|
"Zor zane, Zêr zane û devê
tivinga mor zane"
Swêd,
8/73 2005- Wusan dîyare
Rêxistinên mafê mirov û çapemenîya dunyayê, nû dixwazin dewleta Tirk
nasbikin. Ev sed sal e ku miletê Kurd di zare û dikale, lê kesî
nedixwest goyê xwe bidin miletê Kurd. Girtîgeha Ebu-Garîb pir ji
girtîgeha Dîyarbekirê bi şanstirbû, ji ber ku Rojnamevanên Îngilîz û yên
Emerîka zulma ku li Ebu-Garibê dihatkirinê derxistin, lê qetlîamên li
Kurdistanê tête kirn, zulm û zordarîya ku li girtîgehên Tirkîyê tên
kirin kî derdixîne ronayê..? Dewletên Emerîka û Ûris şewûtandin û
gemarkirina Mizgeftan ji komara Tirk û rejma Sedam Huseyîn fêrbûn.
Dewleta Tirk û rejma Sedam bi sedan Mizgeftên Kurdistan şewûtandin.
Di van rojên dawî de çi
li nava Tirkîyê be û çi jî di medya dunyayê da be, li ser binpêkirina
mafê mirovn, durûtî û paşverûtîya dewleta Tirk rapor û nivîs tên
weşandin, gengeşî û munaqişeyên dijber havûdû tête kirin. Dunya nû
dixwaze dewleta Tirk nasbike, an jî nasdike lê wexta li hesabê wan neyê
naxwazin nasbikin. Miletê Kurd ji berê de gotiye: " Zor zane, zêr zane û
devê tivinga mor zane"
Ji dewra
Osmanîyan bigire hatanî roja îro, dewleta Tirk hinek caran li himber
tevgera Kurd "zor zane" bi kar anîye. Îdî çi bixwe û çi jî Kurd li dijî
Kurdan fît kirine ku şer hev bikin û bi vî awayî tevgera Kurd
fetisandîye. Carna jî dewleta Tirk " Zêr zane" pare û mal belakirine û
bi zora pere û zêran xwestîye tevgera Kurd têk bibn. Û carna jî " devê
tivinga mor zane" bi kuştin û qetilkirinê xwestîye pirsa Kurd vemirîne,
wekî ku her kes jî dizane di van salên dawî de bi hezaran Kurd bi
kuştina kujerên ne dîyar ji holê hatin rakirin û navê vê wehşetê jî
danîn " Failê mechûl" lê di eslê xwe de faîlê dîyar e jiber ku dewletê
bi xwe dikir.
Dosya dewleta Tirk ya
binpêkirina mafê mirovan, ji zulm û zordarîyê werimîye. Her roj rapor li
ser raporê derbarî Tirkîyê de tên belavkirin ku dewleta Tirk yek ji wan
dewletên her xirabe ku mafê mirovan tête bipêkirin.
Komîta çavdêrîya mafê
mirovan ya YE, derbarî Tirkîyê de raporeke belavkir. Di raporê de li ser
belengazîya miletê Kurd yên ku di salên 1990î û virve ji ber sedema şerê
navbera dewlet û PKKê ku ji cî û warên xwe derbederbûne, disekine.
Kurdên ku hatine derbederkirin venegerîyane gundên xwe û dewletê soza
xwe bi cî neaniye. 378 hezar Kurd bi zorê ji ciyên wan hatine derxistin
û dewletê tu alîkarî nedane wan.
Ew kesên vegerîyane ser
erdên xwe jî bi şert û mercên herî zehnet vegerîyane û dijîn.
-
Veger bi tenê
qîmnake..! ji ber ku xanîyên wan hatine hiweşandin û dewletê alikarî
nekirî û emn û îstiqrara li heremê tune
-
Yên zivîrîne jî di bin
şert û mercên herî zehmete dijîn, ji ber ku ji xizmetên gelemperî mehrûm
in, wekî avê, elektirîkê, tendurustî û paerwerde.
-
Ji bona avakirina xani
û ajotina ziretê pir kêm alîkarî hatîye kirin.
Rapora Meclîsa Tirk
Li gorî rapora ku
komîta mafê mirovan ya Meclîsa Tirk amadekirîye, di sala derbasbûyî
2004an de, ya herî zêde şikata îşkence û muamilên xirab ku di qereqolên
polis û cendirmên tirk de hatîye kirin. Li gorî raporê 848 kesî lêdan
xwarine û muamilên xirab dîtine.
Wusan dîyare Rêxistinên mafê mirov û
çapemenîya dunyayê, nû dixwazin dewleta Tirk nasbikin. Ev sed sal e ku
miletê Kurd di zare û dikale, lê kesî nedixwest guhê xwe bide miletê
Kurd. Girtîgeha Ebu-Garîb pir ji girtîgeha Dîyarbekirê bi şanstirbû, ji
ber ku pojnamevanên Îngilîz û yên Emerîka zulma ku li Ebu-Garibê dihate
kirinê derxistin, lê qetlîamên li Kurdistanê tête kirn, zulm û zordarîya
ku li girtîgehên Tirkîyê tên kirin ki derdixîne ronayê..? Dewletên
Emerîka û Ûris şewûtandin û hilweşandina Mizgeftan ji komara Tirk
û rejma Sedam Huseyîn fêrbûn. Dewleta Tirk û rejma Sedam bi sedan
Mizgeftên Kurdistan şewûtandin.
Li dewletên Kurdisatan dagirkirine ji miletê Kurd
re qanûn û nizam tune ye, bi tenê du alternatîf heye yek ya miletê Kurd wek
xizmetkar dijin û xwe înkardiki, ya duda dema miletê Kurd got ez kurdim wêçaxê "
devê tivinga mor zane"
|