|
---------------------------------------------------------------
Miletê Tirk hê ji dewleta Tirk hovtirin
Dilbirîn
Swêd, 12/2 2005- Ya dewletên dagirker anîne serê miletê kurd di dunê
de nimûneyên wan tune, lê xelkên van dewletanan bi hovêtêya xwe ji
dewletên nekêmtirin. Dema dewlet hovîtîyê dike, dezgehên sivîl, medya û
xelkê wî deletê bedeng diminî û tucarî behsa zulma dewletê nakin. Dema
milet zulum dikin vîca dewlet temaþedike, tu divê qey miletê kurd bitenê
ji bona zulum lê were kirinê hatêye afirandin.
Nivîskarê Rojnama eni Şafakê Ali Bayranoglu di quncikê xwe yê 12/2
2005an de bal kişandî ser hovîtîya ku dewlet û bi tevê miletê tirk li
hemberî Kurdan dike anîye ziman. Bayramoglu vakirî dibêje; ku zimanê
dewletê yê poliîtîk bi awakî fermî di mesela Kerkukê de, miletê Kurd yên
li turkîyê dijin, li himbrî Tirk û Turkmenan dike derca hemwelatîyên
duemin û wana ji xwe re xeter dibîne.
Dewletê ji bona helandina miletê Kurd bi hazaran gund şewutandin û bi
milyonan Kurd mejbûrê koçberkirina rojavayê Tirkîyê kirin. Hercîyê ku
miletê Kurd lê bi cî bune, miletê Kurd bi hemî kir û tevgerên nemiorvî
re rûbirû dimîne û her diçe dujminatîya navbera Kurd û Tirkn de gurtir
dibe..
Bayra moglu, nivîsa xwe bi mîsalk berdewam dike.
Berî çarsalan 6 malbatên Kurd
ji Dîyarbekir ji nvaçeya Silîvan mejbûrî koçberbûne û çûne rojavayê
Tirkîyê li navça Dikili û li gundê Uzunburunê bi cî bûne. Jimara nifusê
þeþ malbatên Kurd 60 kes in û ev malbatên Kurd, bi gelek
astengîyan re rûbirû dimîne, li himbar wan rawêj tête girtin û gundî yên
Tirk dijmanatî wan dikin û malbatên Kurd ji hemî derfetên sosyal û
civakî bêpar dijîn.
Muxtar û bi tevê rûspîyên gund biryargirtinin ku zarokên
Kurdan yên diçin mektebê nikarin li servîsa gund sarbin û biçin mektebê,
zarokên Kurdan qedexeya ku bi zarokên gundîyan yên Tirk re
bilîzin, Kurd nikarin h`eywanêm
xwe di mer`a gund de biçêrînin, diraktor
û erebên mezemê înþaatê tînin nikarin biçin gund, Kurdan ew zevî û erdên
kirîne ji alîyê Tirkan de xendeq hatîye kolan ku Kurd nikaribin
biçin ser erazîyên xwe, Muxta îzin nede ku Kurd elektirîkê bikiþîne mala
xwe û ji bona ku Kurd karibin mafê xwe b i karbînin ji wan re îqametga
kaxzî pêwîste, lê Muxtar îqametgah kaxizîyê nade Kurdan.
Malbatên Kurd mehkeme vekirin û her çiqas mehkeme qezenç jî
kiribe, disa Kurd nikrain erazîyê xwe bikarbînin û Kurdan cerek din
mehkeme vekirine.
Ka
ev zulma hana li kudera dunyayê hatîye dîtin..? Dewlet dike milet
mêzedike û milet dike vêca dewlet mêzedike.
Ji tirkî wergerandin û şîrove, Dilbirîn
|