---------------------------------------------------------------

Qatilên Ugur Kaymaz vegerîyan ser karên xwe

MÊRDÎN, 18/2 2005- Di dîroka cîhanê de, yekemîn car e ku dewleta Tirk Yekîneyek tayîbet avakirîne û ji bona kuþtina miletê Kurd kujerên tayîbet perwerde dikin. Polîsên Tirk ji b ona kuþtina miletê Kurd têne perwerdekirin, vêca wê çewa dilê wan bi kurdan bi þewute û qatilê Ugur Kaymazji wezîfê bigirin. Hertim Polisên Tirk bi çavê dujmin li kurda nêrîne û ji kuþtina miletê Kurd sud û wefa dîtine, li ser kuþtina Kurdan meqam û rutbe girtine, ma wê çawa qatilê zerokek 12 sali ceza bikin..? Ha Kurdek hate kuþtin ha jî mirîþkek hate kuþtin li ba dewleta Tirk qet firq nake. Di dîroka Roma resþ de tim " Kurdistan Zafer Madalyesî hatîye belav kirin"

 Berîya cend mehan li navça Qizltebe polîsên Tirk Ehmed Kaymaz û bi tevî kurê wî yê 12 salî Ugur Kaymaz kuþtibûn. Li ser vê buyera hana  serdozgerê Mêrdînê  li gorî rapora ku dozgera Qizltepe Özlem Pınar Haktanır Akkoç hatibû amadekirin, derbarî 4 polîsan de doz vekiribû. Yekemîn cer e ku derbarê çar polîsan de 12 sal ceza tê xwestin û wê di 21ê sibatê de derkeve pêþberî Dadegehê.

Piþtî serdozgerî Mêrdînê li gorî rapora ku dozgera Qiziltepe Özlem Pınar Haktanır Akkoç vekir, wezîrê hundur çar mirov ji bona lêkolîna vê buyerê wezîfedar kiribûn û herçar poliîs ji wezîfê hatibun durxistin.

Rapora ku ji alîyê herçar mirovên  ji wezareta hundurî ve hatîye  amadekirin, pirr ecêbe ku dibêjin; cîgirê Mudurê Emîyeta Mêrdînê Mehmet Karaca, Yaşafettin Açıksöz, Seydiahmet Tangöl û Salih Ayaz ji tixûbê xweparastinê derketine û tevli kuþtina ku failê  wê ne dîyarbûne û ji ber vê yekê derbarî çar polîsan de doz vekirin. Ji kar girtin an jî vegerandina wan ya ser karê wan ji li hêvîya  însîyatifa Muduryeta olisan ya bilind hîþtîne. Lê  mirovên wezareta hundurî ev þîreta hana jî ji birnekirine ku, eger polîs vegerin ser karê xwe ji divê cîyê karê wan werin guhrtin.

Ji tirkî û þîrove Dilbiîn

Jeder Redikal

 



 

 

Niviskar