejaran, Letîf Helmet. Swêd 1998.
Herweha Xelîl Duhokî ses kitêbên zarokan wergerandine zimanê
kurdî.
XELÎLÊ
ÇAÇAN
Nivîskarê kurd, berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê (ji sala
1957an heta sala 1981ê) Xelîlê Çaçan 11ê çileya pasin sala 1924an hatiye
dinyayê. Ji 58 salên jiyana xwe (ew di 13 çiriya pasin sala 1981ê de li Yerevanê
çû ser heqiya xwe) wî 24 salan serokatiya radyoya kurdî kiribû.
Ew herweha nivîskarekî navdar bû. Heta niha ev pirtûkên Xelîlê
Çaçan çap bûne: »Moriyê Nenê«, »Du destan«, »Qisên cmaetê« û »Klamêd kurda«.
YAQOB
TILERMENÎ
Yaqob Tilermenî di sala 1972an de li Qoserê Mêrdînê hatiye
dinyayê. Li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiyê, besa fizîkê qedandiye.
Nivîs û çîrokên wî di kovarên wek Jiyana Rewsen, Nûdem, Hîwa û Pelînê de hatine
wesandin. Bi navê Êsbazî û Bermeqlûb du kitêbên wî ên kurteçîrokan hatine
wesandin.
Yaqob Tilermenî niha li bakurê welêt dijî.
Rojbash.com |