-----------------------------------------------------------------

Miletê Kurd li Bukurê Kurdistan dixwaze, "ji hin bandora xeta çewt û xwar derkeve"

Uppsala, 13/12 2004- Bi tevayî mirov dikare bibêje ku îro lêgerînek berfireh li bakurî Kurdistanê heye. Milet dixwaze xwe ji bin bandora xeta çewt û xwar derxe, ew xeta ku, bi siloganên pûç û dîmaxocî yên organîzekirî, li gel kirinên kirêt, rewş gîhande wê qeysê ku îro ji bona nêzî 20 milyon kurd tenê mafên kultûrî têne xewstin.Miletê me îro lê rêyek rast digerin, lê her tişt hîn tev li hev e. Raste nerînên pûç hêdî hêdî dimrin, lê yên rast û durist hêjî riya xwe baş nedîtine.

Îroj di nava miletê Kurd de munaqişe li ser fêde û zirarên ku dema dewleta Tirk bikeve YEyê, tên kirin. Bi ya min mirov nikare bersiva vê pirsê bi hêsanî bide. Bersivên kurda di vî warî de, sergêjîya ku em gişt derdê wê dikşînin û didin xuyakirin. Îro hinek ji me bi germî dixwazin Ewrupayî ji Tirkî re bêjin erê, ergumentên wan di vî warî de ewe ku wê Tirk bêtir dibin kontrolê kevin. Ev ergument bi min qels e, jiber ku em dibînin îro Tirk, digel hemî nexweşî û mecbûryên xwe branberî Ewrupîyan, çi çavsoryê li kurdên başûr dikin, û çawa dixwazin pirsa kurd ya herî girîng li cem xwe tune bikin.

Li gorî ez tê dighêjim, ku piştî derbasbûna dewleta Tirk bona Yelîtîya Ewrupa, an jî piştî sitendina kerta derbasbûnê, wê dewleta Tirk bixawze ku wê qeweta xwe li himberî kurdan bi karbîne. Ev dewlet îro dixwaze ji pisrgirêkên xwe yên hundir bi reve, di riya serketineke li derve. Ew naxwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi alîkarya YE, ew bi berovajî, di xwazin wê alîkarê bike ku karibin pirsê ji binîve têk bide. Dewleta Tirk wê bixawze pirsa kurd li bakur bike tenê pirsa ziman an jî tenê pirsa diyalîkteke lokal. Heyf û mixabin gelek kurdên me jî bi zanebûn an bi nezanî di kevin vê xefkê. Pirsa me pirsa miletekî bi dîrok û cuxrafya ye. Em netewakin, weke her yek ji wan netewên din li seranserê cîhanê , me tu mafên xwe yên netwyî bi dest nexistine. Divê em ji bo vê yekê bixebitin. Kurd divê li ser vê xetê bi Ewrupa û dunyayê re tev bixebitin. Ewrupayî ji hemî kesî bêtir dîrok û girîngya pirsa kurd li bakurî Kurdistan dizanin, lê gava ku xwedyê meselê bi xwe gêjo mêjo be û li ser pirsên xwe yên herî serekî, bi xwe xwedî nerîneke nezelal be, wê gavê mirov nikare gazana ji xelkê bike.

Kurd îro belav bûyîne. Siyasetvan û rewşenbîrên wan ne li ser hevin, ne bi nerînên xwe û nej î bi karên xwe. Îro karekî cedî tê xwestin, karekî organîzekirî befireh, bi mejîkî neteweyî ne bi gruptî an partitî. Ev kar divê le seran serî Kurdistanê bête kirin, ne tenê li wilayeta Mêrdîndê an Cezîrê…..

Têkilî divê bi nifişên nû re bêne çêkirin û xurtkirin, da ku qeweteke kurdan ya neteweyî li ser erdê hebe, ew qewet wê hêviyên şikestî geş bike, xelkên me wê baweryên bi xwe bînin, û xelkên din jî wê baş fêm bikin ku kilît an mifte di destê xwedyê xwe yî birê da ye.

Ji alîkî din ve divê kurd bi şêweyekî aktîv dan û standina bi derve re, bê sekn û hedan bikin. Rewşa deverên û dunyayê wê bêtir grîngiyek dide pirsa me. Şert di lehê me dane, lê tenê di vê em hebin, şarbin û nehêlin careke din xebata me beravêtî bikin an têk bibin.
Karê me bi Ewrupîyan re di vê bighêje wê qeysê ku Ewrupayî vekirî ji Tirkan re bibêjin divê berî her tiîtî hûn Kurdan weke neteweyek mezin li dewleta ku îro navê wê Tirkî ye yeqebûl bikin. Ji xwe milet bê mef nabin. Kurd li vê dewletê ne kêm netewe ne wek em bi tirkî an car caran bi kurdî dibhîsin. Kurd sirîkê vê dewletê ne

Kurdên perçên din bê guman tim û tim alîkrabûn û wê alîkarbin bi miletê xwe re li bakurî welêt. Ger ku dewleta Tirk derbasî yekitya Ewropa bibe li ser asasê/bingeha qebûlkirina Trikan bi hebûna kurdan weke netewe, wê berjewendiyeke mezin be ji miletê me re i perçên din re. Lê li himberî vê yekê , ger Tirk bêne qebûlkirin li ser bingeha tunekirna pirsa kurd ji binî ve li bakurî Kurdistanê, wê gavê wê tesîreke nêgativ mezin li karê kurdan bibe li her çar perçên Kurdistanê.

Li dawî ez dixwazim bêjim ku gotina erê an jî na ji Tirkan re da derbas bibin an nebin Yektiya Ewrupa ne talya dunyayê ye, lê dîsa divê em nehêlin xap û dek careke din li me bibin.


 

 

Niviskar